Biryara PKKê ya xwefesixkirinê û du nûçeyên girêdayî vê meseleyê temaya sereke ya e-kovarê ye.
Hejmara 23. a e-kovara Kurdistanê hat weşandin.
Biryara PKKê ya xwefesixkirinê û du nûçeyên girêdayî vê meseleyê temaya sereke ya e-kovarê ye.
Damezrandina Însîyatîfa Kurd a Demokratîk a li Amedê tevlî damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê nivîsên hejmara dawî ne.
Herwiha, di vê hejmarê de çîroka bi navê “Mayrîg, Hayrîg…” ku naveroka wê li ser Jenosîda Ermenîyane jî hatîye weşandin.
Nivîsên mayî yên hejmara 23. li ser geşedanên cîhanê ne.
Kurdistan e-kovareke Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin.
Naveroka hejmara dawî
- PKK dawî li hebûna xwe anî
- Medyaya cîhanê û xwefesixkirina PKKê
- Cîhanê ji bo xwefesixkirinê çi got?
- Însîyatîfa Kurd a Demokratîk: Meseleya kurd meseleyeke azadî, demokrasi û statûye ye
- Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hat damezrandin
- “Mayrîg, Hayrîg…”
- Şer li Ewrûpayê 80 sal berê bi dawî bû
- Hindistan êriş bir ser Pakistanê
- Netewperestîya hîndû û Keşmîr
- Rasta radîkal li Romanyayê têk çû
Infowelat