Xwîn herikî li Mistonê

Avreş JIYAN

Berbanga sibehê bû. Bayeke havînê ji zozanên bakur veqetiyabû û derdor serûbin dikir. Li jor, li bilindahîyên çiyayên Çewligê û li jêr girên asê û tev de ji zinar… Navçeya Licê ji dûr ve di bin tava havînê de, li pişt toz û gemarekê car cara xwiya dikir û ji nişka ve wenda dibû. Gerîlayên ARGKê ref bi ref di bin van dîmenên efsûnî de ber bi Girê Alî ve diherikîn.

Ji awirên wê yên nazik, xemgîniyeke kûr xwe dida der wexta ev stran digot.

Gula biharê Rûkenê

Rê ronek daye Rûkenê

Heyva êvarê Rûkenê

Bûka kurda yî Rûkenê

Sal, 1993 bû. Havînek bi germahiya keder û elemek mezin daketibû ser bajarê Amedê. Meha Tîrmehê, bi şewateke dojehî kuçe û kolanên vî bajarî kevnare dişewitand û mirov bê hiş dixist. Hîn mehek berê bû birayê xwe di şerekî dijwar de winda kiribû. Birayê wê Murat her tim li ber çavên wê de, di şevên wê yên tarî de daleqandî dima wisa bi keser mîna peykerekê. Ji bilî van hestên bê tarîf, hêrseke mezin di dilê wê de mîna volqaneke gav bi gav bilind dibû û derfetên teqînek mezin bê serî digeriya.

Ew Rûkena min bû. Gepsor a gula biharê, xwişka min bû. Bejinbilinda stêrka xweşikahiya vê erdnîgariyê… Nebahata min bû ew. Ew bejna zirav, nazik, bedew û qeşeng, ji bo azadiya gelê xwe bi fikir û ramanên şoreşgerî wê hîn bêtir xweşik bûbûya.

Pîştî şehadeta birayê xwe, Nebahat êdî ne ew Nebahata berê bû. Di reşikên çavên wê de ronahiyek ecêb dibiriqî. Çirûsk mîna birûskan car caran vêdiket û ji nişkave vedimirî. Bi şevan xew nediket çavên wê. Pirî caran nêzîkî sibê ji xwe ve diçû û di xewn û xeyalên zarokatiyê de wenda dibû. Di nava rojê de her tim di bin wê tava havîna tûj de bi saetan li bilindahiyên bakurê Amedê dinêrî û çiyayan xeyal dikir. Êdî ew dikir bigihîje ciyê pêkhatina xeyalên xwe.

Nebahat Ayaz û birayê wê Murat Ayaz/Arşîva malbatê

Sal, 1994 bû. Serê çiyayên Amedê bi pevçûnên giran hildiweşiya. Her roj bi dehan şervan di kemînan de dihatin kuştin. Hejmara şervanên ciwan ji ber pêla tevlîbûnê pir zêde bû. Bi demê re ev şervan êdî mîna barê yekîneyên gerîla dihatin dîtin. Pêwîst bû ev barê giran bihatana avêtin. Fermandarê eyaletê, ciwanên ku hîn di serê serpêhatîya jiyana xwede bûn ji bo ji holê werin rakirin, her roj dişandin ser kemînan. Di salên destpêkê yên şerê gerîla de li Amedê de hal û waziyet wiha bû.

Kemîna li Mistonê

Berbanga sibehê bû. Bayeke havînê ji zozanên bakur veqetiyabû û derdor serûbin dikir. Li jor, li bilindahîyên çiyayên Çewligê û li jêr girên asê û tev de ji zinar… Navçeya Licê ji dûr ve di bin tava havînê de, li pişt toz û gemarekê car cara xwiya dikir û ji nişka ve wenda dibû. Gerîlayê ARGKê ref bi ref di bin van dîmenên efsûnî de ber bi girê Alî ve diherikîn. Nêrgizên ku di bin zinar û latan de şîn bibûn, bi şewqa rojê re dibiriqîn. Giyayên hêşîn ên li her derê belav bûbûn, di bin tava germ de dilerizîn. Gul û sosin, binevş û şîlanan ji her deverê serê xwe bilind dikirin. Yasemîn û beybûnên spî di bin tava germ de hênikahiyek xweş dadixistin ser wan. Geliyê Şatos û Miston, ber bi qadên bilindahiyên Yegêderî ve mîna marekî reş dizivirîn û dirêj dibûn. Di bin girê Alî de darên spîndar, kaj û tuya bi bayê zozanan li nava hev diketin û di gelî de deng vedidan.

Hemû zarok bûn. Ev çend meh in çek hilgirtibûn û ji zanîna şer dûrbûn. Lê bi biryar bûn. Ji dil bûn û ji serî heta binî bi baweriyeke şoreşgerî tijî bûn. Lê dijmin har bû. Çav vekirî û hay ji her tiştî hebû. Agahî zû gihaştîbû wan. Ji navçeya Licê heya deverên Miston û Şatos kemîn hatibûn danîn. Wê ji bo wan, şerekî paqij û ziyafetekî serkeftî bûbûya.

Nebahat Ayaz (rast) û keça mamê wê Bîrgul Ayaz/Arşîva malbatê

Nebahata nazik û gepsor, ew gul û sosina vê erdnîgariyê bi kêf û coş tevlî hevalên xwe yên ciwan bi hêz dimeşiya, bêyî ku bizanibe wê çi were serê wan. Girê Alî û girên derdorê di bin tava tûj de hêdî hêdî xwiya dibûn. Di gelî de dengê cikcika çûkan belav bûbû. Car caran ba disekinî û dengê çemekê ji kûrahiya newalekê dihat bihîstin. Demek bi vî awayî herikî û çû. Qefleya şervanan xwe berdabû newalekê û ber bi pêş ve diherikî. Ji nişka ve qêrînek deng veda:

“Leşker… Leşker… Xwe veşêrin!”

Piştî vî dengî kes fam nekir çi bû û di carekê de çekên giran gule li wan reşandin. Çend guleyên giran di bin guhê Nûjin (Nebahat) re derbas bûn û serê wê gêj kirin. Hejiya, ji bo nekeve, bi zinaran girt. Wexta hat ser xwe, wê jî ber bi kemînên leşkeran ve dest bi reşandina guleyan kir. Li her derê bombe, roket û guleyên çekên giran, bîksî û doçkayan diteqiyan. Di demek kurt de deverên ku şervan lê bûn ji şewat û barûtê û bi dûmaneke reş tije bûbû. Şervanên ciwan yek bi yek di kemînên bêbext de diketin. Nûjîn li kêleka xwe nêrî. Nergiza qîza apê wê Bîrgûl di quncika zinarekî de xwe veşartiye û diqîre.

“Bes e, bes e, bes e…”

Bangî wê kir:

“ Nêrgiz, Nêrgiz hay ji xwe hebe, zû were ser xwe, zû…”

Nêrgiz serê xwe bilind kir û li qîza apê xwe nêrî. Wê çaxê guleyek mezin hat û li ser rûyê wê ket. Serçavê wê belav bû. Serê wê yê ku hindik maye ji bedena wê biqete, li vî û li wî aliyê hejiya. Laşê wê ya bê rih li ser zinaran ket. Vî dîmenî, Nûjîn ji xwe ve bir. Di çavên wê de cardin çirûsk biriqîn. Bi hêrs lûleya çeka xwe da ser kemînên leşkeran û bê sekin guleyan reşand. Demek şûn de cebilxaneyên wê qediyan û destê wê bi xwe çû ser bombeya di dest de amade bû. Ew ê zindî neketibûna destên dijmin.

Nebahat Ayaz/Arşîva malbatê

Me te bi ala sor xemilandî”

Li pişt zinaran li der û dora xwe nêrî. Hevalên wê giş hatibûn kûştin. Wê çaxê di dilê wê de tenêtiyeke dijwar xwe da der. Dijmin êdî zinarê ku wê xwe lê veşartibû hedef girtibû. Serê xwe bilind kir û xwest li ezman binêre. Wê çaxê hevalek li ser darekê dît. Hevalê wê xwe di nava pelên darê de veşartibû û bi tirs lê dinêrî. Nûjîn bi lêvên ken, ber bi hevalê xwe ve bi dengek nizm got:

“Netirse, Netirse heval…”

Piştî vê gotinê pîma bombeya di destê wê de nişkave ji cih derket. Piştre teqînek mezin pêk hat. Li ser zinarê ku xwe veşartibû dûmaneke reş rabû. Laşê wê ya ji hev ketiye, firiya hewayê û li ser giyayên hêşîn ket.

Hevalê wê yê xort li ser dara ku xwe veşartiye li laşê Nûjîna bedew nêrî. Ewqas xweşik û nazik bû; ev mirina bêbext jî nekarîbû xweşikahiya wê xera bike. Porê wê yê qehweyî, ruyê wê ya vekirî sipî û lêvên wê yên bi ken mirinê têk dibir. Kilamê ku hertim li ser lêvên wê diherikîn, aniha jî di geliyê ku lê ketiye deng vedida.

Nexşeya devera şer a li Mistonê. Erdên Amed, Çewlik, Batman û Mûşê di nexşeyê de xuya dikin. /Nexşe: Infowelat

Me te bi ala sor xemilandî

Me te li nava gel gerandî

Me te ji bo şoreşê şandî

Bûka kurdanî Rûkenê

*   *   *   *

Te serê me bilind hilda

Bû nîşana jinên Kurda

We ji bo welat xwîna xwe da

Bûka kurdanî Rûkenê

Kî ye Nebahat Ayaz?
Nebahat Ayaz, di 1974 de li Amedê hate dinyê. Dibistana seretayî û navîn xelas kir û piştî perwerdeya  çend salan terka lîseyê kir. Di 1992an de û ligel qîza apê xwe Birgul Ayazê û çend hevalên xwe yên keç tevlî refên ARGKê bû. Li çiyê derfet kêm bû û hejmara şervanên nû zêde bû. Lewma jî fermandar Hebûn ji bo vegerin bajêr ew qayil kir. Nebahat û hevalên wê yên keç di havîna 1992an de vegerîyan bajêr. Wexta kû birayê wî Murat Ayaz (Avreş) di havîna 1993an de li navçeya Farqinê jîyana xwe ji dest da, Nebahat berê xwe cardin da çiyê. Ev çûyîna wê ya dawî bû.
Nebahat li çiyê koda Nujîn li xwe kir. Bîrgul Ayaz jî koda Nêrgiz girt. Nebahat û Birgul tevlî komeke hevalên xwe di havîna 1994an de di navbera Licê û Dara Hênê de di kemîneke Artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Trump serkeftineke zelal bi dest xist

Donald Trump di hilbijartinan de bi der ket û careke din bû serokê Amerîkayê. Partîya …