Ji Kurdî-Derê Dewreya Nû ya Perwerdeyê

Kurdî-Der’a Sêrtê bi boneya demsala biharê dewreya perwerdeyê dide destpêkirin. Dewreya perwerdeyê dê ji bo asta yekem û asta duyem be. Dê ev dewreya perwerdeyê bi qasî 12 hefteyan bidome, di dawîya dewreyê de dê ji bo xwendekarên serketî sertîfîka were dayîn.

Rêvebirîya Kurdî-Der’a Sêrtê diyar kir ku ji bo pêşerojê çend xebatên girîng ên Kurdî-Dera Sêrtê hene. Li ser navê rêvebirîyê Eyup Oygur wiha got: “Di rewşên aloz de jî pêwîst e ku em dev ji xebatên xwe bernedin. Xebat hêzê didin gel, ji îro û pê de em ê xebatên cur bi cur bi pêş de bixin. Di nav van xebatan de em ê meyla xwe bêtir bidin pedagojî û perwerdeya zarokan.”

Jêder: Siirttenote6.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ziman û têkoşîna antîkolonyalîst

Têkoşîna ji bo Kurdî, ji bo parastin û xurtkirina vî zimanî, beşek ji têkoşîna dijkolonyalîst …