Guarani statuya xweseriyê amade dikin

 

 

Welatiyên guarani yên li Guarani Charagua Iyambeyê ya li Bolîvyayê dijîn, ji bo analîzkirina damezrandina xweseriyê civiyan. Nûnerên gelê guaranî û yên li herêmê, wezîrê cîgirê Xweseriya Departmanan, wekîlê guaranî yê parlamentoyê, şaredarê Charaguyê û rêvebirên saziyên beşdarê pêvajoya xweseriyê dibin, beşdarê vê civînê bûn.

Pênc sal berê guaranîyên li vê navendê pêvajoya xweseriyê dabûn destpêkirin û ji bo vê yekê dest bi nivîsandina statuya navendê kiribûn. Gelê niştecih di heman demê de ji bo diyarkirina sînorên bajarê xwe xebatekê jî dabû destpêkirin.

guarani estatut2

Beşdarên civînê carekê din li ser statuya hatiye amadekirin sekinîn û li ser naveroka wê nîqaşê kirin. Statuya hatiye amadekirin wê di referandûma ku di 20’ê Rezberê de li Charagua Iyambeyê bê lidarxistin, pêşkêşî gel bê kirin. Eger statu bê qebûlkirin wê Charagua Iyambe bibe Xweseriya Xweciyên Resen.

Di Danezana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafên Gelên Xwecî (2007,) mafê bi awayekî azad diyarkirina qederê hatibû qebûlkirin. Di 2009’an de jî Destûra Bingehîn a Dewleta Bolîvyaya Pirneteweyî vî mafî nas kiribû.

Înfowelat

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …