Kovara Wêje û Rexne li Amedê dest bi weşanê kir. Hejmara yekemîn a kovara ku ji çar mehan carekê weşanê dike, li pirtûkfiroş û rojnamefiroşan ciyê xwe girt. Kovar ji aliyê Klûba Xwendinê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Qoserê tê derxistin. Di hejmara yekemîn de hevpeyvîna bi rexnegir Haşim Ahmedzade û dosyeya “Di wêjeyê de bêcîûwarî” cî digire.
“Xwe dişemitînin an dişemitin?” Radyoya Ewropaya Azad (RFE) di warê performansa hin lîderên cîhanê ya di 2013’an de kartonekî weşand. Di kartonê de lîderên serkeftî xwe dişemitînin lê yên têkçûyî ketine erdê û dişemitin. Serokê Çînê Xi Jinping, Papa Francis, serokê Îranê Hesen Rûhanî, serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê Sûriyeyê Beşar Esad wekî ku di kartonê de tê dîtin serkeftî hatine nîşandayîn. Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan, Serokê Amerîkayê Barack Obama, Serokê Ûkraynayê Victor Yanukovich, Serokê Misrê Muhamed Mursî ku îsal ji kar hatibû dûrxistin û serokê Afganîstanê Hemîd Karzayî wekî serokê têkçûyî hatine nîşandayîn. (Karton ji aliyê Katerina Martinovich ve hatiye xêzkirin)
Weşana bi navê Zazakî dest bi weşanê kir. Hejmara yekemîn a weşana ku di Cotmehê de hat weşandin ji 4 rûpelan pêk tê. Di weşanê de zazakiya navçeya Solexan a Çewligê tê bikaranîn. Navenda weşana nû li Solexanê ye.
Rojnameya Tîgrîs li Amedê dest bi weşanê kir. Tîgrîs bi kurdî û tirkî tê weşandin û ji 16 rûpelan pêk tê. Di hejmara ewilî ya rojnameyê de hat diyarkirin ku “ew ê rojname ne girêdayî mitehîd, rantxur û ne jî dijminên gel be.” Rojname ji rûpelên aktuel, polîtîka, civak, çand û huner, jin, aborî, cîhan û herêmê pêk tê.
Li paytexta Polonya Warşovayê xwepêşandana li hember Civîna Îklîmê. 190 dewlet beşdarê civîna ku di 11 Mijdar 2013’an de hat lidarxistin, bûn. Di civînê biryarên pir pêwîst ên ji bo sekinandina germûna global nekarîbû bihatana girtin. Ev jî bû sebeba lidarxistina xwepêşandanên bi vî rengî.
rşova
Bêtir »