PROFÎL
- Nifûs: 16.796
- Rûzemîn: 172,48 km²
- Paytext: Appenzell
- Zimanê fermî: Almanî
- Tevlîbûna Swîsreyê: 1513
Appenzell Ausserrhoden ji alîyê rûerd û nifûsa xwe ve yek ji kantonên herî biçûk ên Swîsreyê ye. Kanton ji ber sedemên dîrokî wekî nîv-kanton (halbkanton) tê hesibandin. Appenzell Ausserrhoden li bakurê rojhilatê welat cî digire û piranîya erdên wê ji alîyê Kantona St. Gallenê ve hatîye dorpêçkirin. Cîranê wê yê din Appenzell Innerrhoden e ku ji dîrokê ve berê her du bi hev re di nav heman kantonê de bûn. Kanton li aliyê bakurê rojhilat nêzîkî Çemê Renê û Gola Konstanzê ye; her wiha taxên bajarê St. Gallenê li alîyê bakur digihîjin sînorên Appenzell Ausserrhodenê. Nêzîkbûna vî bajarî, gol û çem tev de ji dîrokê û vir ve mercên guncav ji bo geşbûna bazirganî û pîşesazîya tevnkarîyê (tekstîl) li vê kantonê pêk anîne.
Kanton li berpalên Çîyayên Alpan cî digire û loma jî piranîya erdên wê bilind û girî ne. Tevî vê yekê jî ji nîvî zêdetir erdên kantonê ji bo çandinî û xwedîkirina heywanan guncav in. Ber bi wê nuqteya ku sînorên Appenzell Ausserrhoden, St. Gallen û Appenzell Innerrhoden digihîjin hev, erd bilind dibe û li vir Çîyayê Säntis (2501 m) cî digire. Aliyên rojava û rojhilat ên kantonê wekî du parçeyên mezin ji hev vediqetin û bi korîdoreke teng bi hev ve tên girêdan. Çemê Sitterê ku di vê xeta teng re derbas dibe, herêmê dike du parçe. Vê parçebûna cografî di dîrokê de parçebûna sîyasî û îdarî ya hundirîn jî bi xwe re anîye ku bi sedan salan dom kirîye.
Kurtedîrok
Dîroka serbixwe ya Appenzell Ausserrhodenê bi peymana dabeşkirinê ya 1597an dest pê dike. Piştî vê lihevkirinê ku bi navbeynkariya nûnerên swîsreyî pêk hat, navçeyên derve yên Appenzellê (Urnäsch, Herisau, Hundwil, Teufen, Trogen û Gais) dewleteke serbixwe ava kirin. Vê dewleta nû ku piranî ji nifûseke protestan pêk dihat, qanûn û pergala xwe ya siyasî saz kir. Di sala 1599an de piştî alozîya ji ber reformasyona dîn pêk hat, nifûsa katolîk a mayî hat derxistin û protestantîya bajarê Zurichê bû bingeha sereke ya jîyana polîtîk a vê kantonê.
Di vê demê de ji bo dîyarkirina paytextê di navbera navçeyan de rikberîyeke mezin çêbû. Ji ber ku tu dever ji alîyê mezinahî an hêza aborî ve ne xwedî serdestîyeke berbiçav bûn, Trogen a ku li navendê bû di 1597an de wekî paytexta îdarî hat hilbijartin hikumeta kantonê li wir bi cî bû. Ji bo birêvebirina kantonê hikumeteke dualî hat avakirin. Li gorî vê pergalê ku heya sala 1858an dom kir, sazîyên dewletê û meclîs li ser du herêmên alîyên Çemê Sitterê dihatin dabeşkirin.
Di navbera salên 1798 û 1803an de, di serdema Komara Helvetîk de her du kantonên Appenzellê di bin navê “Kantona Säntis” de hatin yekirin, lê vê serdemê alozîyan bi xwe re anîn. Piştî bidawîbûna rêveberîya Napolyon a fransî, pergal ji nû ve hat sazkirin û destûra yekem a kantonê di sala 1834an de hat pejirandin. Di Şerê Sonderbundê yê sala 1847an de Kantona Appenzell Auserrhodenê tevlî enîya lîberal û protestan bû di nava artêşa federal de şer kir. Piştî serkeftina leşkerî ya xelkê kantonê di referandûma 1848an de bi piranîyeke mezin dengê destûra nû ya federal a Swîsreyê pejirand. Bi vê gavê re kanton bû yek ji avakerê dewleta modern a Swîsreyê.
Di seranserê dîroka polîtîk a kantonê de, mekanîzmaya herî bingehîn a qanûnçêkirin û biryargirtinê Meclîsa Gel (Landsgemeinde) bû. Mafê beşdarbûna vê sazîyê di sala 1849an de ji bo hemû welatîyên mêr û di sala 1990î de jî ji bo jinan hat berfirehkirin. Lê belê, hema hema çar sedsal piştî sazbûna kantonê, di 1997an de bi referandûmekê kevneşopîya Landsgemeinde li Appenzell Ausserrhodenê hat betalkirin. Piştî vê, kantonê pergala xwe ya sîyasî modern kir û derbasî pergala parlamenterîya nûjen bû.

Demografî û ziman
Ji alîyê demografîk ve Appenzell Ausserrhoden kantoneke ku xwedî paşxaneyeke balkêş û cûda ye. Li dora sala 1800î, Appenzell Ausserrhoden ji alîyê hejmara mirovên ku di nava kîlomêtroçargoşeyekê dijîyan, kantona herî qelebalix a Swîsreyê bû. Di wê serdemê de û beriya Şoreşa Helvetîk de, di civaka kantonê de çîneke jorîn a xwedî bandor ava bibû ku ji bazirgan û hilberînerên dewlemend pêk dihat. Li alîyê din jî, malbatên di tekstîlê de dixebitîn, koma herî mezin a nifûsê pêk dianîn. Lê belê, ber bi sedsala 20em ve ev sektor biçûk bû û her ku çû karkerên berê xwe dan derveyî welêt zêde bûn. Di sala 1941ê de tenê 40% niştecihên Appenzell Ausserrhodenê li kantonê dijîyan.
Zimanê fermî yê kantonê almanî ye. Axaftina rojane ya xelkê bi almanîya Appenzellê (Appenzellerdeutsch) ye ku dikeve nav koma zaravayên Rojhilatê Swîsreyê. Ev zarava li gorî herêm û bajarokan diguhere. Bi taybetî zaravayê herêma Kurzenbergê di nav wan de herî cûda û taybet e. Lê belê di salên dawî de, ev zaravayê kevneşopî yê Appenzellê bandora zaravayê giştî yê yê bakurrojhilatê Swîsreyê (Koine) de paş ve diçe. Sedema vê yekê ev e ku hinek herêmên kantonê pir zêde ketine bin bandora bajarê St. Gallenê.
Li gorî daneyên dawî yên 2025an, rêjeya niştecihên biyanî (kesên ku hîn nebûne welatîyên Swîsreyê) li kantonê 18% ye. Ev rêje li beramberî rêjeya giştî ya biyanîyan a li seranserê Swîsreyê (27,6%) nizm e. Piranîya nifûsa kantonê li gund û bajarokên biçûk belav bûye û navenda herî mezin Herisau ye. Ji ber hêsanîya ragihandinê û nêzikîya cografî, parçeyekî mezin ê nifûsa kantonê rojane ji bo kar û xwendinê diçe bajarê St. Gallenê. Vê yekê kiriye ku strukturên civakî û demografîk ên gelek gundên Appenzell Ausserrhodenê rasterast bi jîyana bajarî ya cîranê xwe re bên girêdan.
Di warê bawerî û dîn de, ji ber sedemên dîrokî yên dabeşbûna kantonê ya di sedsala 16an de, protestantî dînê herî mezin ê Ausserrhodenê ye. Li gorî daneyan, 32% nifûsa giştî ya kantonê protestan û 25,7% ê wê katolîk in. Rêjeya kesên ku girêdayî civateke din a dînî 11,3% ye, û 30.7%ê nifûsa kantonê ne bawermendê girêdayî tu dînî ne.
Aborî
Dîroka aborî ya Appenzell Ausserrhodenê pêşketina pîşesazîya tekstîl û tevnkerîyê re xwedî girêdayî ye. Di sedsalên 16 û 17em de hilberîna katan (lînen) ku ji alîyê bazirganên bajarê St. Gallenê ve dihat kontrolkirin, di aborîya kantonê de roleke navendî lîst. Nêzîkî sala 1740î, bi ketina pîşesazîya pembû û belavbûna karên li malê dihat kirin, kanton derbasî nav tora bazara Ewrûpayê bû. Ev geşedan bû sedema koça karkerên ji herêm û welatên cîran.
Tevî ku li seranserê Swîsreyê para tekstîlê di navbera salên 1941 û 1980î de gav bi gav kêm bû, tekstîl li Appenzell Ausserrhodenê heta sala 1980î sektora herî mezin a pîşesazî ma. Rêjeya karkerên di vê sektorê de di 1941ê de daket 45%an û pişt re jî di 1980î de %20 û di 1991ê de daket 9%an.
Di sedsala 20em de stûna sereke ya aborîya kantonê ber bi pîşesazîya teknîkî, makîne û sektora xizmetê ve guherî. Nimûneya herî girîng a vê veguherînê kargeha kablo û lastîkê ku di sala 1892an de li Herisauyê hat damezrandin. Ev kargeh niha wekî şîrketa navdar Huber + Suhner li seranserê Swîsreyê tê naskirin. Îro di kantonê de di navbera pîşesazîya modern, kargehên piçûk û navîn (KMU), çandinî û xizmetguzariyê de hevsengîyekê heye.
Li gorî daneyên dawî Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN-GDP) ya Appenzell Ausserrhodenê 3,7 milyar CHF ye û kanton di vî warî de di nava hemû kantonan de di rêza 21emîn de ye. HNNya serê kesî ya kantonê bi qasî 67,341 CHF ye ku ev jî kantonê dadixîne rêza 22yemîn. Lê belê, tevî vê taybetmendîyê jî îstîqrara civakî û bazara kar pir bi hêz e û rêjeya bêkariyê di navbera 1,4% – 1,8% de ye. Ev jî li gorî rêjeya giştî ya federal %3,2 pir kêm e.
Di warê tora rêyên hesinî de kanton xwedî taybetmendîyeke baldar e. Rêyên Hesinî yên Federal ên Swîsreyê (SBB) li vê kantonê naxebitin û xizmetê nadin. Di dewsa wê de, tora rêyên hesinî yên taybet hatîye damezrandin ku dîrokeke wê ya dirêj heye. Ji 2006an û vir ve hemû xetên trênê yên herêmî di bin banê “Rêyên Hesinî yên Appenzellê” (Appenzeller Bahnen – AB) de hatine yekirin û kantonê bi bajarê St. Gallen û kantonên derdorê re girê didin.

Sîstema polîtîk
Cûdahîya herî mezin a vê kantonê ji cîranê wê Appenzell Innerrhodenê ew e ku Ausserrhodenê di referanduma 1997an de biryara rakirina kevneşopîya kevnar a Meclîsa Gel (Landsgemeinde) da û derbasî pergala parlamenteriyê bû. Destûra bingehîn a kantonê ku di sala 1995an de ji alîyê Landsgemeinde ve hatibû pejirandin, piştî vê guherînê ji nû ve hat nivîsandin. Di 2025an de destûreke nû ya kantonê hat pejirandin ku ev destûr wê di 1ê çileya 2027an de bikeve merîyetê û pergala sîyasî hîn zêdetir nûjen bike.
Sazîya herî bilind a qanûnçêkirinêdi asta kantonê de Konseya Kantonê (Kantonsrat) ye. Ev meclîs ji 65 endaman pêk tê ku ji aliyê welatîyan ve ji bo çar salan tên hilbijartin. Her beledîyekeke kantonê kêmzêde xwediyê kursiyekê ye di vê meclîsê de û kursîyên din jî li gorî hejmara nifûsa beledîyeyan tên dabeşkirin. Li piranîya beledîyeyan hilbijartin bi pergala piranîya dengan pêk tê, lê belê şaredarî azad in ku pergala rêjeyî (proportional) jî hilbijêrin. Heta niha tenê paytexta rêveberiyê Herisauyê ev pergala rêjeyî bi kar anîye.
Desthilata rêveberîyê di destê Konseya Hukumetê (Regierungsrat) de ye. Konsey ji pênc endaman pêk tê ku rasterast ji alîyê gel ve ji bo çar-salan tên hilbijartin. Serokê hukumeta kantonê xwedî navê dîrokî Landammann e û ew jî ji bo du salan ji alîyê welatîyan ve tê hilbijartin.
Di asta federal a Swîsreyê de, kanton ji ber statuya xwe ya dîrokî ya nîv-kantonê (Halbkanton) Di Konseya Kantonan/ Senato (Ständerat) de bi 1 kursîyekê tê temsîlkirin. Di Parlamentoya Swîsreyê (Nationalrat) de jî ji ber nifûsa xwe ya biçûk kanton xwedî 1 kursîyî ye.
Di kantonê de 20 beledîyeyên serbixwe hene ku xwedî xweserîyeke berfereh in. Her şaredarî karûbarên xwe yên navxweyî bi rêya rêziknameyên xwe û di çarçoveya qanûnên kantonê de bi rê ve birine. Wekî din, mafê welatîyan heye ku bi rêya referandum û însiyatîfan rasterast tevlî prosesas pêşnîyazkirina qanûnan û biryarên siyasî yên kantonê bibin.
Çavkanî
- Malpera fermî ya Kantona Appenzell Ausserrhoden (ar.ch): Agahiyên nûjen ên li ser destûr, Kantonsrat û Regierungsrat.
- Ensîklopedîya Dîrokî ya Swîsreyê: Gotara Appenzell Auserrhodenê
- Verfassung des Kantons Appenzell Ausserrhoden (KV) 30.11.2025 – Destûra Bingehîn a nû (Fedlex).
- Schweizer Kantone – Staat Appenzell Ausserrhoden – struktur û hejmarên nûjen.
- SRF – Encamên dengdana 30.11.2025 – pejirandina destûra nû.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat