Amnesty International: 1.518 kes hatin înfazkirin

Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî (Amnesty International) rapora 2024an ya înfazên cezayên îdamê weşand.

Hejmara kesên hatine darvekirin ji sala 2015an û vir ve derketiye asta herî bilind.

Piranîya înfazan li Erebistana Siûdî, Îran, Iraq û Yemenê hatine kirin.

Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî rapora 2024 a cezayên îdamê weşand.

Raporê destnîşan dike, di 2024’an de li 15 welatan ji 1518 kes hatine înfazkirin.

Cezayê înfazên mirovan ji sala 2015an û vir ve derketiye asta herî bilind.

Di 2023an de 1.153 înfaz hatibûn qeydkirin.

Rapor dibêje 91 ji % wan înfazan li Îran, Iraq û Erebistana Siûdî pêk hatine.

Li van sê welatan tenê, 1.380 înfaz hatine qeydkirin.

Welatên Rojhilata Navîn

Iraqê hejmara înfazan 4 qatan zêde kiriye par 63 kesan darve kirîye.

Erebistana Siûdî jî wê hejmarê du qatan zêde kiriy û 345 kes înfaz kirine.

Îran par herî kêm 972 kes înfaz kirine ku ev jî dike 64 ji % hemû înfazan.

Bi hezaran înfazên li Çînê, Koreya Bakur û Vîetnamê hatine kirin di raporê de cî nagire.

Sebeb ev e, hejmara kesên liv an welatan tên darvekirin ne zelal e.

Infowelat

——————————————

Foto: Logoya Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …