Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Basel-Landschaftê

Piştî veqetîna Basel-Landschaftê û Baselê ji hev, Basel-Landschaftê bû bû nîv-kanton. Nîv-kantona din jî Basel e û her du tevlî hev wekî kantonekê tê pênasekirin. Alozîyên civakî, aborî û siyasî ya di navbera bajar û herêmên gundewar de sebeba vê parçebûnê bû. Parçebûna kantonan a di navbera du alîyan de realîteyek balkêş a dîroka Swîsreyê ye.

PROFÎL

Nifûs: 303.037

Rûzemîn: 517,67 km²

Paytext: Liestal

Zimanê fermî: Almanî

Tevlîbûna Swîsreyê: 1501

Basel-Landschaft ku wekî Baselland jî tê pênasekirin, kantoneke li bakurê Swîsreyê ye. Kanton li bakur digihîje Çemê Renê li aliyê rojava dibe cîranê Çiyayên Jurayê. Kantonên Basel-Stadtê li bakur, Jura li rojava, Solothurn li başûr û Aargau li rojhilat cîranên Basel-Landschaftê ne. Ji bilî van kantonan, sînorên Basel-Landschaftê li bakur bi Almanyayê û li rojava jî bi Fransayê re hene. Ji ber li alîyê başûr erdên wê û yên Solothurnê ketine nava hev coxrafyaya wê ne bi rêkûpêk e. Ji % 40î zêdetir erdên kantonê ji daristanan pêk tê û qismek ji van çiya ne. Bilindahîya erd li başûr cî bi cî ji 1000 mêtroyî derbas dike û ber bi bakur ve, nêzîkî Çemê Renê erd nizm dibe.

Piştî veqetîna Basel-Landschaftê û Baselê ji hev, Basel-Landschaftê bû nîv-kanton. Nîv-kantona din jî Basel e û her du tevlî hev wekî kantonekê tê pênasekirin. Alozîyên civakî, aborî û siyasî ya di navbera bajar û herêmên gundewar de sebeba bê parçebûnê bû. Parçebûna kantonan a di navbera du alîyan de realîteyek balkêş a dîroka Swîsreyê ye.

Kurtedîrok

Basel-Landschaft, ligel Basel-Stadtê beşek ji Kantona Baselê bû ku di sala 1501ê de tevlî Konfederasyona Swîsreyê bû. Bajarê Baselê ji serdama navîn heta sedsala 19an wekî navenda kantonê, kontrolek siyasî û aborî ya xurt deverên gundewar ên li dora xwe dikir. Gotina dawî di proseyên biryardayînê de herdem di destên elîtên bajêr de bû. Ev jî di nava niştecîyên deverên gundewar de dibû sebeba bêaramîyê û bingeha ji bo doza wekhevîyê xurt dikir.

Ciyê Basel-Landschaftê ya di nexşeya Swîsreyê de

Şoreşa Fransî ku ji destpêka sedsala 19an û bi şûn ve li seranserê Ewrûpayê belav bû, bandor li ser nifûsa gundewarî ya li dora Baselê jî kir. Gilî û gazinên di nava cotkar û niştecihên bajarokên biçûk de berfireh bûn doza ji bo wekhevî û temsîlîyeta polîtîk xurt bû.

Gelek ji niştecîyan di wê bawerîyê de bûn ku rêveberiya bajêr a arîstokrat bacên giran li ser wan ferz dike mafên wan ên siyasî bi sînor dikir. Di salên 1830î de nerazîbûn veguherî krîzeke siyasî. Deverên gundewar xwestin rêveberiyên xwe ava bikin lê ev daxwaz rastî astengîya rêveberîya Baselê hat. Her du alî paş ve gav navêtin û loma jî pevçûnên çekdarî dest pê kirin. Hêzên her du alîyan di 1833an de di Şerê Hülftenschanzê hatin pêşberî hev. Artêşa deverên gundewar di şer de artêşa bajarê Baselê têk bir. Ev jî derî li serfirazîya doza serdestîya ya niştecîyên deverên gundewar vekir. Konfederasyona Swîsreyê mudaxele kir û Kantona Baselê di navbera du parçeyan de dabeş kir. Bi vê geşedanê, Kantona Basel-Landschaftê hat damezrandin.

Tevlî parçebûna Kantona Baselê jî, bajarê Baselê demeke dirêj wekî aborî û çandî ya her du nîv-kantonan ma. Dîroka hevpar a bi sedan salan û ligel vê realîteya aborî-çandî bû sebeba pêkhatina tevgera ji bo yekitîyê. Tevger piştî sala 1900î, dema ku gelek endustrî li Basel-Landschaftê geş bû, pêş ket. Her du nîvkanton di prensîbê de li hev kirin ku bibin yek û ji bo biryardayînê di 1969an de referandûmek hat lidarxistin.

Lêbelê civaka Basel-Landschaftê di referandûmê de li dijî yekitîyê deng da. Ji dengdanê û vir ve têkiliyên di navbera her du kantonan de hîn bêtir pêş de çû û gelek peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.

Demografî û ziman

Basel-Landschaft tevî rûzemîna xwe ya biçûk jî ji alîyê nifûsê ve kantona 10. a Swîsreyê ye. Deverên nêzîkî bajarê Baselê piranîya nifûsa kantonê dihewîne. Allschwill, paytext Liestal, Birsfelden û bajarên din ên mezin li vê herêmê ne. Ber bi başûr ve hejmara bajarok û gundan zêde dibe lê hejmara niştecîyan kêm dibe.

Keleya Burg Reichenstein ya li Arlesheimê/Amada44, CC BY-SA 3.0

Di navbera 1959 û 1970î de li Swîsreyê kantona herî zêde nifûsa wê zêde bûbû, Basel-Lanschaft bû. Nifûsa kantonê di vê demê de ji 108,000î derket 205,000î. Rêjeyên kêm ên bacê li nava kantonê, derfetên kar, nêzîkbûna bajarê Baselê sebebên sereke yên vê zêdebûnê ne. Ji ber heman sebeban, nifûsa bîyanîyan jî di salên dawî de bi lez zêde dibe. Daneyên nifûsê yên sala 2025an nîşan didin, nifûsa bîyanîyan gihîştîye 80,000î. Ev jî dike ji % 26ê nifûsa tevahî ya kantonê.

Basel-Landschaft kantoneke almanîaxêf e û loma jî almanî zimanê fermî yê kantonê ye. Lêbelê li rêveberîya kantonê û beledîyeyan hatîye ferzkirin, daxwazên nivîskî yên bi her sê zimanên din ên fermî yên Swîsreyê qebûl bikin.

Protestanî ola sereke ya kantonê ye (43% ji sala 2000î) û nêzîkî sêyeka nifûsê (32%) bawermendên Dêra Katolîk in. Li derdora ji % 30yê civakê radigihînin ew ne bawermendên tu dînî ne. Di nava koçberan de dînî herî berbelav bi rêjeya ji % 18 îslam e.

Aborî

Sektora xizmetê ku ji bazirganî, lojîstîk, bi taybetî ji xizmetên pisporîyê yên ji bo bîyoteknolojî û alavên tibî pêk tê, bingeha aborîya kantonê ye. Ev sektor ji % 73yê hemû aborîya kantonê pêk tîne. Ji % 25ê aborîya kantonê ye ji hilberîna îndustrîyê pêk tê ku beşa wê ya herî mezin bîyoteknolojî û teknolojîya medîkal e. Hilberîna tekstîlê û metal parçeyeke din a aborîya kantonê ye. Tevî ku kanton karaktera xwe ya gundewar tê naskirin jî, çandinî bi tenê ji % 1ê aborîya kantonê pêk tîne.

Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) ya kantonê digihîje 23 milyar frankên Swîsreyê. Bi vê encamê, Basel-Landschaft di nava 26 kantonan de di rêza 11. de ye.Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê kesekî bi li derdora 78,000 frank e û di vî warî de kanton di rêza 13an de ye. Rêjeya bêkariyê li kantonê ji % 3.1 e ku hema hema wekî navînîya Swîsreyê ye.

Tûrîzm dahateke din a Kantona Basel-Landschaftê ye. Xwezaya herêma Jurayê navdar e, bi taybetî devî û daristanên li herêma Oberbaselbietê û herêma Wasserfallenê ya ji asta deryayê zêdetirî 1000 mêtro bilindtir e, navendên ji bo tûrîzmî ne.

Swîsre ji salên 1960î vir ve ji bo pêşxistina hevkarîya di navbera kantonên li bakurêrojava û herêmên li ser sînorên navneteweyî, bi Almanya û Fransayê re têkilîyan saz kirîye. Di encama van pêwendîyan de, Kantona Basel-Landschaftê bûye beşek ji herêma aborîyê ya Herêma Metropolîtan a Jora Renê. Ev herêma navneteweyî, ji kantonên Basel-Landshacft, Basel, Jura, Solothurn û Aargauyê, herêmên Alsace ya li Fransayê, herêmên Baden û başûrê Palatinateyê yên Almanyayê deverên sînor ên Fransa û Almanyayê pêk tê. Regio Basiliensis a ku ji bo hevkarîya di navbera van pênc kantonên Swîsreyê de hatîye avakirin, kordînasyona hevkarîyê ya bi vê herêma Yekitîya Ewrûpayê re pêk saz dike.

Wêneyekî li ser parçekirina Kantona Baselê hatîye çêkirin (Chronik der Schweiz-1833) Chronik der Schweiz.

Sîstema polîtîk

Kantona Basel-Landschaft digel pênaseya xwe ya nîv-kantonî wekî kantonên din xwedî serwerîya polîtîk e. Lêbelê ji ber statuya wê ya nîv-kantonî di Konseya Swîsreyê de ku ji nûnerên kantonan pêk tê, ji alîyê nûnerekî/ê ve tê temsîlkirin. Hejmara parlamenterên kantonê yên di Parlamentoya Federal a Swîsreyê de heft in. Parlamentoya Basel-Landschaftê (Landrat) ji 90 wekîlan pêk tê û tevlî hikumetê ji bo çar salan tên hilbijartin. Hikumeta kantonê a wekî Regierungsrat tê binavkirin, ji pênc kesan pêk tê.

Daraz ji bilî sazîyên polîtîk, qadeke din a xwerêvebirinê ye. Dadgeha Kantonê di nava erdên kantonê de dadgeha herî bilind e ku di sala 2001ê de hatîye damezrandin. Li aliyekî din, li her parêzgehên kantonê dadgehekê hatîye damezrandin. Ji bilî van, dadgehên sivîl, ceza û nakokîyên aborîyê di dozên dikevin nava sînorê wan de xwedî erk in.

Kanton di çarçoveya destûra xwe ya bingehîn de ligel sazîyên otonom, di gelek qadên din de xwedî erkên in. Kanton di van qadên sereke de dikare biryarên xwe bide: Polîtîkaya aborîyê, tenduristî, perwerde, polîtîkaya ziman û çandê, ewlekarîya hundir, plansazîya herêmî û binesazî. Dîyarkirin û berhevkirina bacê ji nava kantonê jî yek ji erkên Basel-Landschaftê ye.

Beledîyeyên li Basel-Landschaftê di asta lokal de erkên li derveyî serwerîya kantonê de dimînin, bi kar tîne. Beledîye dikarin di nava sînorê de bacê berhev bikin, dibistanên seretayî û serwîsên sosyal bi rê ve bibin, plansazîya bajêr bikin, û bi rêya polîsên girêdayî xwe, ewlekarîyê pêk bînin.

Fotoyê sereke: Bajarê Liestalê ku paytexta Kantona Basel-Landshaftê ye/Umschattiger, CC BY-SA 3.0 

Amadekar: Necat Ayaz-Fatoş Demirtaş

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Reforma Fransayê derî li nîqaşa dekolonîkirinê vekir

Reformeke ji alîyê Parlamentoya Fransayê ve hat qebûlkirin, di nava alîgirên self-determînasyonê de rastî reaksîyonan …