Kantona Luzernê wekî bajar-dewleta li ser bingeha bajarê Luzernê hatîye damezrandin. Herçî bajarê Luzernê ye, li dora Dêra Luceriayê ku di sala 750î de hatîye avakirin, mezin bûye. Nasnameya bajar gav bi gav ber bi dawîya sedsala 12an derketîye holê û sed sal piştî vê, Habsbûrgan Awusturyayê Luzernê xistine bin kontrola xwe.
PROFÎL
Nifûs: 441,000
Rûzemîn: 1493 km²
Paytext: Luzern
Zimanê fermî: Almanî
Tevlîbûna Swîsreyê: 1332
Luzern kantoneke li navenda Swîsreyê ye û yek ji çend kantona ne ku sînorên wê bi welatên cîran re tune ye. Erdên kantonê piranî ji herêma Zozanên Swîsreyê pêk tê û ji Çiyayên Alpan ên li başûr ber bi Aargauya li bakur dirêj dibe. Li başûr erdên kantonê li Çiyayê Brienzen Rothornê ku li ser sînorên Bernê û Obwaldenê ye, digihîje 2349 mêtroyan. Di nava vî erdê ku ji alîyê cografyayê ve ne yekgirtî ye de, golên mezin ên wekî Rotsee, Baldeggersee û Sempalhersee cî digirin. Lê belê gola herî mezin û naskirî ya kantonê Gola Luzernê ye û di navbera çar kantonan de dirêj dibe. Kantona Bernê li alîyê rojava, Kantona Aargau li bakur, kantonên Obwalden û Nidwalden li başûr û kantonên Schwyz û Zug li alîyê başûr cîranên Luzernê ne.
Kurtedîrok
Kantona Luzernê wekî bajar-dewleta li ser bingeha bajarê Luzernê hatîye damezrandin. Herçî bajarê Luzernê ye, li dora Dêra Luceriayê ku di sala 750î de hatîye avakirin, mezin bûye. Nasnameya bajar gav bi gav ber bi dawîya sedsala 12an derketîye holê û sed sal piştî vê, Habsbûrgan Awusturyayê Luzernê xistine bin kontrola xwe.

Luzern ji bo rizgar bibe tevlî tifaqa her sê kantonan bûye ku bingeha Swîsreya siberojê pêk anîye û di 1386an de dawî li rêveberîya Habsbûrgan hatîye anîn. Luzern wekî kantonekê di 1798an de bûye parçeyeke Komara Helwetîk ku ji alîyê rêveberîya dagirker a Napolyon ve hatîye damezrandin. Kantonê bi restorasyona heman komarê ya di 1803an de xweserîyeke dorteng bi dest xistîye û piştî hilweşîna kontrola fransîyan, ewil di 1814an de bûye parçeyeke konfederasyona ne navendî ya Swîsreyê û paşê jî rêwîtîya wê ya di nava Konfederasyona Swîsreyê ya modern a 1848an de hatîye damezrandin dest pêk kirîye.
Luzern ji destpêkê ve wekî kantoneke katolîk hatîye damezrandin û ev yek bi sedan salan li ser nasnameya polîtîk a kantonê bandorê kirîye. Ji salên 1870yî û bi şûn ve dîroka polîtîk a navxweyî li ser dijberîya di navbera enîya mihefezekar a katolîk û lîberalên radîkal bilind bûye. Heta sala 1955an jî baskê katolîk-mihefezakar serdestîya xwe ya di rêveberîya kantonê de domandîye.
Demografî û ziman
Luzerne bi nifûsa xwe ya nêzîkî nîv mîlyonî kantoneke mezin a Swîsreyê tê qebûlkirin. Kanton di warê zêdebûna nifûsê ya serê kîlomêtrokareyekê de di ser asta navînî ya welêt de ye. Nifûsa kantonê bi saya berhemdarîya çandinîya wê, di dawîya sedsala 18an de bi lez zêde bûye. Lê belê di salên dawî de sebeba sereke ya zêdebûna nifûsê, wekî gelek kantonên din, koçberîya ji derveyî welat e. Ji nîvî zêdetir vê nifûsê li paytext Luzernê û herêma metropolîtan a li dora wê bi cî bûne.
Rêjeya bîyanîyan a di nava nifûsa giştî de nêzîkî ji % 25 e. Ev jî tê vê wateyê zêdetirî 100,000 hezar nîştecî li derveyî welêt hatine dinyê. Rêjeya niştecîyên bîyanî li bajarê Luzernê hîn bêtir bilind dibe û digihîje ji % 27ê nifûsê. Welatîyên Almanya, Îtalya, Sirbistan, Kosova, Portûgal û Îspanyayê piranîya nifûsa bîyanîyan pêk tînin. Tevî vê jî, ji % 21.5ê nifûsa koçber ne xwedî welatîbûna Swîsreyê ne.

Kantona Luzernê navendeke dînê katolîk e tevî lawazbûna vê nasnameyê hîn jî ji % 51ê civakê endamên Dêra Katolîk in. Protestanî bi rêya Dêra Evanjelîk a Reformkirî xwe li kantonê bi rêxistin kirîye û ji rêjeya bawermendên wê ji % 10ê civakê ye. Koma sêyemîn kesên ne xwedî nasnameyeke dînî ne û rêjeya wan ji % 25 e. Bi rêya koçberîyê hejmara misilman û xrîstîyanên ortodoks di salên dawî de zêde dibe. Rêjeya misilmanan di navbera ji % 4-6an de ye û rêjeya ortodoksan nêzîkî ji % 3 ye.
Aborî
Luzern bi Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) ya bi qasî 32 milyar frankî, di nava kantonan de di rêza 9an de ye. Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê her kesî di ser 75,000î re ye. Ev dane îşaretên hêza aborîyê ya kantonê û halxweşîya wê nîşan didin.
Cîyê Luzernê ya navendî sebebeke sereke ye ji bo kombûna gelek şîrketan li vê kantonê. Luzerne di heman demê de hem nêzîkî Zurich, Bern û Baselê ne ku her sê bajar jî navendên aborîyê yên welêt in.
Ji ber sebeba cîyê wê yê cografîk şîrketên swîsrî yên mezin yên wekî Schindler, Emmi û Komax li Kantona Luzernê kar dikin. Hikumetên kantonê bi polîtîkayên teşwîqker ên bacê bi zanebûn rê li şîrketan vedikin da ku li kantonê bi cî bibin. Baca dahatê li kantonê ji % 12.1 e û ev baceke herî kêm a li Swîsreyê ye. Buhayê meşandina kar ên wekî kirê, heqdestê personel û hwd li gorî hin kantonên cîran kêmtir in.
Aborîya kantonê li ser bingeha sektora xizmetê bilind dibe (ji % 75) ku ev jî piranî ji karê fînans, lojîstîk û tûrîzmê pêk tê. Hejmara kesên di karên bi banke û sîgorteyê re eleqeder dixebitin li derdora 18.500 e. Ev dane bi tena serê xwe rola vê qadê ya ji bo aborîya kantonê nîşan dide. Duyemîn sektora mezin a li kantonê hilberîne ku mihendîsîyeke bilind dixwaze.
Ev jî bi giranî parçeyên berhemên elektronîkî, berhemên tibî û pola ye. Berhemên ICTyê (Teknolojîyên Ragihandin û Înformasyonê) beşeke giring ê vê sektorê ye. Tevî ku ji nîvê zêdetir erdên kantonê çandinî -ewalvanî tê kirin jî bi tenê nêzîkî ji % 1ê HNNya kantonê pêk tînin û ji % 4ê karkeran di vê sektorê de dixebitin.
Sîstema polîtîk
Luzern bi parlamento, hikumet û dadgehên xwe wekî kantonên din xwedî erkên berfireh in. Parlamento (Grosser Rat) sazîya herî bilind a kantonê ye ku ji 120 kursîyan pêk tê. Hikumeta kantonê ya ji 5 kesan pêk tê ji alîyê partîyên di parlamentoyê de ne tê damezrandin. Kantona Luzernê di Parlamentoya Federal de ji alîyê 9 kursîyan ve tê temsîlkirin. Herwiha, kanton 2 nûnerên xwe dişîne senatoya Swîsreyê ya bi navê Konseya Kantonan tê pênasekirin.
Destûra Bingehîn a nû ya kantonê di 2007an de hatîye qebûlkirin û di 2008an de ketîye merîyetê. Bi ya dawî, ji 1875an û vir ve çel caran reforma Destûra Bingehîn pêk hatîye.
Destûr di warê fînans, perwerde, çand-ziman, tenduristî, parastina xwezayê û ewlekarîyê de erkên berfireh dide kantonê. Daraz qadeke din a giring a mijara otonomîya kantonê ye.
Dadgeha Kantonê sazîya herî bilind a darazê ya Kantona Luzernê ye û navenda wê li bajarê Luzernê ye. Dadgeh di sala 2013an de li ser bingeha Dadgeha Bilind û Dadgeha Îdarî ya berê hatîye damezrandin. Luzern xwedî hêza polîs a kantonê ye ku wekî Luzerner Polizei tê binavkirin. Ewlekarîya navxweyî ji alîyê vê departmanê ve tê pêkanîn.
Asta duyemîn a otonomîyê beledîyeyên li kantonê ne. Heta sala 2007an jî hejmara beledîyeyan 107 bûn lê di nava demê de bi rêya yekbûna hejmara wan daket 80yî. Erkên beledîyeyan di Destûra Bingehîn a kantonê de û di Destûra beledîyeyan de hatine tarîfkirin.
Meclîsên beledîyeyan (Gemeindeversammlung) dikarin di çarçoveya otonomîya xwe de qanûnên derbarê meseleyên xwecîyê de derxin.
Amedekar: Necat Ayaz-Fatoş Demirtaş
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat