1984 saleke xwedî giringîyeke mezin a dîroka Kurdistanê ye.
Êrişên li dijî du navçeyên Bakur Dih û Şemzînanê derî li şerê rizgarîyê vekir.
Hedefa şerê rizgarîyê serxwebûna Kurdistanê bû rêbaza vê jî şerê gerîla bû.
1984 saleke xwedî giringîyeke mezin a dîroka Kurdistanê ye.
Êrişên li dijî du navçeyên Bakur Dih û Şemzînanê derî li şerê rizgarîyê vekir.
Şerê gel ku xwe spartibû gerîla, rêbaza ji bo rizgarîya ji kolonyalîzmê bû.
Serxwebûna Kurdistanê hedefa zelal a vê têkoşînê bû û ev jî bi paradîgmaya rizgarîya ji kolonyalîzmê ya wê demê re li hev bû.
Ji bo rizgarîya neteweyî, wekî li gelek alîyên cîhanê pêk hatibû, pêdivî bi artêşa gel hebû.
Loma di Kongreya 3. a 1986an de PKKê biryar girt, HRKê (Hêzên Rizgarîya Kurdistanê) biguherîne.
Di dewsa HRKê de ARGK (Artêşa Rizgarîya Gelê Kurdistan) hat damezrandin.
ARGK û pêşketina şerê çekdarî
ARGKê şerê gerîla derxist asteke bilind û ji 1987an û pê ve hemleyên leşkerî hatin kirin.
Hejmara gerîla bi tevlîbûnê gav bi gav zêde bû û di dewsa komên biçûk de, komên ji 70-80 kesan pêk dihatin hatin damezrandin.
Gerîlayên ji sala 1990î û vir ve ji Botan û Zagrosê belavî her alîyê Bakur bûn.
Amed, Dêrsim, Xerzan û Serhed bûn navendên nû yên şerê gerîla.
Bi pêşketina şerê gerîla re paralel, li gelek navendên Bakur serhildanên gel pêk hatin.
Li alîyekî din, ji ber Şerê Kendavê yê li Iraqê li başûrê Kurdistanê derfetên mezin ji bo gerîla pêk hatin.
Di vê konjunktura guncaw de PKK dest bi projeya avakirina hukumeta şer Botan-Behdînanê kir.
Ji xwe her du herêm di warê hêzên gerîla de bûbûn yek û di nava û bi hev re tevdigerîyan.
ARGKê wê hewl bidana her du herêman têxistina bin kontrola xwe û wê hukumeta şer li wir bihatana ser kar.
Hewldanên ji bo herêmên rizgarkirî
Mixabin plansazîya hatibû kirin nehat meşandin û ARGK valahîya otorîteyê ya li başûrê Kurdistanê pêk hatibû, bi kar neanî.
Di dewsa midaxaleyeke aktîf û bikaranîna mercên guncaw de rêbaza şerê gerîla ya herdemî hat tercîhkirin.
Piştî jidestçûna derfetên mezin ên ji bo serkeftineke sîyasî û leşkerî, vê carê di 1993an de plansazîya herêmeke rizgarkirî ya li bakur hat kirin.
Di çarçoveya plansazîyê de Elk (Beytuşebab) wê bi êrişeke gerîla bihatana rizgarkirin.
Di qonaxa duyemîn de wê bi hevkarîya serhildaneke gel Qilaban bihatana rizgarkirin.
Bi pêkhatina vê re jî wê yekemîn herêma rizgarkirî ya gerîla bihatana ragihandin.
Ku ev plan bi ser ketiba, vê carê hêzên gerîla ji bo rizgarkirinê wê berê xwe bidana Şirnex û Dihê.
700 gerîla ji bo rizgarkirina Elkê bi qasî du mehan li dora vê navçeyê amadekarî kirin.
Lêbelê ev plansazîya leşkerî jî pêk nehat û bi nêzîkbûna zivistanê gerîla vekişîyan baregehên xwe.
Murat Karayilan ku wê demê fermandarê hêza gerîla ya li Botanê bû, plansazîya rizgarkirina Elkê dimeşand.
Karayilan radigihîne, derfetên rizgarkirina navçeyê hebû lêbelê ji ber nêzîkbûna zivistanê wan dawî li vê plansazîyê anîne.
———————————————————
Foto: Bakurê Kurdistanê û Botan/Rûpela FB a Abdurrahman Onen
Infowelat