Ewrûpî li Parisê civîneke awarte lidarxistin

Ewrûpa li hemberê hewldanên Amerîkayê ya di meseleya Ukraynayê de civînekê li dar xist.

Lêbelê lîderên ewrûpî di civîna Parisê de li ser meseleyên krîtîk li hev nekirin.

Ewrûpaya ji bo pozîsyona Amerîkayê ya di meseleya Ukraynayê de tedbîran bigire, di nava hewldanan de ye.

Bi banga Serokê Fransayê Macron li Parisê civîneke awarte hat lidarxistin.

Brîtanya, Îtalya, Îspanya, Polonya, Holanda, Denmarkê, NATO û Yekitîya Ewrûpayê di tevlî civînê bûn.

Sebeba rasterast a civînê destpêka qonaxa muzakereyan di navbera Amerîka û Rûsyayê de ye.

Her du welat bi armanca qedandina şerê li Ukraynayê îro li Erebistana Siûdi dicivin.

Ne Ewrûpa û ne jî Ukrayna ji bo muzakereyên aştîyê nehatin xwendin.

Ev jî tirseke mezin dixe nava dilê Ewrûpayê ya di bê pêşbirka mezin a jeopolîtîk de.

Berîya civînê, Serokê Fransayê Emanuel Macron bi rêya telefonê bi Trump re axivî.

Paşê jî, lîderên ewrûpî li ser zelalkirina pozîsyona Ewrûpayê vê meseleyê, di civîneke sê saetan de hatin cem hev.

Serokê Fransayê Emanuel Macron, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, Serokê Polonyayê Donald Tusk, Serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksen, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewrûpayê Antonio Costa tevlî civînê bûn.

Axaftin heye, encam tune ye

Piştî civînê hat ragihandin, Yekitîya Ewrûpayê wê desteka ji bo Ukraynayê bidomîne.

Lêbelê lîderên ewrûpî li ser ka wê Ewrûpa di warê garantîya ewlekarîya Ukraynayê de bikaribe çi bike, negihiştin encameke zelal.

Herwiha, di meseleya şandina hêzêke ewrûpî ya ji bo parastinê ya piştî aştîya li Ukraynayê de jî lîder li hev nekirin.

Lîderê brîtanî Keith Starmer ji bo şandina leşkeran bi van gotinan lembeya kesk pêxist.

“Ez amade me li ser şandina leşkerên brîtanî bifikirim ku peymaneke têkûz a aştîyê hebe. Lê divê desteka Amerîkayê ji bo vê hebe, ji ber ku garantîya Amerîkayê tekane çare ye da ku pêşî li êrişeke Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê bigire.”

Di nava beşdarên civînê de herî zêde Olfa Scholz li hember fikra şandina hêzeke ewrûpî reaksîyon nîşan da.

Lîderê polonî Tusk jî berîya tevlî civînê bibe gotibû, ew ne qayile hêzên polonî bişîne Ukraynayê.

Infowelat

—————————————–

Foto: Beşdarên civîna awarte ya Parisê/X

Ewrûpa ji bo Ukraynayê ket nava alarmê

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …