Parlamentoya Swêdê Peymana Hevkarîya ya Parastinê ya bi Amerîkayê re qebûl kir.
Peyman destûrê dide hêzên leşkerî yên Amerîkayê 17 baregehên li Swêdê bi kar bînin.
Di peymanê de qala qedexekirina bicîkirina çekên nukleerî ya li ser axa Swêdê nehatîye kirin.
Parlamentoya Swêdê Peymana Hevkarîya ya Parastinê ya bi Amerîkayê re qebûl kir.
266 wekîl dengê xwe dan peymanê û 37 wekîl jî li dîjî peymanê deng bi kar anîn.
Erêkirina peymanê rastî rexneyên xurt ên antî-mîlîtarîstan hat.
Bi taybetî, partîyên çep û kesk fikarên xwe yên ji bo peymanê îfade kirin.
Peyman destûrê dide hêzên leşkerî yên Amerîkayê 17 baregehên li Swêdê bi kar bînin.
Amerîka wê li gorî daxwaza xwe bikaribe çek û cebilxaneyê li van baregehan bi cî bike.
Di peymanê de qala qedexekirina bicîkirina çekên nukleerî ya li ser axa Swêdê nehatîye kirin.
Rexneyên giran jî li vê nuqteya nehatîye zelalkirin tê kirin.
Wekîla Partîya Keskan Emmar Berginger di gotûbêjên di parlamentoyê de got. “Em dixwazin bicîkirina çekên nukleerî li ser Swêdê qedexe bikin.”
Mixalefetê radigihîne, Norwêc, Denmark û Fînland di peymanên xwe yên bi Amerîkayê re bicîkirina çekên atomê ya li nava sînorên xwe qedexe kirine.
Swêd di 2022an de serî li endamtîya NATOyê dabû û piştî Tirkîye rêya wê vekiribû, di 2024an de bûbû endamê rêxistina leşkerî.
Bi hatina ser kar a hukumetên rastgir, Swêd polîtîkaya xwe ya bêalîbûna leşkerî bidawî kiribû û li Deryaya Baltikê bûbû dijberê Rûsyayê.
….………………………………………………………
Foto: Wezîrên parastinê yên Amerîka û Swêdê di dema civîna ji bo îmzekirina Peymana Hevkarîyê ya leşkerî ya di 2023 de/X.com
Infowelat