Baas 60 salan li Sûrîyeyê li ser kar ma

Rejîma Baasê ji sala 1963’yan ve Sûriye veguherandibû dewleteke leşkerî. Piralîbûn û demokrasî ji holê rakiribû û hemû derfetên welat xistibûn destê çend kesan. Îro ev rejîm hilweşiya û qonaxeke nû li Sûriyeyê dest pê kiriye.

Roja ku hemû gelê Sûriyeyê li benda wê bûn, hat; roja hilweşandina rejîma Baasê ku wêranî li welat pêk anî û bi deha  salan gelê Sûriyeyê kuşt û azadiya wan desteser kir. Îro ev rejîma ku di sala 1963’yan de bi derbeya leşkerî hat ser kar, hilweşîya.

SÛRIYEYA PIŞTÎ AVAKIRINA KOMARÊ Û SERDEMA DERBEYAN

Piştî serxwebûna Sûriyeyê û bidawîbûna desthilata Fransayê di 17ê Nîsana 1946’an de, Sûriyeyê serdemeke bêîstiqrariyê derbas kir. Piştî sala 1949`an çend derbeyên leşkerî çêbûn, di sala 1958`an de serokê Sûriyeyê Şukrî Qiwetlî û serokê Misirê Cemal Ebdulnasir damezirandina Komara Erebî ya Yekbûyî ragihand. Lê komarê dirêj nekir, di sala 1961’an de bi dawî bû.

Piştî wê, di navbera partiyên siyasî de; partiya Baas û tevgerên neteweperest û çepgir, nakokî zêde bûn.

PARTIYA BAAS DI SALA 1963’YAN DE BÛ DESTHILATDAR

Partiya Sosyalîst a Erebî ya Baas di sala 1940’î de ji aliyê Mîşêl Aflak û Selahedîn El Bîtar ve hat damezirandin.

Di roja 8’ê Adara 1963’yan de komeke efserên Baasî bi hevkariya efserên neteweperest û Nasirî derbeyeke leşkerî pêk anî û di encamê de hikumeta Nazim El Qudsî hilweşand, rayedarên payebilind hatin girtin û parlemento hat betalkirin.

Partiya Baas li welat rewşa awarte ragihand û ji bo serkêşiya “şoreşê”, Encûmena Nîştimanî hate damezirandin ku bû bingeha desthilata nû.

Baas bi dehan salan li Sûrîyeyê li ser kar ma. /Nexşe: Worldometer

HATINA HAFIZ EL ESED

Nakokiyên di nava Partiya Baas de piştre bûn sedem ku baskê leşkerî desthilatê bi dest bixe, di sala 1966`an de komeke Baasê bi serkêşiya Selah Cidîd desthilat deseteser kir.

Piştî têkçûna sala 1967’an, Sûriyeyê girên Golanê ji dest dan ku ev yek bû sedema nerazîbûna gel. Esed ji bo ku bandora xwe di nava artêşê de xurt bike û têkçûnê têxe stûyê serkirdeyên siyasî, di sala 1970’yî de derbeyek li dijî rêveberiya Baasê ya bi pêşengiya Selah Cidîd pêk anî.

Piştî ku Esed hat ser desthilatê, wî dest bi tesfiyekirina dijberên xwe yên siyasî yên di nava Partiya Baas de kir û dest bi xurtkirina dezgehên ewlekarî û leşkerî kir û rejîmeke otorîter ava kir.

Hafiz El Esed dezgehên ewlekarî û îstixbaratê yên xurt ava kirin da ku çavdêriya xelkê bike û hewlên derbeyê bitepisîne. Xwe sparte derdoreke teng a alîgirên xwe ku piraniya wan ji mezheba elewî bûn, da ku desthilata xwe ewle bike û biparêze.

1980: TEPISANDINA DIJBERIYÊ

Di dawiya salên 1970yî de, opozîsyona îslamî ya bi pêşengiya Îxwan El muslimîn li dijî Hafiz El Esed zêde bû ku di sala 1982’yan de bi komkujiya Hemayê gihaşt lûtkeyê ku tê de rejîmê bi tundî Îxwan tepeser kirin û bi hezaran sivîl kuştin.

Li gel îslamîstan, Esad rastî dijberiya hêzên çepgir û neteweperest hat ku bi tundî hatin tepeserkirin.

DESTHILATDARÎ BÛ MÎRATE

Di mijdara 1988’an de, Hafiz El Esed tûşî krîza dil a giran bû û bû sedem ku der barê îhtîmala mirina wî yan nekaribûna pêkanîna erkên xwe de, gotegot çêbin.

Piştî mirina Hafiz El Esed di sala 2000`an de, kurê wî Beşar hate ser desthilatê, mîna ku sîstema ku li welat hatiye pejirandin, sîstema qralî bû. Da ku Beşar bikare bibe namzed ji bo serokkomariyê, destûr bi awayekî lezgîn hate guhertin û referandûma giştî hat kirin û Beşar Esed wek serokê nû hat ragihandin.

