Parlamentoya Holandayê ji bo Rojava biryar girt

Parlamento di civînê de ji Hikumeta Holandayê û Yekitîya Ewrûpayê daxwaz kir, van biryaran bigire:

“Mafên kurdan di qonaxa veguhêz de li Sûriyeyê werin misogerkirin” û “kurd, êzidî û xirîstiyan ji xetereya şîdetê, cîhadîzmê û terorîzmê werin parastin.”

Parlamentoya Holandayê ji bo piştgirîya bi Rojava re civînekê li dar xist.

Parlamento di civînê de ji Hikumeta Holandayê û Yekitîya Ewrûpayê daxwaz kir, van biryaran bigire:

“Mafên kurdan di qonaxa veguhêz de li Sûriyeyê werin misogerkirin” û “kurd, êzidî û xirîstiyan ji xetereya şîdetê, cîhadîzmê û terorîzmê werin parastin.”

Bi her du pêşniyazbiryaran, Parlamentoya Holandayê daxwaza avakirina sîstema demokratîk li Sûrîyeyê da.

Ji 149 parlamenterên Holandayê 146ê ji wan ji bo pêşniyazbiryaran dengên xwe dan.

Di biryaran de ji Hikûmeta Holandayê hat daxwazkirin, daxwazê ji Tirkiyeyê bike, “Yekser êrişên li ser kurdên Sûriyeyê werin rawestandin” û “Mafên kurdan di Sûriyeya nû de werin dabînkirin.”

Pêşniyazbiryar ji aliyê parlamentera berê ya Yekîtiya Ewrûpayê û parlamentera niha ya Partiya Karker û Keskan a Holandayê Kati Piri û parlamenterê Partiya Lîberal a D66an Jan Paternotte ve hatin pêşkêşkirin.

Pêşnîyazbiryara duyemîn ji alîyê Eric van der Burg ji Partiya Gel a Ji Bo Demokrasiyê re pêşnîyazbiryara hejmar 2999an pêşkêş kir.

Di vê pêşnîyazbiryarê de hat daxwazkirinkurd, êzidî û xirîstiyanên Sûriyeyê ji

şîdetê, cîhadîzmê û terorîzmê werin parastin.”

Hêjayî gotinê ye, Partiya Gel a Ji Bo Demokrasiyê di nava hikumetê de cîyê xwe digire.

————————————————-

Infowelat

Foto: Parlamentoya Holandayê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …