(FILES) This file picture taken 01 November 1995 during the start of the Proximity Peace Talks at Wright Patterson Air Force Base near Dayton shows Bosnian President Alija Izetbegovic (L) shaking hands with Serbian President Slobodan Milosevic (R) as Croatian President Franjo Tudjman watches. The Dayton peace accords, signed 21 November 1995, ended Bosnia's 1992-1995 war that claimed some 200,000 lives ended without a winner, complicating the task of rebuilding a viable state and sharing resources among the three main ethnic communities -- Croats, Muslims and Serbs. AFP PHOTO/FILES/JOE MARQUETTE (Photo credit should read Joe Marquette/POOL/AFP/Getty Images)

Bosnaya federal bi Peymana Daytonê hat damezrandin

Peymana Daytonê di 1995’an de di navbera serokên Bosna, Kroatya û Sirbistanê de hat îmzekirin.

Bi vê peymanê, Bosna-Herseka serbixwe ya di bin kontrola her sê miletan de hat damezrandin.

Îro salvegera Peymana Daytonê ye ku dawî li şerê navxweyî ya li Bosna-Hersekê anî.

Peyman di 1995’an de di navbera serokên Bosna, Kroatya û Sirbistanê de hat îmzekirin.

Amerîka ji ber rola xwe ya aloziya Bosna-Hersekê, rasterast malovaniyê ji muzakereyan re kir.

Lewma jî ji bo hevdîtinan eyaleta Ohio ya li rojhilatê Amerîkayê hat hilbijartin.

Hevdîtinên di navbera her sê aliyên şer de li Baregeha Hêzên Hewayî ya Daytonê hat kirin.

Dîplomatê Amerîkî Richard Holbrooke di muzakereyên dijwar de navbeynkariyê kir.

Di encama hevdîtînên dûvedirêj de Peymana Çarçoveya Giştî ya Aştiyê ya Bosna-Hersekê derket holê.

Peyman derî li parçebûna welêt a di nava Sirb, Boşnak û Kroatan de girt.

Bi vê peymanê, Bosna-Herseka serbixwe ya federal a di bin kontrola her sê miletan de hat damezrandin.

Du herêmên federal

Federasyona Boşnak-Kroat û Republika Sirpska di encama peymanê de hatin damezrandin.

Bosna ji aliyê îdarî ve di navbera du herêmên xweser de hat parvekirin.

Li navend û rojavayê welêt Federasyona Boşnak-Kroat a ji bo temsîlkirina herdu miletan hat avakirin.

Bosnaya federal ku li Daytonê li ser hat lihevkirin. /Harite: 50 Shades of Federalism 

Li bakur, rojhilat û başûrê welêt jî hebûna Republika Sirpska ku herêma otonom a Sirban bû hat qebûlkirin.

Herçî bajarê Sarajevo bû, ew jî wekî paytexta hemû Bosna-Hersekê hat qebûlkirin.

Peymana Daytonê derî li şerê navxweyî ya hilweşîner anî ku bû sebeba kuştina zêdetirî 100,000 kesî.

Infowelat

————–

Foto: Ji çepê ber bi rastê, Serokê Bosnayê Aliya Izzetbegoviç, serokê Kroatyayê Franco Tudjman û serokê Sirbistanê Slobodan Milosevic ji bo Bosnaya federal li hev kirin. 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …