Amerîka desteka ji bo Rojava didomîne

Liderê amerîkî di axaftina xwe de got, “Amerîka wê xebata xwe ya bi dostên xwe yên li Sûrîyeyê re bidomîne.”

Ev jî tê wateya domandina hevkarîya bi HSDê (Hêzên Sûrîyeya Demokratîk) re.

Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê rewşa dawî ya Sûrîyê de axivî.

Di daxuyanîya li Qesra Spî Biden got ew ê “îstikrara li rojhilatê Sûrîyeyê biparêze”.

Ev jî di nava kurdan de wekî soza parastina Rojavayê Kurdistanê hat şîrovekirin.

Liderê amerîkî di axaftina xwe de got, “Amerîka wê xebata xwe ya bi dostên xwe yên li Sûrîyeyê re bidomîne.”

Ev jî tê wateya domandina hevkarîya bi HSDê (Hêzên Sûrîyeya Demokratîk) re.

Biden qala sekna Amerîkayê ya di meseleya mafên komên etnîk ên li Sûrîyeyê jî kir û da zanîn, “wê Amerîka mafên hemû koman di Destûra Bingehîn a Sûrîyeyê de misoger bike.

Di mijara hebûna hêzên amerîkî yên li Sûrîyeyê de jî Biden got, wê leşkerên amerîkî li welat bimînin.

Biden têkoşîna bi DAIŞê re wekî sebeba mayina leşkeran nîşan da.

Di heman şeva Biden axivî, balafirên Amerîkayê li ser baregehên DAIŞê bombe barandin.

Pentagonê ragihand, 75 hedefên rêxistinê hatine bombekirin.

Bomberana dawî wekî nîşaneyeke biryardarîya Washingtonê ya ji bo têkoşîna bi DAIŞê re hat şîrovekirin.

————————————————–

Infowelat

Foto : Serokê Amerîkayê Joe Biden/Medyaya Civakî

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …