Şerê Xezayê bû sebeba kuştina 181 rojnamevanan

Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJ got, Xeza ji bo ojnamegeran bûye cîyekî herî kuştar.

CPJ da zanîn di encamên êrişên Îsraîlê de heta niha li Xeza, Şerîaya Rojava, Îsraîl û Libnanê 181 rojnameger hatine kuştin.

Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJê diyar kir ku ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê û vir ve, li Xeza, Şeriaya Rojava, Îsraîl û Libnanê, herî kêm 181 rojnameger û xebatkarên medyayê jiyana xwe ji dest dane.

CPJ dibêje, şerê li Xezayê tê meşandin, rûxandineke kesnedî çê kiriye, ji bo rojnamegeran bûye serdemeke herî kuştar.

Dîrektorê CPJê Carlos Martinez de la Serna ciddiyeta rewşê wiha vedibêje: “Li Xezayê ji dema ku şer destpêkirîye û vir ve, rojnameger berdêla nûçeyên ku çê dikin bi jiyana xwe didin. Ne parastin, ne ekîpman û ne piştevaniyeke navneteweyî heye û ne jî dikarin xwe bigihînin.”

Li gorî daneyên CPJ heta niha 173 filîstînî, 2 îsraîlî û 6 îibnanê bi tevahî 181 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin.

96 rojnameger hatine birîndarkirin, 2 rojnameger winda ne û 86 rojnameger jî hatine girtin.

CPJê dide zanîn,  herî kêm 17 rojnameger û 2 xebatkarên medyayê rasterast bûne hedefên hêzên Îsraîlê.

Infowelat

———————————-

Foto: Logoya CPJê 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …