Ji serwerîyê ber bi naskirina sînoran ve-III

PÊŞGOTINA EDÎTOR

Infowelat beşa sêyemîn a lêkolîna bi navê “Ji serwerîyê ber bi naskirina sînoran ve” diweşîne. Di vê beşê de, ji têgeha Engels a «gelên nedîrokî» heta doktrîna dekolonîzasyonê û tê nîşandan ku sînorên kolonyal çawa ji alîyê çepa cîhanî ve pîroz hatîye dîtin. Her wiha, ji têkiliya Sovyet–Kemalîzmê û tecrubeya Mahabadê heta pesindana Rojava û gumanên li hember serxwebûnê, cotstandardîya vê helwestê bi mînakên dîrokî tê nîqaşkirin.

Amûrên têgehî

Kilîta yekem ji bo têgihîştina helwesta komûnîst li hember kurdan ne rewşa siyasî ye, belê amûra têgehî ye. Kevneşopiya Marksîst ji Engels têgeha «gelên nedîrokî» mîras girt, ango ew gelên ku di dîrokê de dewlet ava nekirine û nayê hêvîkirin ku ava bikin û li tê texmînkirin ku wê di nav neteweyên mezin ên «dîrokî» de bihelin. [28]

Di vê têgeha Engels de nakokiyeke mezin heye; ew gelan li gorî pîvanên wê pergala kevn dabeş dike ku ji bilî vê xalê tevahîya pergalê red dike. Paşê pênaseya Stalîn a neteweyê ya sala 1913an derket holê— komeke ku di dîrokê de pêk hatîye, xwedî hebûneke stabîl e û bingeha ziman, ax, jiyaneke aborî ya hevbeş û karaktereke derûnî ne – şertê «yekîtiya jiyana aborî» danî.

Ev pênase bi prensîba Lenîn a mafê self-determînasyonê ya neteweyan re li hev dihat ku di nava wê de mafê veqetînê jî hebû. Her çend têgehên Engels û Stalîn li ser kurdan nayên sepandin jî, partiyên komûnîst kurd wek komeke eşîrî, feodal û parçebûyî û ne wekî neteweyeke temam dabeş kirin, heta ku înkara neteweya kurd ji şovenîzmê bêtir bû helwesteke «zanistî». [29]

Li hember vê, prensîba Lenîn a mafê neteweyan ji bo diyarkirina çarenûsa xwe, tevî mafê veqetînê, heye. [30] Lê di pratîkê de ev prensîb her car bû mijara hesaban: ma veqetîna vê neteweyê ji şoreşê re xizmet dike an ji împeryalîzmê re? Û li Rojhilata Navîn ku dewletên ku Kurdistan parçe kirine — Tirkiyeya Kemalîst, paşê Iraq û Sûriyeya Baasî û Îran di hin deman de — wek «hêzên welatparêz ên li dijî împeryalîzmê» hatibûn dabeşkirin, bersiv ji pêş ve diyar bû: daxwaza kurdan ji împeryalîzmê re xizmet dike.

Komîntern û Kemalîzm: Di termînolojîya Marksîst de cotstandardî

Têkiliya Sovyet–Kemalîstan di salên 1920an de modela damezrîner a vê mantiqê pêşkêş kir. Kremlînê Enqere wek hevpeymaneke stratejîk li hember Brîtanya û Fransayê dît. Di dema Şerê Serxwebûnê ya Tirkîyê de piştgirîyeke darayî û leşkerî ya mezin da wê û çavên xwe ji zordarîya wê ya navxweyî re girtin. Tevî ku heman zordarî li ser komûnîstên tirk bi xwe hebû ku Mustafa Suphî û hevalên wî di Deryaya Reş de di sala 1921ê de hat kuştin. Û dema ku serhildana Şêx Seîd dest pê kir, di gotara komûnîst a fermî de — ya Sovyetî û ya tirk — wek serhildaneke feodal–olî ya paşverû hat xwendin ku Brîtanya ji bo bidestxistina Mûsilê û qelskirina komara «pêşverû» bi kar tîne. [31]

Ev xwendin di nava xwe de paradokseke balkêş dihewîne: zagonên «Takrîr-î Sukûn» a ku di adara 1925an de ji bo pelçiqandina serhildana kurd hatin derxistin heman zagon bûn ku ji bo qedexekirina çapemenîya çep, girtina serokên Partiya Komûnîst a Tirkiyeyê û qedexekirina wê hat bikaranîn. [32]

Ew çepa ku çîroka dewletê ya li ser «paşverûtiya» kurdan pejirandibû, bû qurbaniya heman amûra zagonî ya ku ji bo zordariya li ser wan hatibû çêkirin. Ev nimûneyek e ku wê li Iraqê di salên 1978–1979an de û li Îranê piştî 1983an dubare bûbana.

Lîderê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed

Kurdistana Sor û Mahabad: venasîna tenê di nava sînoran de

Pratîka Sovyetê ya li hember kurdan bi bi rengekî kûr nakok bû. Moskowê «Kurdistana Sor» wek yekeyeke îdarî ya kurdî li Azerbaycana Sovyetê di navbera 1923 û 1929an de ava kir û li Ermenistana Sovyetê piştgirî da alfabeya kurdî ya latînî, rojnameya «Rya Teze» (1930), radyoyeke kurdî li Yerevanê, dibistan û lêkolînên kurdolojiyê. [33] Paşê otonomîya kurdan betal kir û kurd di salên 1937an û paşê 1944an de ji Transqafqasyayê sirgûnî Asyaya Navîn kirin. Yekîtiya Sovyetê kurd wek «netewetîyek» di nava sînorên xwe de nas kirin lêbelê dema vê venasînê bi têkilîyên wê yên yên bi Enqere, Tehran an Bexdayê re xist nava xetereyê, tevgerên kurd ên li alîyên din ên sînor qebûl nekir.

Ev cotstandardî li Mahabadêgihîşt lûtkeya xwe. Dema ku Artêşa Sor di Şerê Cîhanê yê Duyem de ket bakurê Îranê, Moskowê di sala 1945an piştgirî da damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê de û paşê Komara Kurdistanê di kanûna paşîn a 1946an de bêyî dudiliyeke îdeolojîk bi qazîyê şerîetê Qazî Mihemed û bi Mele Mistefa Barzanî, kurê malbata Neqşebendî re hevpeymanîyê kir. Gotina «paşverûtiya feodal» bi awayekî demkî paş ve hat kişandind û ev kes bûn «welatparêzên têkoşer ên li dijî împeryalîzmê».

Paşê Sovyetê di bihara 1946an de vekişîya, li hember sozeke îmtiyaza petrolê ya Îranî ku parlamentoya Îranê qet ew erê nekir. Komar di kanûna paşîn a heman salê de ket û Qazî Mihemed di adara 1947an de hat îdamkirin. [34]

Bernameya Komarê, ji bo mijara lêkolîna me, ji ketina wê giringtir e. Partiya ku di bin parazvanîya Sovyetê de çêbû, daxwaza serxwebûnê nekir, belê xweseriya di nava sînorên dewleta Îranê de xwest û Qazî Mihemed bi eşkereyî ramana veqetînê red kir.35 Li vir her du qat digihîjin hev:

Giregireke xwedî mîraseke olî ku ne xwedîyê teoriyeke dewletê bû û çarçoveya Sovyetê destek didayê ku teorîya otonomîya di nava dewleta heyî de wekî çareserîya “rast” pêşkêşî pirsa neteweyî dikir. Ji Mahabadê ew formul derket ku wê bûbana banê mayînde ya tevgera kurd li Îran û Iraqê: xweserî lê ne serxwebûn. Û ew dersa ku kurdan ji vekişîna Sovyetê derxist — ku piştgirîya komûnîst fonksiyoneke têkilîyên Moskowê bi paytextên têkildar re ye lê ne ji bo dozê ye— hîn jî di bîra siyasî ya kurdî de sabît e.

ÇARÇOVEYA TÊGEHÎ

«Gelên nedîrokî»: bingeha têgehî ya helwesta Marksîst

Kilîta yekem ji bo têgihîştina helwesta komûnîst li hember kurdan ne rewşa siyasî ye, belê amûra têgehî ye.

Kevneşopiya Marksîst ji Engels têgeha «gelên nedîrokî»
mîras girt; ango ew gelên ku di dîrokê de dewlet ava nekirine û nayê hêvîkirin ku ava bikin û tê texmînkirin ku wê di nav neteweyên mezin ên «dîrokî» de bihelin.

Şerê Sar: kurd li aliyê şaş ê nexşeyê

Ev nimûne li Iraqê dubare bû. Piştî derbeya 1958an, Ebdulkerîm Qasim mêvandariya Barzanî kir ku ji sirgûna xwe ya ji Sovyetî vedigeriya û destûra demkî diyar kir ku ereb û kurd «di vî welatî de hevpar in». Lê dema ku Baas  di sala 1972an de derbasî hevpeymanîya bi Moskowê re bû, bi wê re Peymana Dostanî û Hevkarîyê îmze kir û di sala 1973an de Partîya Komûnîst a Iraqê re  «Eniya Niştimanî û Neteweyî ya Pêşverû» ava kir, tevgera kurd xwe li aliyê berevajî yê çepa cîhanî dît. Dema ku şer di sala 1974an de ji nû ve dest pê kir, artêşa Iraqê bi çekên Sovyetê xwe xurt kir û yekane piştgirîya berdest ji bo Barzanî Şahê Îranê, Dewletên Yekbûyî û Îsraîl bûn —piştgirî bi Peymana Cezayîrê di adara 1975an de ji nişka ve qut bû. [36]

Pêkhatina hevpeymanên nû xelekeke ku mişt tije şîdet bû, afirand. Di vê dema ku tevgeta kurd ne xwedî hevpeymanekî herêmî bû, neçar dima ku piştgiriyê ji bloka rojavayî an ji hêzên herêmî yên dijminê wan dewleta ku pê re şer dikir bû, qebûl bike. Ev yek di lêkolînên çep de dibû delîla «hevlarîya bi împeryalîzmê re.» Herçiqas zêdetir wiha hat pênasekirin, zêdetir ji çepê dûr diket. Di vê xelekê de, her rêxistineke kurd ku dixwest di kampa “pêşverû” de cîyê xwe bigire, ji bilî ku îspat bike ew ne “cûdaxwaz”e anku serxwebûnê dixwaze, çareyeke din tune bû.

Doktrîna dekolonîzasyonê: sînorên kolonyal ên pîroz

Lê beşdariya herî kûr a çepa cîhanî di girtina asoya serweriyê ya kurd de ne tenê ji Moskowê hat, belê ji tevgera rizgariya neteweyî ya cîhanî bi xwe jî hat. Biryara hejmar 1514 (XV) a Meclîsa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya Danezana Venasîna Serxwebûna Welat û Gelên Kolonîkirî ya 14ê kanûna paşîn a 1960an, mafê gelên kolonîkirî yê ji bo serxwebûnê danî, lê di heman bendê de diyar kir ku her hewldaneke ku armanca wê perçekirina qismî an tevahî ya yekîtiya niştimanî û yekparçeyîya axa welatekî be, li dijî armancên peymanê ye. [37]

Biryara 1541ê ya ku roja pişt re derket, statuya axa kolonîkirî bi wan axan ve sînordar kir ku ji aliyê erdnîgarî ve ji dewleta kolonyalîst veqetiyayî ne û ji aliyê etnîkî an çandî ve jê cuda ne. Ev yek wekî «prensîba ava şor» hat naskirin. [Biryara hejmar 1514 (XV) a Meclîsa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 15ê kanûna paşîn a 1960an, Prensîb IV]

38 Paşê Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê di lûtkeya Qahîreyê ya sala 1964an de pabendbûna dewletên endam bi  rêzgirtina li sînorên ku di dema bidestxistina serxwebûnê de hebûn anku wan sînorên ku kolonyalîzmê xêz kiribûn, pejirand [Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê, AHG/Res. 16(I), Nakokîyên Sînor ên di navbera Dewletên Afrîkayê de, Qahîre 21 tîrmeh 1964.] [38]

Paradoksa mezin li vir e: tevgerên rizgarîyê yên dijî kolonyalîzmê û digel wan çepa cîhanî ya ku piştgirî dabû wan, sînorên ku kolonyalîzmê xêz kiribûn, kirin sînorên pîroz. Diyarkirina çarenûsa xwe bû mafê gelan di nava axên kolonyal de bi sînorên wan ên mîratî lêbelê ne mafê wan gelan ku ew sînor parçe kiribûn.

Ji ber ku Kurdistan di navbera dewletên ku bi hev re cîran in hatîye parçekirin lê ne ku bi okyanûsekê ji «metropolekê» veqetîyayî ye, bi tevahî derket derveyî pênaseya “kolonî”yê. Bi vî awayî kurd xwe di nava pergaleke navneteweyî de dîtin ku çepa cîhanî beşdarî avakirina rewatiya wê ya exlaqî bûbû. Ev pergal têkoşîna Cezayîrê an Vîetnamê dixist nava têkoşînên rizgarîya neteweyî lê têkoşîna kurd wekî “cudaxwazî” pênase ku yekîtiya dewletên «pêşverû» tehdît dike. Dema Beşikçi Kurdistanê wekî «kolonîyeke navdewletî» -kolonîyeke ku pergala navnateweyî ew wekî kolonî jî nas nake- nîşan dida, mebesta wî ev bû [Beşikçi, *Kurdistan: Kolonîyeke Nav-dewletî*]. [40]

Çepa nû û Rojava: pesindana bêdewletiyê

Ev rol bi dawiya Şerê Sar re bi dawî nebû, belê şiklê xwe guhert. Piştî ku Ocalan di girtîgehê de ber bi ramanên Murray Bookchin ên li ser şaredarîya azadîxwaz û ekolojîya civakî ve zivirî, paşê «Konfederalîzma Demokratîk» di sala 2005an de ragihand û piştî ezmûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 2012–2014an vir ve, beşeke fireh ji çepa nû ya rojavayî ezmûna kurdî wek modeleke şoreşger a cîhanî hembêz kir: demokrasiya rasterast, azadiya jinê, ekolojî û — ev ya bingehîn e — redkirina dewleta netewî. [41]

Ev hembêzkirin rûyê nû yê pîvana kevn eşkere dike. Ew çepa ku bêdewletiya kurdan li Rojava pîroz kir, bi xwe ew e ku di piraniya xwe de, bi guman nêzîkî referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ya Iraqê ya di îlona 2017an de bû an bû xwedî helwestek dijminahî helwest girt, û ew wek projeyeke eşîrî ya malbata Barzanî an amûreke Amerîkî–Îsraîlî pêşkêş kir.

