Awustralya bi planekê dixwaze aborîcîn di nava şert û mercên baş de li ser erdên bijîn.
Hikumeta Serokwezîr Albanese ji bo planê 843 milyon dolarên Awustralyayê veqetand.
Awustralya ji bo başkirina şert û mercên aborîcînan wê gav bavêje.
Hikumeta Partîya Kedê ya Serokwezîr Anthony Albanese, bi vê armancê raporekê amade kir.
Albanese ji bo danasîna rapora 2025an a pêkanîa tedbîran de, di parlamentoyê de axaftinekê kir.
Serokwezîr got, ji bo bidawîkirina vê newekheviyê avêtina gavên giring pêwîst in.
Albanese da zanîn, di warê 11 ji 19 hedefên di raporê de gav hatine lê bi tenê pênc ji wan hatine bicîanîn.
Lîderê Awustralyayê got, wê di nava 6 salan de 843 milyon dolarên Awustralyayê ji bo xizmeta aborîcînan hatîye veqetandin.

Hin xizmetên tên plankirin
- Di nava sê salan de wê ji bo 3,000 aborîcînan kar bê dîtin.
- 1,000 kes wê di Bernameya Nobedarên Aborîcîn de wekî nobedar kar bikin. Di nava vê de wê 770 jin jî cî bigirin.
- Li eyaleta Northern Territory wê 200 xanîyên ji bo aborîcînan re bên avakirin.
- 300 kes wê di Bernameya Stajê ya Karkerên Tenduristîyê ya Miletên Esil (aborîcîn) de kar bên perwerdekirin.
- 27 însîyatîfên edelatê yên li ser bingeha civakî pêk tê wê di li din ava seranserê civakên aborîcîn ên li welêt bên meşandin.
- Bihêzkirina karê belavkirina xurekan din ava civakên dûrî navendan ya bi rêya xurtkirina kapasîteya 120 karkerên aborîcîn
Infowelat
——————————————-
Foto: Antony Albanese tevlî lîderên eyaletan di 2023an de peymana mafên aborîcînan îmze dike/X