Piştî ku Beşar Esed hate ser desthilatê, soza reformên siyasî û aborî da, lê ew reform seranser û bi sînor bûn, lewma di pêvajoya desthilata wî de yekdestî girantir bû û gendelî jî zêde bû.

ZÊDEBÛNA ALOZIYAN

Di pêvajoya desthilatdariya Partiya Baas de ku bi dehan salan dom kir, rejîmê nekarî xwestekên gel bi cih bîne, ji ber gendelî, nepotîzma komkirina her tiştî li welat di destê komeke nêzîkî desthilatdarê û Partiya Baas de û bû sedema gurbûna aloziyên aborî û civakî.

SALA 2011 Û TEQÎNA ŞOREŞA SÛRIYEYÊ

Bi pêla Bihara Gelan re ku di sala 2010’an de li Tûnisê dest pê kir û derbasî Lîbya, Misir û welatên din ên Ereban bû, di Adara 2011’an de li dijî rejîma Partiya Baas xwepêşandanên mezin dest pê kirin.

Lê rejîmê li şûna pêkanîna reforman, bi bikaranîna hêza leşkerî li dijî xwepêşandêran bersiv da ku bû sedema mîlîtarîzekirina şoreşê bi destên hêzên derve, nemaze Tirkiye û Qeterê ku pere, çek û tundrawên ji her deverên cîhanê şandin vî welatî.

Bi berdewamiya krîzê re, piştî ku rejîma Baasê qadên berfireh ên welat ji dest dan, Sûriye veguherî qada pevçûnên navneteweyî û herêmî. Hêzên mezin ên wekî Rûsya û Îranê ji bo piştgiriya rejîmê destwerdan kir, Tirkiyeyê jî rasterast ji bo piştgirîkirina komên girêdayî wê destwerdan kir.

XWE SPARTE HEVALBENDAN

Bi vê îzolasyona navneteweyî re, rejîma Baas bi giranî xwe sparte Rûsya û Îranê ji bo mîsogerkirina mayîna xwe. Vê yekê serxwebûna wê ya siyasî kêm kir û welat ket destê Rûs û îraniyan, di heman demê de welatiyên Sûriyeyê bûne penaber û koçber.

ŞERÊ 7Ê COTMEHA 2023’YAN Û GUHERÎNA HEVSENGIYÊ

Piştî geşedanên herêmî û navneteweyî yên sala 2023’yan, li Sûriyeyê guhertinên mezin çêbûn, hevsengiya hêzan hate guhertin û bû sedema hilweşîna desthilata rejîma Baasê. Şerê 7’ê Cotmeha 2023’yan ku bi alozbûna di navbera Hamas û Îsraîlê de dest pê kir, bû qonaxeke girîng, ji ber ku hêzên Hizbullahê ji bo şerê li dijî Îsraîlê ji nû ve hatin bicihkirin û piştgiriya wê ji bo rejîma Baasê li Sûriyeyê lawaz kir. Her wiha ziyaneke mezin li jêrxaneya Îranê ya leşkerî ya li Sûriyeyê bû di encama zêdebûna êrişên Îsraîlê de û vê yekê jî bandora Îranê ya li Sûriyeyê kêm kir.

Di vê pêvajoyê de Heyet Tehrîr El Şam bi piştgiriya derve, ji vekişîna qismî ya Rûsyayê û mijûlbûna wê bi Ukraynayê re û kêmbûna piştgiriya Îranê, sûd girt. Di 27’ê Mijdarê de êriş bir ser hêzên rejîma Baasê û bi lez bajarê Helebê desteser kir ku duyemîn bajarê herî mezin ê welat e. Ev yek bû sedema rûxandina bilez a hêzên rejîmê ji ber hêza wan tune bû, bêyî piştgiriya Îran, Hizbulah û Rûsyayê li ber xwe bidin.

ROJEKE DÎROKÎ… RÛXANDINA REJÎMA BAASÊ

Sibeha 08.12.2024’an rûxandina rejîma Partiya Bass bi fermî hate ragihandin, piştî bi dehan salên zordariyê li ser hemû gelên Sûriyeyê, bi taybet gelê Kurd ku heta ji nasnameya Sûriyeyê bê par mabû.

ÇI LI BENDA SÛRIYEYA NÛ YE?

Piştî rûxandina vê rejîmê siberojeke nû li benda Sûriyeyê ye, siberojeke ku hîn ne zelal e. Gelo em ê Sûriyeyeke nû ji bo hemû dûriyeyiyan, bêyî dûrxistin û paşguhkirin bibînin, yan jî em ê li gorî berjewendiyên hêzên derve, dîsa tûşî dûrxistin û paşguhkirinên nû bibin ku dê Sûriyeyê vegerîne xala destpêkê?

——————————————————-

Gotar ji Hawarnewsê hatîye girtin. Sernivîs jı aliyê Infowelat ve hatîye guherandin. 

Foto: Esad û mîmarê polîtîkaya derve ya Sûrîyeyê A.H.Khaddam/Khaddam.net

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …