Erdogan îhtimala hevdîtina bi Esad re qebûl kir

Civaka Siyasî Ya Ewrûpayê li Pragê civîna xwe ya ewil li dar xist

Serokomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan di civînê de derbarê hevdîtina wî ya muhtemel a bi Esad re agahî da

Erdogan wiha axivî: Gava wext û saeta wê bê, em dikarin bi serokê Sûriyeyê re hevdîtinê pêk bînin

Li paytext Praga Çekyayê civîna Civaka Siyasî Ya Ewrûpayê hate lidarxistin.

Cara ewil serokomarê Fransa yê Emanuel Macron Civaka Siyasî ya Ewrûpayê pêşniyaz kiribû.

Piştî ku Almanya jî desteka dabû vê fikrê, riya diçû ber bi civîna Pragê vebibû.

Lê civîna ewil a hêvî jê dihat kirin, di bin siya şerê Ûkranayê de pêk hat.

Rûsya û Belarûsê ji bo civînê nehatin vexwendin.

Lewma jî civîn wekî bernanameyeke li hemberî Rûsyayê hate nirxandin.

Di civînê de liderên 44 welatên endam û namzetên Yekîtiya Ewrûpayê amade bûn.

Erdogan ji bo hevdîtîna bi Esad re çi got?

Bi vê daxuyaniyê, piştî hevdîtinên şefê MÎT’ê Hakan Fîdan ên li Şamê, Erdogan cara ewil îhtimala civîna xwe ya bi serokê Sûriyeyê Beşar Esad re eşkere kir.

Serokê Tirkiyeyê Receb Tayyib Erdoganê ku di navbera Rûsya û Yekîtiya Ewrûpayê de polîtîkayeke balansê dimeşîne, tevlî bê civînê bû.

Erdogan li ser pirsa ku wê bi serokê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtinê pêk bîne yan na, gotinê bir û anî û wiha axivî:

“Niha tiştekî wisa ne mimkun e. Lê ez peyveke ku bêje “ne mimkun e” bi kar nayînim. Ji xwe, di navbera astên nizim de hevdîtin pêk tên. Gava wext û saeta wê bê, em dikarin bi serokê Sûriyeyê re hevdîtinê pêk bînin.”

Bi vê daxuyaniyê, piştî hevdîtinên şefê MÎT’ê Hakan Fîdan ên li Şamê, Erdogan cara ewil îhtimala civîna xwe ya bi serokê Sûriyeyê Beşar Esad re eşkere kir.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

The Amazigh Spring was a turning point and reference in the identity struggle of an entire people

Author: Aziz Baha Khrouz The Amazigh Spring (in Amazigh: ⵜⴰⴼⵙⵓⵜ ⵏ ⵉⵎⴰⵣⵉⵖⵏ or tafsut n …