Antony Blinken xwest bi gotinên nerm û şermok êrişkarîya dewleta tirk a li Rojava bisekinîne.
Amerîka ji bo pêşîgirtina êrişa Tirkîyeyê ya bi ser Rojava ve di nava hewldanan de ye.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken duh ji bo vê meseleyê çû Tirkîyeyê.
Blinken li Enqereyê serokomarê Tirkîyeyê Tayîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re hevdîtin kir.
Di hevdîtinan de Blinken rasterast qala Rojava nekir lê pêdivîya domandina “şerê li dijî DAIŞê” kir.
Blinken ji Erdogan daxwaz kir hemû “alîyên li Sûrîyeyê sivîlan biparêzin.”
Piştî hevdîtinê ofîsa çapemenîyê ya Serokomarîya Tirkîyeyê ragihand, ji Blinken re gotîye “şerê li dijî DAIŞê sist nekin”.
Paşê, Blinken di tweeta derbarê hevdîtina xwe ya bi Erdogan re vê got, wî “bi Erdogan re ewlekarîya herêmî û dema derbasbûna polîtîk gotûbêj kirine.
Berdevkê Wezareta Amerîkayê Matthew Miller jî derbarê hevdîtinê de daxuyanîyek da.
Miller wiha axivî:
“Antony Blinken ji dewleta Tirk xwestiye ku rûmetê bidin mafên mirovan ên hemû aktorên Sûriyê, li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigerin û kêmar jî di nav de, çi gavên ji bo parastina sivîlan lazim be, bavêjin.
Antony Blinken dema hevdîtinê destnîşan kiriye ku divê divê rê li ber koalisyona ji bo têkbirina DAEŞ’ê neyê girtin ku vê koalisyonê karibe misyona xwe bîne cî.”
——————————————————–
Infowelat
Foto: Antony Blınken/Medyaya Civakî