Tirkiye û Iraq peymana ewlekarîyê îmze kirin

Tirkiye û Iraq duh li Enqereyê peymana ewlekarîyê îmze kirin.

Peymana ji bo hebûna leşkerên tirk a li başûrê Kurdistanê û Iraqê çarçoveyeke legal peyde dike.

Iraq bi vê peymanê qebûl dike, bi Tirkiyeyê re kordînasyoneke leşkerî ava bike.

Tirkiye û Iraq li hemberê têkoşîna gelê kurd têkiliyên xwe xurtir dikin.

Hevdîtina li Enqereyê ya di navbera her du alîyan de du roj dom kir.

Her du welat duh li ser peymana ewlekarîyê li hev kirin.

Peyman ji alîyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn ve hat îmzekirin.

Peymana ewlekarîyê ji bo hebûna leşkerên tirk a li başûrê Kurdistanê û Iraqê çarçoveyeke legal peyde dike.

Xaleke giring a peymanê hevkarîya leşkerî ya di navbera her du alîyan û Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê de ye.

Kordînasyona leşkerî

Tirkiye ji îro pê ve wê xebatên xwe yên leşkerî yên li herêmê bi rêya kordînasyona bi Iraqê û hukumeta Hewlêrê re pêk bîne.

Bi peymanê li Bexdayê Navenda Kordînasyona Ewlekarîya Hevpar û li baregeha Başîqayê Navenda Hevkarîyê ya Hîndekarîya Hevpar tê damezrandin.

Enqere û Bexda ji bo xurtkirina hevkarîya di navbera xwe de îsal çar rêzecivînan li dar xistin.

Di encama polîtîkaya zext û bertilê ya dewleta tirk de, Bexda di adarê de PKKê qedexe kir.

Tirkiye dixwaze bi rêya hevkarîya Iraq û hukumeta başûrê Kurdistanê dawî li hebûna leşkerî ya PKKê bîne.

——————————————

Foto: Daxuyanîya çapemenîyê ya Fuad Huseynî û Hakan Fîdan/Medyaya Sosyal

Infowelat

 

Li ber siya dagirkeriya tirk paşeroja siyaseta Iraqê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Holanda êrişî mafên penaberan dike

Holanda wê di polîtîkaya xwe ya penaberîyê de guherînên bingehîn pêk bîne. Zextên li ser …