Donald Trump hewl dide bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ji bo Ukraynayê muzakereyan pêk bîne.
Ukrayna jî di nav de, dîplomatên hin welatên Ewrûpayê li ser vê meseleyê hatin gel hev.
Welatên ewrûpî dîyar kirin, bêyî Ewrûpa û Ukraynayê aştî pêk nayê.
Wezîrên Karên Derve yên heft welatên Ewrûpayê li ser peymaneke pêkan a aştiya Ukraynayê li Parîsê civîn li dar xistin.
Di dema vê civînê de xebera axaftina Trump û Putin wekî bombeyê ket rojevê û welatên ewrûpî xist nava alarmê.
Piştî civînê, heft welatên ewrûpî û Komîsyona Ewrûpayê li ser gotinên Trump deklerasyonekê weşandin.
Dîplomatên ewrûpî destnîşan kirin ku bêyî Ewrûpa û Kiewê aştî li Ukraynayê nikare pêk were.
Civîn li Parîsê li dar ket ê wezîrên karên derve yên Polonya, Îspanya, Almanya, Fransa, Brîtanya û Ukraynayê beşdar bûn.
Wezîran a li pêyî civînê hişyarî dan ku pêşeroja Ukraynayê nikare bêyî Kiewê û Ewrûpayê were sazkirin.
Şefê dîplomasîya Fransayê Jean-Noel Barrot bi zelalî pozîsyona welatê xwe eşkere kir:
“Aştîyeke adil û domdar”
“Bêyî beşdarîya ewrûpîyan aştîyeke adil û domdar li Ukraynayê wê pêk neye.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê û hemtayê wê yê îspanyol Jose Manuel Albares Bueno jî gotin, “bêyî beşdarîya Ukraynayê” divê biryar li ser Ukraynayê neyê girtin.
Nûnerên ewrûpî dan zanîn, wê di 61. Konferansa Ewlekariyê Ya Munîhê de ji bo muzakereyên piralî israr bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Andrii Sybiha ku xwe spart vê desteka zelal a Ewrûpayê wiha axivî:
“Ewlekariya Ukrayna û Ewrûpayê nikare ji hev bê veqetandin.”
Foto: Beşdarên cîvîna Parisê ya li ser aştîya Ukraynayê/X