Minbic hat dagirkirin

Berxwedana li Kantona Minbicê ya bi ser rêveberîya Rojava de şikestin xwar.

Çeteyên di bin kontrola dewleta tirk de duh bajarê Minbicê dagir kirin.

Tirkîye û Artêşa Neteweyî ya Sûrîyeyê (ANS) li Rojavayê Firatê gav bi gav digihîjin armancên xwe. 

Berxwedana li Kantona Minbicê ya bi ser rêveberîya Rojava de şikestin xwar.

Çeteyên di bin kontrola dewleta tirk de duh bajarê Minbicê dagir kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî derbarê mijarê de li ser hesaba xwe yê Xê vê peyamê parve kir:

Di demeke ku li bajarê Minbicê berxwedana şervanên me ji bo rawestandina berfirehkirina êrîşên li rojavayê Firatê berdewam dikin de, bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo ewlekarî û parastina sivîlan rêkeftinek agirbestê pêk hatiye. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku ji 27’ê Mijdarê ve li dijî êrîşan li ber xwe didin, dê di demek kurt de ji herêmê vekişin.”

Tevî vê peyamê jî ev di du rojên dawî de dagirkirina Minbicê pêk hat.

Êrişên li dijî Minbicê di 27ê çirîya paşîn (mijdar) dest pê kiribûn.

Tirkîye di şer de ligel alîkarîya lojîstîk, desteka hewayî dabû ANSê.

Bi dagirkirina Minbicê re plana bidawîkirina hebûna Rojava ya li rojavayê Firatê bi ser dikeve.

Niha lş rojavayê Fşratê bi tenê du taxên bajarê Helebê hene.

Bi dagirkirina Minbicê re ewlekarîya van taxan jî dikeve xetereyê.

Çima Minbic giring bû?

Minbic bi 100.000 nifûsa xwe, berîya şerê navxweyî yê Sûrîyeyê bajarekî giring ê devera Berferatê bû.

Minbic di 2012an de ji alîyê mixalifên Esed ve hat dagirkirin.

Paşê, bajêr di 2014an de ket bin kontrola DAIŞê.

QSDê ya ku giranîya wê jî şervanên kurd pêk tê, di 2016an de Minbicê rizgar kir.

Piştî rizgarîyê li bajêr û derdora wê Kantona Minbicê hat avakirin.

Bi dagirkirina Efrînê re, Minbic tekane kantona Rojava ya li rojavayê Firatê bû.

——————————————————

Infowelat

Foto: Yeqîneyeke Artêşa Tirk a li Rojavayê Kurdistanê/Medyaya Civakî

Minbic di bin êrişeke giran de ye

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …