Zapatîsta 20 saliya serhildana xwe pîroz kirin

 

 

Endam û sempatîzanên tevgera Zapatîsta ya li Meksîkayê bîstsaliya serhildana tevgera xwe pîroz kirin. Serhildana Zapatîsta ya li hember globalîzmê û rewşa xerab a xweciyên li Chiapasê, di demeke kurt de bala cîhanê kişandibû ser xwe.

Du hezar endamên tevgerê û bi sedan mêvanên ku ji DYA, Spanya û Îtalyayê hatibûn, bi armanca bîrananîna serhildanê beşdarê bernameyekê bûn. Bername di şeva 1’ê mehê de li dibistaneke li Oventicê hat lidarxistin. Di bernameyê de hin fermandarên Zapatîsta bi spanyolî û bi zimanên tzotzil û tzeltal ên xweciyên Chiapasê axivîn.

Fermandar Marcos di bernameyê de anî ziman ku “serhildan pîrozbahiyê heq dike.” Marcos axaftina xwe wiha dom kir: “Serhildan, heval û dijmin ne bi tenê mîrateya neozapatîstayan e. Ev, mîrateya mirovahiyê ye.” Marcos got ku divê serhildan “li her derê, her roj û her saet” bê pîrozkirin, “ji ber ku serhildan di heman demê de pîrozbahiyeke.”

Pîskoposê paytexta Chiapasê San Cristobal de las Casas jî beşdarê bernameyê bû û li vir axaftinekê kir. Pîskopos Felibe Arizmendi di axaftina xwe de got ku “EZLN ne tenê tercîheke leşkeriye lê di heman demê de wekî rêxistineke civakî û sîyasî ku ji bo jiyaneke serbilind têkoşîn dike, zindîbûna xwe dom dike.”

EZLN ku wekî Zapatîsta tê naskirin, di 1’ê Çileya 1994’an de li hember Meksîkayê serhildaneke çekdarî pêk anîbû û di demeke kurt de gelek bajarên sereke yên eyaleta Chiapasê bi dest xistibûn. Tevgerê di daxuyaniyên xwe de diyar kiribûn ku ew daxwaza mafên gelên xwecî yên li Chiapasê dikin. Yek ji mijarên ku tevger li hember sekinîbû jî globalîzm bû ku li gorî berjewendiyên welatên Rojava li seranserê cîhanê tê meşandin.

Serhildana Zapatîsta li ser hikumeta Meksîkayê tesîrekê kir û hikumet bi destûra bingehîn a 2001’ê, di warê mafên xweciyan de reform pêk anî. Bi mafên hatin dayîn statuya xweciyan a di nava civaka meksîkî de bilind bû. Li aliyekî din, serhildêr li Chiapasê dibistan, nexweşxane û avahiyên din ên pêwîst vekirin. Lê di warê xizaniya li Chiapasê de guherîneke berbiçav hîn jî derneketiye holê. Tê gotin ku yek ji sebebê vê rewşê ev e ku Zapatîsta hemû alîkariyên dewletê yên ji bo vê eyaletê red dikin.

Serhildana Zapatîsta bilez desteka tevgerên din ên gelên xwecî û rêxistinên çep ên li cîhanê wergirt. Zapatîsta di heman demê de tesîrê tevgerên xweciyan jî kir. Di sala 2006’an Evo Morales ku endamekî ji gelên xwecî yên li Bolîvyayê bû, hat ser kar. Ev cara yekemîn bû ku kesekî xwecî li dewleteke Amerîkaya Latîn dihat ser kar.

Çavkanî: Animalpolitoco.com

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …