A.Rahman Çelîk
Muzakereyên di navbera rêveberîya Şamê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de dewam dikin.
Mezlûm Ebdî ji bo rastiya herêmê bibîne, serokê demkî yê Sûriyê Ahmed Şara vexwend Rojava.
Mezlûm Ebdî lîderê HTŞê Ahmed Şara vexwend Rojava.
Serokê QSDê Ebdî ji bo serokatiya demkî pîrozbahî da Ahmed Şara û banga dewamkirina diyalogê kir.
Li gorî Mezlûm Ebdî radigihîne, hikûmeta Sûriyê van dixwazan ji QSDê dike:
- Şervanên ne ji Sûriyê ne bila ji nav QSDê bên derxistin,
- Girtiyên DAÎŞê dewrî hikûmetê bên bikin,
- Saziyên hikumeta navendî bila dîsa vegerin Rojava
Mezlûm Ebdî dibêje ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê û pêkanîna ewlekariyê pêdivî bi koordînasyoneke bilind ve heye ku divê Rojava jî tê de cîyê xwe bigire.
Mezlûm Ebdî ji serdana Ahmed Şara ya Efrînê re kêfxweş bû, got:
“Ji bo diyaloga siyasî bê xurtkirin gaveke baş e. Ji bo rastiya herêmê bi çavên xwe bibîne û nîqaşên li ser pêşerojê bibihîse, em wî vedixwînin.”
Herwiha, Mezlûm Ebdî li ser DAEŞ’ê hişyariyên nû kirin.
“DAÎŞ ji tunebûna ewlekariyê îstifade dike, tevî li Çola Sûriyê çekan stok dike, mewziyên stratejîk jî dadimezrîne.”
“Hedefa DAEŞ’ê ev e, dawiya dawîn, dixwazin êrîşan li bajaran bikin. Ji bo vê yekê jî xwe amade dikin.”
—————————————–
Foto: Mezlûm Ebdî