Almanya Peymana Penaberîyê nîqaş dike

Fatoş Demirtaş

Nîqaşên li ser Peymana Penaberîyê ya Yekîtîya Ewrûpayê berdewam dikin.

Li Ewrûpayê bi giştî 160 rêxistinên mafên mirov ku di nava wan de Amnesty International jî hebû, peymanê rexne kiribûn.

Nîqaşên li ser Peymana Penaberîyê ya Yekîtîya Ewrûpayê berdewam dikin.

Yek ji welatê herî zêde nîqaş li ser peymanê tê kirin, Almanya ye.

Serokê Partiya Gel a Ewrûpayê Manfred Weber reforma nû li hemberî rexneyên tund parast.

Weber bersivê da rexneyên Keskan û wan bi bêberpirsiyarîyê tawanbar kir.

Weber got, Kesk dizanin ku alternatîfa reforma penaberiyê tê wateya kaosê.

Siyasetmedarê alman axaftina xwe wiha dom kir:

“Ewrûpa parzemîna yekemîn a cîhanê ye ku herî zêde alîkariya penaberan dike. Lê li sînorên derve hin qayde pêwîst in. Ji ber vê yekê, ewlehiya sînor û prosedurên bilez ên li ser sînorên derve hin ji qaydeyên nû ne.”

Koma Keskan di dengdana Parlamentoya Ewrûpayê (PE) de li hemberê reformê dengên xwe bi kar anîbûn.

Parlamentera Keskan a PE Langensiepen pakêtê weke “xirabkirina rewşa heyî” tê dîtin.

Herdu partîyên gewre CDU û CSU yên Almanyayê jî wekî Weber bi awayekî aktîf destekê didin reforma penaberîyê.

Nûnerên CSUyê di Deutschlandfunkê de pejirandina Peymana Penaberîyê wekî “rojeka girîng” pênase kirin.

Li aliyêkî din, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Wezîrê Karên Derve yê welêt Annalena Baerbock jî pişgîrîya reformê kirin.

Scholz got, reform koçberiya neqanûnî sînordar dike û barê welatên ku bi taybetî zirar dîtine sivik dike.

Kontrola sînoran û hevkarî

Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê çarşemê qaîdeyên nû yên koçberiyê pejirandibû.

Naveroka vê peymanê ji kontrola hişk a sînoran û hevkarîya welatên ewrûpî pêk tê.

Ji bilî prosedûrên pêşwazî û naskirina penaxwazîyê, ji endamên Yekîtîya Ewrûpayê tê xwestin qismeke penaxwazên hatine welatên li ser sînorên derve, qebûl bikin.

Welatên naxwazin penaberan qebûl bikin neçar in alîkarîya fînansî bidin welatên li ser sînor yên wekî Îtalya, Yûnanistan û Îspanyayê.

Peymana nû destûrê dide, heta ku biryar li ser serlêdana wan a penaberiyê bên dayîn, penaxwaz di heta diwanzdeh hefteyan di kampên mîna girtîgehê de werin bicîh kirin.

Ji bilî vê, kesên bi kaçaxî gihîştibin Ewrûpayê dikarin neqlê welatên sêyemîn jî bên kirin.

Rexneyên rêxistinên mafên mirov

Reform herî zêde rastî rexneyên rêxistinên mafên mirov û alîkarîyê tê.

Caritas Europa û Pro Asyl dibêjin, qaydeyên nû zirarê dide parastina pêwîst a penaberan.

Rêxistina Doktorên Sînornenas  jî diyar dike, ji ber peymana xwedî qaydeyên hişk wê penaber êdî rotayên herî xeternak hilbijêr in.

Li Ewrûpayê bi giştî 160 rêxistinên mafên mirov ku di nava wan de Amnesty International (Efûya Navneteweyî) jî hebû, peymanê rexne kiribûn.

Foto: Ala Almanyayê

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …