Çîn bi DeepSeekê bû yekemîn

Çîn alava xwe ya Aqlê Çêkirî (AI) DeepSeekê pêşkêşî bazarê kir.

Gava ku Çînê di vê enîyê de avêt li Amerîka, Ewrûpa û Japonyayê bû sebeba şokê.

Bi taybetî Amerîkaya ku navenda teknolojîya AIyê bû şikestinek giran xwar.

Çîn alava xwe ya Aqlê Çêkirî (AI) DeepSeekê pêşkêşî bazarê kir.

Ev hemleya mezin a teknolojik Çînê di vê mijarê de kir yekemîn.

Sebeba vê ev e, DeepSeek ji Chat GPT û hemû alavên din AIyê baştir e.

Gava ku Çînê di vê enîyê de avêt li Amerîka, Ewrûpa û Japonyayê bû sebeba şoke.

Bi taybetî Amerîkaya ku navenda teknolojîya AIyê bû şikestinek giran xwar.

Qîmeta hebûnên şîrketên di qada Aqlê Çêkirî de xebatê dikirin di carekê de kêm bûn.

Şîrketa Nvidia ku çîpsên komtîturan ji bo AI çêdikir ji serê lîsteyê daket û Apple ket pêşîya wê.

Şîrketa tevlî Googlê endamê heman malbatê ye 100 milyar dolar winda kir.

Japonya, Fransa, Almanya û Holanda

Heman geşedan li Japonya, Fransa, Almanya û Holandayê jî pêk hat û qîmeta şîrketên karê teknolojîya AI dikirin kêm bû.

Pêla şoka teknolojîk serokê Amerîkayê Trum jî xist nava hereketê.

Trump serkeftina teknolojîk a Çînê wekî “banga ji bo hişyarîyê” pênase kir.

Tê payîn, rêveberîya Trump ji bo pêşxistina teknolojîya AIyê di dema bê de hin gavan bavêje.

Infowelat

—————————————-

Foto: Logoya DeepSeekê

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe

Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin. Wisa xuya dike, wê …