Baydemir ji Waşîngtonê bang li cîhanê kir: ‘Vê wehşetê bibînin û rawestînin’

 

Baydemir ji paytext Waşîngtona Amerîkayê beşdarî nûçeyên kanala televîzyonî ya Kurdistan 24ê bû; li ser ekranan bang li cîhanê kir û ji civaka navneteweyî mudaxeleya lezgîn kir.

Di destpêka axaftina xwe de Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir bang li neteweperwerên kurd kir ku bi erka xwe ya wijdanî ûneteweyî rabin; wekî dîplomatên dilsoz gelê kurd biparêzin.

Baydemir diyar kir ku hikûmeta Enqereyê tevahiya kurdan wekî dijmin hilbijartine, ji ber statuya kurdan a li Rojava li bajarên kurdan ev şer daye destpêkirin û pêwendiyên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dane qutkirin; herwiha kurdan çi bikira jî piştî hilbijartinan ev şer dê pêk bihata.

Derbarê pêwendiyên kurdî-kurdî de jî Baydemir wiha got: ‘Tevahiya kurdan doza mafê xwe yê rewa dike, aramiya Rojhilata Navîn diparêze û têkoşînê dide. Bi baweriya min, heke tevahiya partî û aliyên kurdistanî ji bo bidestxistina mafên xwe yekdeng û yekreng bin, Waşîngton dê bangewaziya wan bibihîze û alîkariyê bide bidestxistina mafên gelê kurd.’

Derbarê rola HDPê û êrişên li dijî wê de jî Baydemir wiha got: ‘HDP partiyeke siyasî ye û ji hemû pirsgirêkan re çareseriyên siyasî dibîne. Mixabin hikûmeta Enqereyê ne tenê HDPê, hemû kurdan hedef digire û terorîst dihesibîne. Hemû akademisyen, huqûqnas û nivîskarên ku di çarçoveya mafên mirovan de aştiyê dixwazin jî terorîst dibîne. Enqere bi 2 awayan şerekî dijwar dimeşîne: ji aliyekî ve dikuje, dide koçkirin û wêran dike; ji aliyekî ve jî hevgirtina ji bo aştiyê dide parçekirin.’

Baydemir derbarê agirbest û rola Herêma Kurdistanê de jî diyar kir ku her du aliyên şer mecbûr in ku rojek ji rojan li ser maseya diyalogê rûnin; herwiha divê tevahiya kurdan bi taybetî jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê qêrîna bajarên kurdan bihese û bide hesandin.
Jêder. Sputnik News

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed ji bo kurdî gaveke giring davêje

Amed ji bo parastina kurdî gaveke giring davêjê. Şaredarî baca esnafên ku tabelayên xwe bikin …