Ewrûpa dixwaze penaberan bişîne Sûrîyeyê

Hilweşîna rejîma Baasê ya li Sûrîyeyê ji bo Ewrûpa bû firsendek.

Welatên ewrûpî radigînin wê serdanên penaberên ji Sûrîyeyê bê rawestandin.

Hilweşîna rejîma Baasê ya li Sûrîyeyê ji bo Ewrûpa bû firsendek.

Welatên ewrûpî radigînin wê serdanên penaberên ji Sûrîyeyê bê rawestandin.

Welatên di vê meseleyê de daxuyanî dan Almanya, Awusturya, Belçîka, Brîtanya, Fransa, Holanda, Îtalya û Yûnanistan in.

Ji ber hejmara zêde ya penaxwaz û penaberên ji Sûrîyeyê, di vê mijarê de helwesta Alîmanyayê dîyarker e.

Ofîsa Koçberî û Penaberan a Almanyayê (BAMF) dîyar kir, wê serîlêdana 47,000 penaxwazan bide sekinandin.

Hin siyasetvanên ji partîya rasta navendê CDUyê ji Almanyayê daxwaz kirin 800,000 penaberan ji Sûrîyeyê bişînin welatên wan.

Di vê meseleyê de plan û amadekarîyên hin welatên Yekitîya Ewrûpayê wiha ne:

Awusturya

Wezîrê Karên Hundir Gerhard Karner ji wezaretê daxwaz kir, ji bo vegerandin û deportkirinê bernameyekê amade bike.

Belçîka

Komîserîya Giştî ya Penaber û Kesên Bêwelat (CGRS)serîlêdana 3,000 penaxwazên ji Sûrîyeyê sekinand.

Brîtanya

Londonê ragihand wê serîlêdanên penaxwazîyê yên ji Sûrîyeyê daye sekinandin. 

Fransa

Wezareta Karên Hundir a Fransayê ragihand, ew niha li ser betalkirina serîlêdanên penaberîyê yên ji Sûrîyeyê xebatê dikin.

Yûnanistan

Hikumeta yûnan ragihand, wê nirxandina 9,000 serîlêdanên îltîcayê yên ji Sûrîyeyê sekinandî ye.

———————————————–

Infowelat

Foto: Komeke penaberên ji Sûriyeyê li Bûdapeşteyê helwesta hikumeta Hûngaryayê protesto dikin/ Wikimedia Commons

3.2 milyon penaber li Almanyayê ne

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …