Munîh veguherî zemîna dijberîyê ya Amerîka-Ewrûpayê

Li Almanyayê 61. Konferansa Ewlekariyê Ya Munîhê li dar ket.

Di konferansa 3 rojan de rakêşiya Amerîka û Ewrûpayê derket pêş.

Cîgirê serokê Amerîkayê destpêka konferansê rexneyên tund li welatên Ewrûpayê kirin.

Dawiya hefteyê 61. Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê li Almanyayê li dar ket.

Konferansa 3 rojan dewam kir, lîderên ji 60’î zêdetir welatan beşdar bûn.

Sereke mijara konferansê şerê Ukrayna û Rojhilata Navîn bû.

Tevî van mijaran, dijwarî û pirsgirêkên polîtîkaya derve ya heyî hatin nîqaşkirin.

Di destpêka Konferansê, Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance pergala Ewrûpayê kir hedef.

James David Vance lîderên welatên Ewrûpayê bi binpêkirina azadiya xweîfadekirinê, polîtîkayên koçberiyê yên sist û sansûrkirina medyaya civakî sûcdar kir.

Li dijî rexne û sûcdarkirinên Vance bertekên tund hatin nîşandayîn.

Serokê Konferansê Christoph Heusgen konferansa dawî wekî xewnereşka Ewrûpayê rave kir.

Christoph Heusgen ji bo serokê Amerîkayê Donald Trump jî got:

“Ji despêka desthilata xwe nîşan dide ku dibêjî qey li gerdûneke din dijiyî. Tirs bera nav rayedarên Amerîkayê daye, heta senatorek Komarparêz jî nikarin fikrên xwe li ber raya giştî bînin ziman.”

Infowelat

—————————————-

Foto: Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance/X 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …