Rojhilata Navîn bi gefa Trump dike careke din derî li alozîyê veke.
Donald Trumpê ku çav berdaye Xezayê, gef li Hamasê xwar.
Serokê Amerîkayê got, hemû rehîne neyên berdan ew ê qiyametê rabike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber meseleya pevguhertina rehîneyan gef li Hamasê xwar.
Serokê Amerîkayê ji Hamasê xwest hemû rehîneyên Îsraîlê bên berdan.
Donald Trump “heta roja Şemiyê” wext da Hamasê, got: “Eger hûn wan bernedin, ez ê qiyametê rakim.”
Donald Trump pê re jî pêşniyazî Îsraîlê kir, eger rehîne neyên berdan, bila agirbestê xera bikin.
Hamas pevguhertin sekinandibû
Beriya daxuyaniya Trump, Hamasê bi hinceta ku Îsraîl şertên agirbestê binpê dike, pevguhertina rehîne û girtiyan dabû sekinandin.
Hamas îddia dike ku Îsraîl vegera Xezayê asteng dike û destûrê nade alîkariya însanî.
Hikumeta Îsraîlê ji bo rewşa dawî binirxîne wê li hev dicive.
Infowelat
———————————
Foto: Trump di dema di balafira serokatîyê ya Amerîkayê de/X