“Eger berxwedan hebe, zimanê kurdî jî wê mayînde be”

Bîra miletekî her tiştî wan e û heke mirov bîra xwe ji bîr bike, nikare bigehe cehwerê xwe. Lewma ji bo kurdan arşîv tiştekî pir giring e. Heke mirov ji aliyê belge û kaxizan ve lê binêre, bîra me li mizgeft, dêr û medreseyan de ye. Yek jî çavkaniya arşîva kurdî cih û belgeyên olî ne. Weşangeriya Kurdî ji Rojnameya Kurdistan dest pê dike. Weşangeriya me tenê bi Bakur sînordar nîne û em bi alfabeyên cuda berheman çap dikin. Ji ber vê yekê gelek caran em û parçeyên din ên Kurdistanê re nikarin hev fêm bikin. Êdî lazim e em vê yekê ji nava xwe rakin.”

Îsal careke din bajarê Wanê ya li bakurê Kurdistanê ji bernameyeke ziman re malovanîyê kir.

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê Sempozyûma 2.a “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” li dar xist.

Bername di 17-18ê gulanê de Eywana Tahir Elçî ya Baroya Wanê pêk hat.

Di roja ewilî ya sempozyûmê dehevserokê Egîtîm Senê Mûrat Atabay, Endamê Lijneya Zimanê Kurdî ya Egîtîm Senê Lokman Babat û mêvanê rûmetê nivîskar û zimanzan Nezîr Ocek axaftinên vekirinê kirin.

Mûrat Atabay balê kişand ser xetereya li hemberê kurdî û wiha axivî: “Em jî mixabin li kurdî baldar nînin, em bi zarokên xwe re kurdî naaxivin, danûstandinên me ne bi kurdî ne û di nava gundên me de jî tirkî hatiye bicihkirin. Berê nav tirkî ziman kurdî bû, lê niha nav bûne Kurdî axaftin bûne tirkî . Otoasîmîlasyona di nava me de gelekî zêde bûye. Divê em ji bo pêşîgirtina vê yekê xebatan bimeşînin û Egîtîm Sen jî li ser vê mijarê radiweste û komxebatan dike. Lê, ev tenê têra nake ku em xetereya ku kurdî di nav de ye xelas bike. Saziyên me jî xebatên li ser vê mijarê nakin û xebatên zimanê kurdî weke pêşbirkekê tê dîtin.”

Mêvanê rûmetê nivîskar û zimanzan Nezîr Ocek li ser qelsbûna edebiyata kurdî sekinî û pêdivîya girtina rûmeta nivîskaran destnîşan kir:

“Hezar sal beriya niha edebiyata Kurdî bi saya gelek kesayetan pêşketiye. Van kesan li dû xwe gelek berhem hiştine û li herêmên weke Colemêrg, Botan û Bazîd ji ber ku serbixwe bûn gelek nivîskar derketine. Lê mixabin em nikarin niha behsa kesên wiha bikin ku afirîner in. Gelên ku bindest bin zimanê wan kifilkirî ye, destên wan kelemçekirî ne. Divê mirov azad be ku afirînerî ji hebe. Divê em rûmeteke gelek mezin bidin nivîskarên xwe. Heke miletek qedrê nivîskarên xwe nezane, bi ser nakeve.”

Norwêc samîyan asîmîle kir

Rûniştina yekemîn bi moderatoriya Mazlûm Kanîwar dest pê kir. Werger û Nivîskar Ánne Márjá Guttorm Graven ku ji Norveçê hatiye, gotara “Rewşa Çand û Zimanê Gelê Samî yê Norwêcê” û Şerefxan Cizîrî gotara “Sosyo-polîtîkaya Zimanê Kurdî ya li Bajarên Ewrûpayê” pêşkêş kirin.

