Di cîhana siyasî ya îro de çareserkirina nakokiyên neteweyî û pirsên serweriyê piranî bi şer, wêranî û guherandina bi darê zorê ya sînoran re tê naskirin. Lêbelê di destpêka sedsala 20an de, li bakurê Ewrûpayê mînakeke hate afirandin îspat kir ku aştî û parastina nasnameyê bi rêya dîplomasî û naskirina hiqûqî mimkun e. Giravên Alandê ku di Deryaya Baltikê de cî digirin, ne tenê tecrûbeyeke serketî ya îdarî ne ne; ew yekemîn stûna zindî ya modela xwerêveberiyê û “otonomiya asîmetrîk” a dîroka modern in.
PROFÎL: NASNAMEYA HERÊMÊ
Navê Fermî: Giravên Alandê (Åland)
Nifûs: 29,789 (2019)
Rûzemîn: 6,784 km² (xwedî zêdetirî 6,500 giravan ye, tenê li 50 giravan mirovan îkamet dikin)
Paytext: Mariehamn
Zimanê Fermî: Swêdî (%86.77 Swêdî, %4.71 Fînî, %9 Zimanên din)
Destpêka Xweseriyê: 1920 (Peymana Yekîtiya Neteweyan: 1921)
Statuya Taybet: Herêma Tek-Zimanî, Demîlîtarîzekirî, Modela Xweser a Yekîtiya Ewrûpayê
Cografyaya Alandê ji sedsalan vir ve ji aliyê civakeke swêdîaxêf ve hatiye avakirin. Dîroka siyasî ya herêmê di sala 1809an de ji bin ve guherî. Piştî şerê di navbera Împeratoriya Rûsyayê û Qraliyeta Swêdê de, Giravên Alandê tevlî xaka Fînlanda ku di bin kontrola Rûsyayê de bû hatin kirin. Di vê serdemê de ji ber xweseriya gelemperî ya Fînlandê ya di nav Rûsyayê de, niştecîhên giravê xwedî azadiyeke çandî bûn. Lê gava di sala 1917an de Fînlandê serxwebûna xwe ragihand, Alandê ket nava aloziyeke mezin. Gelê Alandê ku temamê wan bi swêdî diaxivîn, bi rêya komkirina îmzeyan daxwaz kirin ku tevlî welatê xwe yê dîrokî Swêdê bibin.
Ev daxwaza gelê herêmê di navbera Fînland û Swêdê de bu sedema krîzeke mezin a dîplomatîk. Fînlandê yekitiya xwe ya axê diparast, Swêdê jî piştevaniya mafê xwerêveberiya nîştecîhên Alandê dikir. Dema ku xetereya şer zêde bû, doza Alandê birin ber destê Yekîtiya Neteweyan (League of Nations). Di sala 1920an de Yekîtiya Neteweyan biryareke dîrokî da: Giravên Alandê wê di bin serweriya siyasî ya Fînlandê de bimînin, lê divê Fînland xweseriyeke berfireh, garantiyên zimanî û çandî bide gelê Alandê. Parlamentoya Fînlandê di heman salê de “Qanûna Self-determînasyonê” qebûl kir û di 1921an de bi Garantiya Navneteweyî ev sîstem hate mîsogerkirin. Bi vî awayî, yekemîn herêma otonom a modern di dîroka Ewrûpayê de ji dayik bû.
Parastina nasnameyê û “welatîbûna herêmî”
Pîvanek ku otonomiya Alandê ji piraniya modelên din ên cîhanê veqetîne sîstema wê ya hişk a parastina ziman û demografyayê ye. Di destpêka sedsala 20an de tirs û xemgîniya sereke ya niştecîhên Alandê ew bû ku piştî ketina bin rêveberiya Fînlandê, sîyaseta asîmilasyonê bê meşandin û nifûsa kesên bi fînî diaxivin li giravan zêde bibe. Ji bo pêşîgirtina li vê metirsiyê, sîstemeke qanûnî ya bêhempa hate afirandin.
Li Fînlandê her çend du zimanên fermî (fînî û swêdî) hebin jî, li Giravên Alandê bi piştgiriya destûrê tekane zimanê fermî swêdî ye. Ev yek ne tenê li ser kaxezê ye; di hemû saziyên dewletê, dadgeh û rêveberiya herêmî de zimanê xebatê û perwerdeyê tenê swêdî ye. Beledîyeyên Alandê ne mecbûr in ku piştgiriyê bidin dibistanên ji bilî swêdî. Zimanê fînî ku zimanê piranîya welat e, li giravan tenê wekî derseke hilbijarî dikare bê xwendin.
Ji bilî ziman, amûra herî krîtîk a parastina nasnameyê “Welatîbûna Alandê” (Regional Citizenship) ye. Ev maf di tu herêmeke din a xweser a cîhanê de bi vî rengî nayê dîtin. Kesên ku ne xelkê Alandê bin an ji derve tên herêmê, eger 5 salan li wir îkamet nekiribin û bi zimanê swêdî nezanibin, nikarin mafê welatîbûna herêmî bi dest bixin. Encama vê ew e ku kesên bêyî welatîbûna Alandê nikarin di hilbijartinên herêmî de deng bidin û rêveberiya Alandê dikare mafê kirîna erd, mal û milk an jî vekirina karûbarên bazirganiyê nede van kesan. Ev tedbîreke qanûnî ye da ku ku fonên aborî û zevîyên giravê nekevin destê hêzên derve û hevsengiya demografîk xera nebe.
Xweserîya asîmettîk û butçe
Sîstema polîtîk a Alandê li ser bingeha dabeşkirina desthilatdariyê ya di navbera Parlamentoya Fînlandê û Parlamentoya Herêmî (Lagting) ye ava bûye. Lagting ji 30 endaman pêk tê ku her çar salan carekê bi rêya hilbijartinên azad tên hilbijartin. Hikumeta herêmî ji nava vê meclîsê derdikeve û ji aliyê Wezîrê Sereke ve tê birêvebirin.
Parlamentoya Alandê di qadên perwerde, çand, tenduristî, polîs û ewlehiya navxweyî, rêveberiya herêmî, hatûçûn û aboriyê de xwedî desthilata temam e ku qanûnan derxîne. Ji aliyê din ve, qadên mîna destûra bingehîn, siyaseta derve, mafên medenî û cezayê di destê dewleta Fînlandê de dimînin. Ev peywendî bi rêya saziyeke taybet ku jê re “Komîsyona Alandê” tê gotin, tê birêvebirin. Di vê komîsyonê de hejmara nûnerên herêmê û yên dewletê wekî hev e. Serokê Fînlandê tenê gava ku Dadgeha Bilind an Komîsyona Alandê nêrîneke hiqûqî bide, dikare qanûnên herêmê veto bike lê ev erkeke gelekî kêm tê bikaranîn.
Di warê aborî de jî Aland xwedî azadiyeke mezin e. Her çend hin bacên giştî ji aliyê navendê ve bên berhevkirin jî, qanûn garantiyê dide ku beşekî mezin ê van dahatan di forma transfera darayî de nezîkî 0,45%ê giştî ya budçeya Fînlandê rasterast paşve vedigere herêmê. Herwiha, Lagting xwedî erka berhevkirina bacên herêmî ye û butçeya xwe bi awayekî serbixwediyar dike. Ev aramiya siyasî û xweseriya aborî bûye sedema bilindbûna standarda jiyanê û pêşveçûna tûrîzm û bazirganiya deryayî.
Statuya navneteweyî û demîlîratîzasyon
Yek ji pîvanên herî balkêş ku dihêle lêkolîner otonomiya Alandê wekî “dewleteke di nava dewletê de” pênase bikin, kapasîteya wê ya di warê têkiliyên navneteweyî û statuya wê ya leşkerî de ye.
Ji sala 1975an vir ve, Aland endama serbixwe ya Konseya Nordîk e. Di nava vê rêxistinê de ligel welatên mîna Swêd, Norwêc, Danmark û Fînlandê, nûnerên Alandê rasterast cî digirin. Di sala 1995an de gava Fînland ket Yekîtiya Ewrûpayê (YE), ji bo Alandê referandûmeke cuda hate çêkirin. Gelê Alandê dengê erê da, lê rêveberiyê mercên taybet danîn ber YEyê. Ji bo parastina aborî û nasnameya giravê, peymana Yekîtiya Gumrukê ya Ewrûpayê li Alandê nayê meşandin.
Lê taybetmendiya herî giring a Alandê statuya wê ya “Demîlîtarîzekirî” ye. Li gorî peymanên navneteweyî, li Giravên Alandê hebûna leşkerî qedexe ye. Dewleta Fînlandê an ti hêzeke din nikare li giravan baregehên leşkerî ava bike an leşkeran bicih bike. Ji bilî vê, welatiyên Alandê ji erka leşkeriyê ya mecbûrî ya Fînlandê muaf hatine girtin.
Jeopolîtîka nû û şerê Ukraynayê
Her çend modela Alandê sedsalekê wekî mînaka aramiya siyasî hatibe dîtin jî, geşedanên jeopolîtîk ên salên dawî ev herêm xiste nav nîqaşên germ ên ewlehîyê. Piştî êrişa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê û tevlîbûna Fînlandê ya bo NATOyê di sala 2023an de, statuya demîlîtarîze ya Alandê cara yekem bi rengekî ciddî ket ber nîqaşê.
Di civaka Fînlandê de hin derdorên siyasî dest bi pirsiyariyê kirin ku gelê giravê di nava xetereyeke muhtemel a Baltikê de çawa dikare bê parastin, dema ku leşkerên Fînlandê nikarin li wir bicî bibin. Mijareke din a gelemperî jî hebûna Konsolosxaneya Rûsyayê ya li Mariehamnê ye. Ev konsolosxane piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo çavdêriya statuya demîlîtarîzasyonê hatibû vekirin lêbeşlê îro ji aliyê gelek analîstan ve wekî navendeke sîxuriyê tê dîtin û daxwaza girtina wê tê kirin. Lêbelê, Hikumeta Herêmî ya Alandê bi tundî li hember guherandina statuya xwe derdikeve û radigihîne ku demîlîtarîzasyan bingeha ewlehî û aramiya wan a sedsalî ye.
Encam û perspektîf: Dersên Alandê ji bo ezmûnên otonomîyê
Ezmûna Giravên Alandê piştî zêdetirî sedsalekê nîşan dide ku pirsgirêkên etnîkî, zimanî û serweriyê ne mecbûr in bi şer û alozîyên mezin bi dawî bibin. Modela Alandê îspat kir ku xwerêveberiya rastîn û garantîkirina nasnameyê dikare sînoran bêbandor bike û baweriyê di navbera civak û dewletê de ava bike.
Ji bo dozên neteweyî û taybetî ji bo ezmûnên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, Aland mînakeke kûr a vê felsefeyê ye: Naskirina nasnameya cuda, ne sedema perçebûnê ye; berevajî wê, gava bi garantiyên hiqûqî û navneteweyî bên mîsogerkirin, bingeha herî saxlem a aşitî, aramî û pêşketina hevpar e.
Ji bo ezmûnên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê û giştîya Rojhilata Navîn, ezmûna Alandê çend dersên felsefî û hiqûqî yên gelekî girîng pêşkêş dike:
Garantîyên Hiqûqî û Navneteweyî: Statuya Alandê ne tenê bi qanûnûn navxweyî yên Fînlandê, lêbelê bi peymanên navneteweyî (Yekitîya Neteweyan) hat misogerkirin. Ev jî nîşan dide ku otonomîyeke mayînde hewcedarî garantîyên cîhanî ye.
Aştîya bêyî parçebûnê: Naskirina nasnameya cuda û mafê xwerêveberiyê nabe sedema perçebûna dewletan; berevajî vê, gava ev maf di çarçoveyeke qanûnî de bên mîsogerkirin, dibin bingeha herî saxlem a aşitî, aramî û pêşketina hevpar.
Bêçekkirin (Dêmîlîtarîzasyon): Bêçekkirina giravan baweriya dewletên derdorê zêde kir û nehişt ku ew herêm bibe qada şerê hêzên mezin.
Encam bi me nîşan dide ku meseleyên neteweyî ne bi zor û şîdetê, lê bi avakirina modelên hiqûqî yên nerm û xwerêveberiya demokratîk dikarin bên çareserkirin.
“Ev dosye cara yekem di sala 2024an de hatibû weşandin; di tîrmeha 2026an de bi daneyên nû, geşedanên jeopolîtîk û nûvekirinên edîtoryal hat berfirehkirin.”
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat
