IFJ: 104 rojnamevan di salekê de hatin qetilkirin

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) ragihand, di sala 2024 an de 104 rojnamevan hatin qetilkirin.

Di raporê de hat ragihandin di 2 salên dawî de ji % 60ê kuştinên rojnamevanan li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê pêk hatine.

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) di rapora xwe de ragihand, di sala 2024 an de 104 rojnamevan hatin qetilkirin.

Rapor bi wesîleya 10ê çirîya paşîn a Hefteya Mafên Mirovan hat weşandin.

Ji rojnamevanên hatine qetilkirin 12 jê jin in.

IFJê ji bo parastina ewlehîya rojnamevanan xwest Peymaneke Navneteweyî ya ji bo Parastina Rojnamevanan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bê qebûlkirin.

Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê

Di raporê de hat ragihandin di 2 salên dawî de ji % 60ê kuştinên rojnamevanan li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê pêk hatine.

66 rojnamevan di sala 2024an de li her du herêman hatine qetilkirin.

Li Filistînê 55, li Libnanê 6 û li Sûrîyeyê 1 rojnamevan hatine kuştin.

Rapor nîşan dide, ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê vir ve 138 rojnamevanên filistînê hatine kuştin.

IfJ dibêje, Filistîn piştî Iraq, Fîlîpînan û Meksîkayê welatê herî xetere ye ji bo rojnemevanan.

——————————————————–

Infowelat

Foto Nexşeya cîhanî ya kuştina rojnamevanan/IFJ

Rojnamevanên kurd Tirkiye û Iraqê protesto kirin

infowelat.com

Li vê jî binêre

Xebatek giranbûha lê şaşiyek ne ji rêzê

Bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beytên helbestvanên Edebiyata …