Ánne Márjá Guttorm Graven, gotku li Norwêcê li 2 bajaran zimanê samî tê axaftin. Aktîvîsta zimanê samî axaftina xwe wiha dim kir:

“Li van her 2 bajaran jî hejmara kesên Samî dixavin nêzî 3 hezar in. Çand û zimanê gelê Samiyan li her derê heman e. Li tevahî cîhanê nifûsa samiyan di navbera 50 hezar û 80 hezaran digûhere. Ji van jî tenê 20 hezar kes zimanê samî diaxive. Tenê li bakûr zimanê samî tê axaftin û li cihên din ziman ber bi tunebûnê ve diçe. Divê gelê me ziman û çanda Samî biparêze. Piştî nasnameya norwêcî pêşket, gelê samî rastiyê bişaftinê hat. 1902yan de qanûnek hat derxistin û hat diyar kirin ku tenê kesên norwêcî diaxivin dikarin mal û milk bikirin û bifiroşin. Vê yekê zextek mezin li ser gelê me kir.”

Cizîrî: Siyaseta ziman divê dewlet bimeşîne

Şerefxan Cizîrî, bal kişand ser rewşa kurdî li Ewrûpayê û qala pêşketinê kir. Cizîrî, wiha axivî: “Kurd herî zêde li Stockholm, Parîs û Berlînê hene û xebatên xwe yên çandî û siyasî dikin. Heta 1960an li Ewrûpayê polîtîkayên bişaftinê di asta herî jor de bû. Piştî 1960an ev rewş guherî û li Stokholm a paytexta Swêdê dewletê alîkariya weşangeriyê kir û kurdan jî, ji vê yekê sûd girt. Siyaseta ziman divê dewlet bimeşîne, divê dewlet bi saziyên xwe piştgiriya ziman bike.”

‘Sendîka dibistana siyasetê, bîrdoziyê ye’

Rûniştina duyemîn bi moderatoriya endamê Egîtîm Senê Mehmet Sena Sonmez ve hat lidarxistin. Di rûniştinê de rojnameger Serdar Altan, nivîskar Lal Laleş  “Ji Aliyê Zimanî ve Erênî û Neyîniyên Çapemeniya Kurdan”, nivîskar Lal Laleş û mamoste Adar Jiyan axivîn.

Adar Jiyan di gotara  “Rol û Mîsyona Egîtîm Senê di Tekoşîna Zimanê Kurdî de” van tesbîtan kirin:  “Tevî kesên di nava Egîtîm Senê de ku li dijî zimanê dayikê bûn, Egîtîm Senê ji aliyê zimanê dayikê ve gelek xebatên baş kir û ev yek bû dînamîzmek avakir. Heke perwerdehî bi zimanê dayikê nebe bişaftin dest pê dike. Ji bo zarokekê hezkirin, şîr û zimanê dayikê helal e û pîroz e. Gava zarokek ji cihana xwe ku bi zimanê dayika xwe afirandiye, dûr bikeve nebaş dibe. Egîtîm Sen, ne tenê weke sendikayekê, weke saziyeke ku mafên civakî diparêze jî tev digere. Egîtîm Sen tenê sendikeya kedê nîne, Egîtîm Sen sendikeya ziman, ekolojî, siyaset hwd. ye. Ji ber ku ne bi serê xwe ye, nikare xwestekên xwe pêk bîne. Ji aliyê dewletê ve gelek zextan dibîne û ev yek destûrê nade ku xebatên xwe bi rêk û pêk bimeşîne. Sendîka dibistana siyasetê, bîrdoziyê ye û divê wisa be jî.”

Arşîv ji bo kurdan pêwîst e

Weşanger-nivîskar Lal Laleş  “Rola Zimanê Kurdî di Weşangeriya Kurdî ya Îro de” pêşkêş kir. Laleş wiha axivî: “Bîra miletekî her tiştî wan e û heke mirov bîra xwe ji bîr bike, nikare bigehe cehwerê xwe. Lewma ji bo kurdan arşîv tiştekî pir giring e. Heke mirov ji aliyê belge û kaxizan ve lê binêre, bîra me li mizgeft, dêr û medreseyan de ye. Yek jî çavkaniya arşîva kurdî cih û belgeyên olî ne. Weşangeriya Kurdî ji Rojnameya Kurdistan dest pê dike. Weşangeriya me tenê bi Bakur sînordar nîne û em bi alfabeyên cuda berheman çap dikin. Ji ber vê yekê gelek caran em û parçeyên din ên Kurdistanê re nikarin hev fêm bikin. Êdî lazim e em vê yekê ji nava xwe rakin.”

Welat, Azadiya Welat û pêşketina kurdî

Rojnameger Serdar Altan di heman rûniştinê de li ser çîroka çapemenîya bi kurdî wiha axivî: “Tevî ev qas demê jî hin aliyên vê sirgunbûyînê didome û niha xwedî bi sedan ajans, kovar, rojname, TV, websiteyan hwd. ne. Dema Rojnameya Welat hatiye çapkirin û dû re jî Azadiya Welat derketî, zimanê Kurdî gelek pêş ket û belavbûna di nava gel de ya zimanî jî lawaz kir. Avabûna TV û rojnameyên bi Kurdî di ziman de yekreziyek bi xwe re anî. Rojnamegerî ji siyaseta rojane re rasterast girêdayî ye. Rojnamegeriya Kurd tenê ew sazî nînin ku bi zimanê Kurdî weşanê dikin. Rojnameyên weke Yenî Ulke, Ozgur Ulke, Ozgur Gundem hwd. jî rojnamegeriya Kurdî bû lê zimanê wê ne bi Kurdî bû. Divê di çapemeniya Kurd de pêşketin girîng pêk bên ku em behsa mezinbûna çapemeniya Kurdî bikin. Ev bar dikeve li ser hemû kesan û ev qelsbûna heyî ji holê bê rakirin.”

‘Parçebûna Kurdan, li pêşiya ziman dibe astengî’

Dr. Kazhal Fedakar û Dr. Îsmet Xabur di rûniştina yekemîn a roja duyemîn de li ser Rojhilat û Başûr gotaran pêşkêş kirin. Rûniştin bi moderatorîya moderatoriya endamê Egîtîm Senê Nûrhat Hetav pêk hat.

Dr. Kazhal Fedakar di gotara bi serenavê  “Li Rojhilat û Sineyê bikaranîna ziman û rewşa kurdî” van agahîyan da: “Li Sineyê tevahiya gel bi Kurdî diaxive lê di fermiyetê de Kurdî tune ye. Li Îranê gelek milet û ziman hene. Ji wan yek jê ya herî girîng jî kurdî ye. Kurdî, yek ji zimanên nû yên Îranê tê qebûlkirin. Li Îranê gelek berhemên girîng ên bi kurdî hatine afirandin. Kêmbûna pirtûkên zanistî yên bi kurdî û ji ber ku kurdî zimanê perwerdeyê nîne, ev li pêşiya kurdî dibin astengiyên mezin. Hema hema li her çar parçeyan kurdî heman qederê dijî. Her wiha ji ber ku di navbera kurdan de yekitiyeke ziman tune ye, ev yek li pêşiya pêşketina ziman dibe astengiyeke mezin.”

Dr. Îsmet Xaburê ji Zanîgeha Duhokê jî di gotara “Cihê Kurdî ya li Başûr di nava akademiyan de” wiha axivî:

Kurdî li Başûr marjînal dibe

“Girîng e ku em bi kronolojiya zimanê xwe bizanibin. Ji ber ku divê em li gorî vê gavan biavêjin. Li Kurdistanê siyaseta ziman nayê kirin. Ne di akademiyan de ne jî di saziyên fermî de siyaseta vê nayê kirin. Li Kurdistanê 49 akademiyên me hene û ji van tenê 13 jê perwerdeya xwe bi kurdî didin. Anku ji van akademiyan tenê di ji sedî 26an de kurdî heye û ji sedî 73yan de jî perwerdeya kurdî tune ye. Ev rewşekî gelek biêş e. Li Herêma Federe ya Kurdistanê zimanê fermî kurdî ye lê belê qîmeta pêwîst nayê dayin. Ev rewş jî ziman marjînal dike. Bi taybet jî ji bo li zanîngehan zimanê kurdî bê ferzkirin, divê biryarek were dayin. Divê zimanê kurdî di dersên bîrkarî û hwd. de bibe zimanê perwerdeyê. Kurdî bi têrî vê dike û jê zêdeye jî. Ji bo vê jî divê li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiyeke ziman çêbibe û di vê mijarê de karên giring bên kirin.”

Rûniştina duyemîn de ku bi moderatoriya nivîskar Elîf Gemîcîoglû Yavîç hat lidarxistin û di vê rûniştin de Dr. Dîlawer Zeraq û Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli axivîn.

mijara “Dorbendkirina Zimanê Kurdî ya bi Desthilata Zanînê û Sosyo-Polîtîka Berxwedana Kurdî” û Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli jî mijara “Ziman, Siyaset û Hiqûq” pêşkêş kirin.

Netew-dewlet û ziman

Cemîle Tûrhalli gotara “Ziman, Siyaset û Hiqûq” pêşkêş kir û van agahîyan da:  “Zimanê me dewlemend e û 4 zaravayên bingehîn hene û diyalektîka vê zimanê Kurdî ye. Zimanê Kurdî jî siyasetê ve eleqedar e û siyaset bi xwe ye. Zimanê me li çar milên Kurdistanê tê înkarkirin, qedexekirin û bindest e. Netew-dewlet gava xwe avakir, xwest civakê kontrol bike û ji bo vê polîtîkaya xwe ziman bikaranî. Ziman amûra wan a sereke bû. Tirkan jî wiha kir û piştî Peymana Lozanê got ku hemû kesên li Tirkiyeyê dijî Tirk in û hemû kêmneteweyên din li ser ol pênase kir. Ji bo jiholêrabûna bişaftinê divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”

Berxwedan hebe kurdî mayînde dibe

Paşê, Dr. Dîlawer Zeraq bal kişand ser homojeniya miletê kurd û van agahîyan da: “Sosyolojiya kurdan, bendek danî li ber polîtîkayên komarê yên bişaftinê. Gava kurdî hat qedexekirin, sermiyana çandî ya kurdan jî hat dorbendkirin. Ji bo tirkî qadek hat avakirin û gelek ziman û çandên li Tirkiyeyê hatin qedexekirin. Bişaftin ne ji holê rabûna zimanekê ye, xala yekemîn ya bişaftinê guherandina hiş e û ji navê rakirina sermiyana çandî ye. Piştî salên 1960an Dibistanên Şevênî (bi tirk, Yatili Okul) li bajarokan hatin damezrandin û Kurdên li çolê dijîn bi tirkî re ketin têkiliyê. Vê yekê ev bişaftin li pêş xist, lê heta darbeya leşkerî ya 1980yan negiştibû armanca xwe. Lê makeqanûna piştî darbeyê de bi aşkere kurdî qedexe kir û polîtîkayên bişaftinê gelek berfirehî xistin meriyetê. Kurdan heta sala 1960an li dijî van polîtîkayan bi berxwedaneke nebinavkirî li ber xwe da. Di nava dorpêça bişaftinê de xwe parast û xwe geş hişt. Piştî sala 2010an civakbûna kurdan diguhere û sedema vê yekê jî telefon in. Kurdan bi hev re televîzyon temaşe dikir, lê telefonê ferdîbûnek bi xwe re anî. Heke berxwedan hebe, zimanê kurdî jî dê mayînde be.”

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …