Saziya Çavdêriya Jiciyûwarkirina Navxweyî IDMC’yê rapora 2025’an a koçberiyê belav kir.
Rapor dibêje hejmara kesên li nav welatên xwe ji ciyûwarên xwe hatine kirin, gihîştiye hejmareke rekor.
Tenê di sala 2024’an de 83 milyon û 4 sed hezar kes ji ber sedemên pevçûn û felaketên xwezayî terka ciyûwarên xwe kirine.
Saziya Çavdêriya Jiciyûwarkirina Navxweyî ya navneteweyî IDMCyê rapora 2025an a koçberiya naxweyî belav kir.
Rapor dibêje, di sala 2024an de li seranserê cîhanê 83 milyon û 4 sed hezar mirov, ji ber sedemên pevçûn û felaketên xwezayî, li nav welatên xwe ji ciyûwarên xwe hatine kirin.
Li gorî sala 2023an, hejmar ji sedî 10 zêde bûye û zêdetirî du qatên hejmara şeş sal berê bûye.
Hejmara kesên ji ber sedemên pevçûn û şîddetê 73,5 milyon derbas kiriye.
Qismekî mezin ê vê hejmarê welatiyên Afganistan, Sûriye û Yêmenê pêk tînin.

Hin daneyên di raporê de wiha ne:
- Buyerên şîddetê yên li Haîtî, Libnan, Myanmar û Ûkraynayê yên salên dawîn hejmarê bilind dike.
- Ji 10 welatan serê her welatekî 3 milyon kes di sala 2024’an de ji ber sedemên pevçûn û şîdetê ji ciyûwarên xwe hatine kirin.
- Li Sûdanê ya ku şerekî xedar ê navxweyî lê tê meşandin, vê hejmarê digihîje 11.6 milyonan.
- Li Xezayê, heta dawiya sala 2024’an, hema hema temamê nifûsa herêmê, nêzî 2 milyonan kes ji ciyûwarên xwe hatine kirin.
- Ji hejmara 83 milyon û 47 sedî, nêzî 10 milyonan kes ji ber sedemên felaketên xwezayî ji ciyûwarên xwe bûne.
Infowelat
————————————————-
Foto: Komeke kesên terka cîûwarê xwe dikin