Amerîka li dijî Îranî ambargoyeke din ragihand

Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen:

“Amerîka bi biryar e cezayan li ser kes û şirketên piştgirîya dagîrkirina neheq a Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dikin, li ku derê bin, ceza bike.”

Amerîkî cezayên nû li ser dronên Îranê ragihand.

Washington diyar kir, Rûsya balafirên bêmirov (IHB) ên Îranê Ukrayna bikar tîne.

Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen derbarê ambargoya dawî de daxuyaniyekê da.

Wezîra amerîkî Yellen wiha axivî:

“Amerîka bi biryar e cezayan li ser kes û şirketên piştgirîya dagîrkirina neheq a Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dikin, li ku derê bin, ceza bike.”

Hat diyarkirin ku di çarçoveya cezayan de wê mal û milkên kes û saziyên navê wan hatine tespîtkirin, bên cemidandin.

Hedef Artêşa Pasdaran e 

Di nav şîrketa ku hatine cezakirin de Navenda Lêkolînên Sanayiya Hewayî ya Şahed jî cî digire.

Ev şîrket girêdayî hêzên esmanî yên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ye.

Li aliyekî din, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî derbarê Rûsya û Îranê de biryareke din da.

Wezaretê bi biryara xwe ya dawî ambargo danî ser  şîrketa paramîlîter Wagner a Rûsyayê, Hêza Fezayî ya Pasdaran û Endustriya Hewayî ya Qudsê ya Îranê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …