Kroatya bû endamê Eurozone û Schengenê

Kroatya ji 1’ê çileya 2023’an û pê ve bû endamê Eurozone û Schengenê.

Bi her du gavan, ciyê Kroatya ya di nava welatên Yekitiya Ewrûpayê de hîn bêtir xurt bû.

Kroatya bi destpêka sala nû re bû endamê herêma Euroyê ku wekî Eurozone tê pênasekirin.

Di heman demê de Kroatya bû endamê Peymana Schengenê.

Bi her du gavan, ciyê Kroatya ya di nava welatên Yekitiya Ewrûpayê de hîn bêtir xurt bû.

Pispor didin zanîn, bi riya bikaranîna Euroyê wê enflasyona li welêt bê kontrolkirin.

Lê belê di serî de partiyên rastgir, qismeke Kroatyayê bikaranîna Euro erênî nabînin.

Ev derdor diyar dikin, endamtiya Kroatya ya herêma Euroyê wê herî zêde bi kêrî Almanya û Fransayê were.

Bi endamtiya Peymana Schengenê re kontrolên sînorên bejahî û deryayî yên di navbera Yekitiya Ewrûpayê û Kroatya hatin betalkirin.

Bi destpêka 1’ê çileyê û pê ve kontrolên li ser sînorên Hûngarya û Slovenya hatin rakirin.

Biryara endamtiya Kroatyayê ya ji bo vê peymanê di civîna meha borî ya Konseya Yekitiya Ewrûpayê de hatibû erêkirin.

Kroatya piştî Slovenyayê bûbû welatê duyemîn ku ji Yûgoslavyayê veqetiyabû û 1991’an de serxwebûna xwe ragihandibû.

Ev welat 10 sal berê bûbû endamê Yekitiya Ewrûpayê.

Kroatya welatekî Balkanan e. Sînorên wê yên bejahî bi Bosna-Hersek, Slovenya, Hûngarya û Sirbistanê re ne. Welat ji rojava ve ji aliyê Deryaya Adrîyatîk ve hatiye dorpêçkirin,

31 sal in serbixwe ye 

Kroatya yek ji welatê li Balkanan e ku nifûsa wê bi qasî 3.8 milyonî ye.

Berfirehbûna erdên vî welatî bi qasî 56,594 km2 ye.

Kroatya piştî Slovenyayê bûbû welatê duyemîn ku ji Yûgoslavyayê veqetiyabû û 1991’an de serxwebûna xwe ragihandibû.

Kroatya ji 10 sal berê bûbû endamê Yekitiya Ewrûpayê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …