Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin di axaftina xwe ya duh de gef li welatên Rojava xwar.
Putin got, eger destûr bê dayîn Ukrayna bi çekên menzîl-dirêj êrişê Rûsyayê bike, ev ê bibe sebeba şerekî di navbera Rûsya û welatên Rojava de.
Şerê Ukraynayê dibe sebeba kûrbûna alozîya di navbera Rûsya û welatên Rojava de.
Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin di axaftina xwe ya duh de gef li welatên Rojava xwar.
Putin got, eger destûr bê dayîn Ukrayna bi çekên menzîl-dirêj êrişê Rûsyayê bike, ev ê bibe sebeba şerekî di navbera Rûsya û welatên Rojava de.
Putin wiha axivî:
“Ev ne meseleyeke destûrdayîna Ukraynayê ye ku bi van çekan êrişê Rûsyayê bike an na. Ev meseleyeke biryardayînê ya ji bo tevlîbûna şer a welatên NATOyê ye.”
Ukrayna di demên dawî de daxwaz dike ji Amerîkayê fuzeyên ATACAMS û ji Brîtanyayê fuzeyên Storm Shadows bigire.
Ukrayna wê bikaribe bi van çekên nû êrişî gelek navendên Rûsyayê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken duh di serdana xwe ya Polonyayê de derî li îhtimala dayîna çekên menzîl-dirêj vekiribî hiştibû.
Herwiha, serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer wê îro vê mijarê gotûbêj bikin.
Çav li rêye, piştî vê hevdîtinê meseleya dayîna çekên menzîl-dirêj ji bo Ûkraynayê zelal bibe.
———————————————————-
Foto: Vladimir Putin/Kremlin.ru
Infowelat