Li gorî vê fikrê, kurdê ku dewletekê dixwaze «neteweperwerekî paşverû» ye, û kurdê ku dev ji dewletê berdide «şoreşgerekî pêşverû» ye. Bi vî awayî çepa cîhanî êdî ne tenê serxwebûna kurdan wekî xetereyeke li dijî «dewletên pêşverû» dihesiband, belê ew bi xwe wek vebijarkeke (opsîyon) ji aliyê exlaqî ve nizimtir didît. Ev cûreyeke hevkarîya bijartî ye: bi qasî ku kurd dev ji wê daxwazê berdidin ku wan dike neteweyek wek hemû neteweyan, bi wan re hevgirtinê dike.

Fotoyê sereke: Lenin di Kongreya Sêyemîn a Cîhanî (Komîntern) de diaxive (1921) 

Çavkanî

28. Roman Rosdolsky, Engels and the “Nonhistoric” Peoples: The National Question in the  Revolution of 1848, trans. John-Paul Himka (Glasgow: Critique Books, 1986).

29. V. Stalin, “Marxism and the National Question” (1913), in Works, vol. 2 (Moscow: Foreign Languages Publishing House, 1953), 300–381.

30. I. Lenin, “The Right of Nations to Self-Determination” (1914), in Collected Works, vol. 20 (Moscow: Progress Publishers, 1972), 393–454.

31. Bülent Gökay, Soviet Eastern Policy and Turkey, 1920–1991: Soviet Foreign Policy, Turkey and Communism (London: Routledge, 2006), 13–40.

32. Mete Tunçay, Türkiye’de Sol Akımlar (1908–1925) (Ankara: Bilgi Yayınevi, 1967).

33. Amir Hassanpour, Nationalism and Language in Kurdistan, 1918–1985 (San Francisco: Mellen Research University Press, 1992), 150–160.

34. Eagleton, Kurdish Republic of 1946, 101–128; Louise L’Estrange Fawcett, Iran and the Cold War: The Azerbaijan Crisis of 1946 (Cambridge: Cambridge University Press, 1992).

35. Eagleton, Kurdish Republic of 1946, 56–57.

36. McDowall, Modern History of the Kurds, 327–339; Tareq Y. Ismael, The Rise and Fall of the Communist Party of Iraq (Cambridge: Cambridge University Press, 2008), 170–190.

37. UN General Assembly Resolution 1514 (XV), Declaration on the Granting of Independence

to Colonial Countries and Peoples, 14 December 1960, para. 6.

38. UN General Assembly Resolution 1541 (XV), 15 December 1960, annex, principle IV.

39. Organization of African Unity, Resolution AHG/Res. 16(I), Border Disputes among African States, adopted at Cairo, 21 July 1964.

40. Beşikçi, Devletlerarası Sömürge Kürdistan.

41. Janet Biehl, “Bookchin, Öcalan, and the Dialectics of Democracy,” New Compass, 2012; Michael Knapp, Anja Flach, and Ercan Ayboğa, Revolution in Rojava: Democratic Autonomy  and Women’s Liberation in Syrian Kurdistan (London: Pluto Press, 2016).

——————————-

Dr. Îbram Kefensoyan nûnerê PYDê yê li herêma Balkan e û nûnertîya sazîyê di Înternasyonala Sosyalîst de dike. Ew damezrînerê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz, Hîva Sor a Kurdistanê û çendîn saziyên dostanîya bi kurdan re yên li Balkanê ye. Berî niha, nûnerîya ERNKê li Yugoslavyayê kirîye û di avakirina kovara Dengê Kurdistan û malpera Rojava Kurdistan de cih girtîye. Ew bi zimanên kurdî, îngilîzî, erebî, yûnanî û sirbî dizane û ji bilî îngilîzî, bi van zimanan dinivîse.

Derbarê Infowelat Editorial

Li vê jî binêre

nexşeya peymana sevrê

Ji serwerîyê ber bi naskirina sînoran ve-II

PêşgotIna eDÎTOR Infowelat beşa duyemîn a lêkolîna bi navê «Ji serwerîyê ber bi naskirina sînoran …