Ermeniyên li Îranê xwedî mafên welatiyan e

Bernameya sporê ya ermeniyên Îranê di 11 Îlonê de li Tehranê dest pê kir. Balyozê (elçî) Ermenîstanê yê Îranê Grigor Arakelyan da xuyakirin ku ermeniyên li Îranê xwedî mafên welatiyan e.

Balyoz Arakelyan di merasîma vekirina lîstikên 45’emîn ên ermeniyên îranî yên li Tehranê’de de dîtinên xwe ji anî ziman û got ku vê çalakiya sporê nîşan dide ku ermeniyên li Îranê wekî welatî ji hemû mafan û derfetan sûd werdigirin.
Serpîskoposê ermenî yê Tehranê Sebouh Sarkîsyan jî di merasîmê de destnîşan kir ku ermeniyên îranî di dîrokê de ji bo vî welatî pir fedakariyan kirine, ji ber ku Îran wekî erda xwe ku bi hezaran sal in pê ve girêdayî mane hesibandine.
Bernemaya îsal ku li Stada Ararat a li Tehranê tê li dar xistin, wê heta 21 Îlonê berdewam bike. Atletên k beşdarê bernameyê dibin wê di 9 dîsîplanan de pêşbirkê bikin.

Li Îranê hejmara ermeniyan qasî 80,000’î ye û piraniya vê nifûsê li paytext Tehranê û bajarê Îsfahanê dijîn. Herwiha, rojnameyeke rojane û yekî heftane bi zimanê ermenî ji aliyê civaka ermenî tê weşandin.

Kêmarên olî êzdî, cihû, xristiyan, keldanî, asûrî û ermenî yên li Îranê dijîn, her yek ji wan di Parlamentoya Îranê de ji aliyê parlamenterekî/ê ve tê temsîlkirin.
Çavkanî:

www.hispantv.com

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …