Ji ber tirsa parçebûna li nava malê, rêvebiriya Çînê herdem di polîtîkaya xwe ya derve de destekê dide yekitiya axê û dixwaze sînorên heyî yên welatên cîhanê bên parastin.
Ji ber vê sebebê, Çîn di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de biryara li dijî Rûsyayê veto nekir.
Dema ku bi êrişa Rûsyayê re şerê Ûkraynayê dest pê kir, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî civîneke awarte hat lidarxistin.
Endamên konseyê ji bo şermezarkirina Rûsyayê bilez pêşnûmabiryarekê amade kirin û wê pêşkêşî civînê kirin.
Piraniya endamên konseyê di wê baweriyê de bûn wê Çîn pişta Rûsyayê bigirta û tevlî Moskowê pêşnûmaya şermezakirinê veto bike.
Lêbelê Çîn bendewariyên Rûsyayê pêşwazî nekir û di dewsa vetoyê de beşdarî dengdanê nebû.
Rêvebiriya Pekînê bi vê jî nehat serî û sefîrê wê yê Neteweyên Yekbûyî Zang Jûn diyar kir, ew rêzê ji yekitiya axê ya hemû welatan re digire.
Jûn got; Ûkrayna di dewsa bibe qadeke şer, ew dikare bibe pireke di navbera alema Rojava û ya Rojhilat de.
Ango bi gotineke din, Çîn destek neda êrişa Rûsyayê û di nava terbiyeyeke dîplomatîk de bi awayekî sergirtî Moskow rexne kir.
Meseleya Tîbet û Xinkiangê
Bêguman sebeba herî mezin a di binê vê helwestê de meseleya Tîbet û Xinkiangê (Tirkistana Rojhilat) heye ku bi dehan salane serê Çînê diêşîne.
Hêzên mixalif ên her du herêman li derveyî welêt li dijî Çînê kampanyayan dimeşînin û hin ji wan jî daxwaza serxwebûnê dikin.
Ji ber tirsa parçebûna li nava malê, rêvebiriya Çînê herdem di polîtîkaya xwe ya derve de destekê dide yekitiya axê û dixwaze sînorên heyî yên welatên cîhanê bên parastin.
Ji ber vê yekê, bazirganiya bi Rûsyayê re, di meseleya Ûkraynayê de bandorê li Çînê nekir û rêvebiriya Pekînê prensîbên xwe yên sabît ên polîtîkaya derve di ser berjewendiyên aboriyê re girt.
Lewma jî Vladîmîr Pûtînê ku serokê Çînê Xi Jinping wekî destbirakê xwe qebûl dikir, piştî rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi îzolasyoneke pir mezin re rû bi rû ma.