Hejmara penaxwazan li Swîsreyê kêm bû

Fatoş Demirtaş

Di 2024an de hejmara kesên li Swîsreyê serî li mafê penaberîyê dan, kêm bû.

Par, 27,740 kes li vî welatî serî li mafê penaberîyê dane.

Sebeba vê yekê kêmbûna koça ji Tirkîye, Afganistan û Sûrîyeyê ye.

Hejmara penaxwazan li Swîsreyê kêm dibe.

Swîsreyê ragihand, di 2024an de hejmara penaxwazan li gorî sala berê ji % 8.1 kêm bûye.

Par, 27,740 kes li vî welatî serî li mafê penaberîyê dane.

Agahîyên li ser mijarê ji alîyê Sekreteriya Koçberiyê (SEM) ve hat weşandin.

Welatê herî zêde div ê mijarê de derketîye pêş dîsa Afganistan e.

8,627 welatîyên Afganistanê serî li mafê penaberîyê dane.

Tirkîye duyemîn e

Tirkîye welatê duyemîn e ku welatîyên wê herî zêde serê li mafê penaberîya Swîsreyê dane.

Par, 4,000 welatîyên Tirkîyeyê ji Swîsreyê mafê penaberîyê daxwaz kirine.

Tevî vê jî, rêjeya penaxwazên ji Tirkîyeyê ji % 40 kêm bûye.

SEM ragihîne, koça penaberîyê ya ji Tirkîye, Afganistan û Sûrîyeyê kêm bûye.

Ev jî bûye sebeb, hejmara penaxwazên li Swîsreyê kêm bibe.

Daneyeke din a giring a raporê jî di derbarê rêjeya dayîna mafê penaberîyê ye.

SEMê di 2024an de ji mafê penaberîyê daye ji % 54ê penaxwazan.

Grafikeke li ser serilêdanên penaberîyê yên li gorî welatan. /SEM

Detayên rapora SEMê

Hin agahîyên ji rapora dawî ya SEMê wiha ne:

  • Zexta Tirkîyeyê li 3 milyon penaberên ji Sûrîyeyê û li 200,000-300,000 hezar penaberên Afganistanê dikare careke din koça ber bi Ewrûpayê ve zêde bike.
  • Koça ji herêma navendê ya Deryaya Spî ji % 60 kêm bû. Par, 67,000 kes bi rêya bê rotayê gihîştin Îtalyayê.
  • Hejmara kesên ji rojavayê Afrîkayê yên li Swîsreyê serî mafê penaberîyê dane zêde bûn.
  • Gelek penaxwaz ji ser Swîsreyê derbasî Almanya, Fransa û Brîtanyayê dibin û naxwazin li Swîsreyê bimînin.
  • Hejmara penaxwazên li Tirkîyeyê hem li Swîsreyê hem jî li Ewrûpayê kêm bûye.
  • SEM texmîn dike, di sala 2025an de wê 24,000 kes serî li mafê penaberîyê bidin.

Foto: Komeke penaberên di rotayeke li Çiyayên Alp

Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …