Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Solothurnê

Dîroka Solothurnê ya Serdema Navîn li ser xeta zimanî ya gallo-romanî (fransîya kevin) û alemanî dest pê dike. Pişt re, almanîya bilind a kevn li erdên herêmê serdest dibe û dibe bingeha nasnameya îro ya kantonê. Di vê serdemê de piranîya dîroka herêmê bi pêşbazîya sîyasî-leşkerî ya Bern û Baselê re derbas bûye.

PROFÎL 

Nifûs: 286.844

Rûzemîn: 790,46 km²

Paytext: Solothurn

Zimanê fermî: Almanî

Tevlîbûna Swîsreyê: 1481

Solothurn kantoneke li bakurêrojavayê Swîsreyê ye û cîranên wê kantonên Bern, Basel-Landschaft, Aargau û Jura ne. Kantona Solothurnê bi du erdên biçûk ku ji sê alîyan ve ji alîyê wan ji alîyê Basel-Landschaftê ve hatine dorpêçkirin, xwe digihîne Fransayê. Ji ber sebebên dîrokî, erdên kantonê ne xwedî yekitîyeke cografîk e ji hev parçe parçe ye. Kanton navê xwe ji paytext Solothurnê digire ku rawestgehek li ser rêyên Romayiyan bû. Solothurna ku îro bi nifûsa wê ya di bin 20 hezarî de bajarekî biçûk ê Swîsreyê ye, di Serdema Koçberîyê de di navbera eşîrên burgundî û alemanî de xaçerîyek bû.

Piranîya erdên kantonê zozan in û di nava wan re Aare, Emme û Birs diherike. Hin deverên li herêma Çiyayên Jurayê bilind in û çiyayê herî bilind Hasenmatt (1445 mt) li vê herêmê ye. Herêma Kantona Solothurnê lê hatîye damezrandin, nêzîkî bajarê Baselê ye û loma jî kanton ji aliyê zimanî, cografî û aborî ve di bin bandora Baselê de maye. Têkiliyên her du bajaran ku bi danûstendinên dînî dest pê kirîye, herî kêm hezar û pêncsed sal kevn in.

Kurtedîrok 

Dîroka Solothurnê ya Serdema Navîn li ser xeta zimanî ya gallo-romanî (fransîya kevin) û alemanî dest pê dike. Pişt re, almanîya bilind a kevn a li erdên herêmê serdest dibe û dibe bingeha nasnameya îro ya kantonê. Di vê serdemê de piranîya dîroka herêmê bi pêşbazîya sîyasî-leşkerî ya Bern û Baselê re derbas bûye. Solothurna ku nema karibûye li ber Jurayê pêş de biçe, çav berdaye erdên bakur. Basel bi serdestîya xwe ya li bakur sînorê pêşdeçûna Solothurnê dîyar kirîye. Bernê jî bi pozîsyona xwe ya xurt a li rojhilat, wekî astengîya sereke li ser rêya mezinbûna Solothurnê sekinîye.

Solothurn wekî gelek herêmên li rojavayê Swîsreyê di dawîya sedsala 9an de ket bin kontrola Mîrektîya Bûrgûndîyê. Paşê jî di sedsala 11an de tevlî Bûrgûndîyê bû parçeyeke Împeratoriya Roma-Cermen.

Solothurn geh bi şer û geh jî peymanan heta sedsala 15.an erdên xwe berfireh kirin. Solothurn di 1481ê de tevlî Swîsreyê bû û bi vê hemleyê Solothurn ewlehîya erdên xwe, bi taybetî jî yên li bakur misoger kir. Di sedsala 17an de Solothurnê deverên nû bi ser erdên xwe ve kirin û sînorên îro yên kantonê hema hema zelal bûn.

Solothurn di 1798an de bû kantoneke di bin banê Komara Helwetîk de. Piştî vê komara demkurt, Solothurn bû yek ji 19 endamên Konfederasyona Swîsreyê. Bi damezrandina Kantona Helwetîk û pê ve proseyeke demokratîkbûna polîtîk û lîberalbûn dest pê kir û heta 1830yî dom kir. Di 1841ê de serdestîya arîstokratan a li ser sîstema hilbijartinê ji holê hat rakirin û 1869an de mafê demokrasîya dîrekt hat pêşkêşkirin.

Ciyê Kantona Solothurnê ya li Swîsreyê

Demografî û ziman 

Solothurn bi nifûsa xwe ya di bin 300 hezarî kantoneke xwedî mezinbûneke navîn e. Tevî jî, ji ber kanton xwedî cografyayeke biçûk e, rêjeya belavbûna nifûsê li ser erd 366.4/km² ye. Loma jî di vî warî de Solothurn yek ji kantona herî li pêş e. 65 hezar ji vê nifûsê ji koçber û penaberan pêk tê ku li derdora ji % 25 ê nifûsê pêk tînin. Ji alîyê rêjeyê ve koçber herî zêde Îtalî û alman in û penaber jî herî zêde kosowayî tirkîyeyî ne.

Almanî zimanê fermî yê kantonê ye û ji alîyê ji % 89 welatîyan ve tê axaftin. Zimanê duyemîn zêde tê axaftin bi rêjeya ji % 4.4 îtalyanî ye. Digel ku Solothurn nêzîkî kantonên fransîaxêv e jî, kesên li kantonê bi fransî diaxivin tenê ji 2.6 e. Ji % 2.5ê nifûsê dîyar dikin, zimanê wan ên dayikê îngilîzî ye.

Almanîya li kantonê tê axaftin wekî ‘alemanîya bilind a swîsî’ tê pênasekirin ku zaraveyeke almanî ye. Almanî zimanê perwerdeyê ye lê zarok ji pola sêyemîn û şûn ve dest bi fêrbûna fransî û ji pola pêncemîn pê ve jî dest bi ferbûna îngilîzî dikin.

Solothurn di dîrokê de parçeyeke herêma katolîk bûye û loma hîn jî îro Dêra Katolîk sazîya herî xurt a dîn a kantonê ye. Hejmara kesên bi ser vê dêrê ve ne ji 70 hezarî zêdetir e. Dema mirov bi realîteya dînî ya di dîroka kantonê re bide ber hev, nifûs ji aliyê dîn ve hîn cihêrengtir e. Dêra Evangelîst bi nêzîkî 50 hezar bawermendên xwe duyemîn sazîya mezin a dîn e. Bi zêdebûna hejmara penaberan bawermendên îslamî wekî koma sêyemîn mezin a kantonê derketine holê. Daneyên fermî nîşan didin, ji % 10ê civakê bawermendê vî dînî ne.

Aborî 

Solothurn ji alîyê aborîyê ve kantoneke di rêza navîn a Swîsreyê de ye. Hilberîna Navxweyî ya Ne-Safî (HNN) ya kantonê di ser 20 milyar frankî re ye. HNNya serî her kesekî nêzîkî 74,000 frank e û ev jî kantonê dixe nava 8 kantonên binî ya di vê lîsteyê de. Tê pêşbînîkirin, deynê rêveberîya kantonê di sla 2026an de bigihîje 1.1 milyar frankî. Sektora xizmetê stûna sereke ya aborîyê ye û para wê ya di aborîyê de ji % 72 ye. Para endustrîyê di nava aborîyê de digihîje ji % 25an. Teknolojîya medîkal, çêkirina saetan, endustrîya pola û ya çêkirina kaxiz xebata sereke ya vê sektorê ne.

Berê aborîyê ber bi derve ye û gelek berhemên li herêmê hilberîna wan tên kirin, li bazarên cîhanê tên firotin.

Dîmeneke zivistanê ya Çiyayê Balmbergê

Lê belê bacên giran yên gumrigê yên Amerîka di sala 2025an de ragihand, wekî kantonên din ên Swîsreyê bandorê li Solothurnê jî kir. Daneyên aborîyê nîşan didin, bacên Amerîkayê ji % 15 bandorê li dahata aborîyê ya kantonê kirîye. Solothurn tevlî Oltenê malovaniyê ji gelek şîrketan re dike. Gelek şîrketên veguhastin û lojîstîkê ku di nava wan de navendên belavkirinê ya Migros jî heye, di nava sînorên kantonê de ne.

Solothurn ji alîyê hilberîna enerjîyê ve li Swîsreyê kantoneke li pêş e. Santrala Enerjiya Nukleerî ya Gösgen Solothurnê ye û bi qasî ji sedî deh ji elektrîka Swîsreyê hildiberîne. Ji bilî vê, çend santralên hîdroelektrîkê jî li ser Çemê Aare hatine avakirin. Solothurn qismeke dahata xwe ji firotina enerjîyê ya ji kantonên din bi dest dixe. Baca şîrketan di sala 2026an de li paytext Solothurnê gihîşt ji % 15.2. Heman bac li hin bajarên din ên kantonê dadikeve ji % 13.8an.

Sîstema polîtîk 

Solothurn di çarçoveya sîstema federal a Swîsreyê de xwedî otonomîya herêmî ye. Erkên berfireh ên kantonê jî di asta polîtîk de ji alîyê Parlamentoya Kantonê (Solothurner Kantonsrat) ve tê bikaranîn. Parlamentoya ku ji 100 endaman pêk tê, çar salan carekê bi hilbijartina li kantonê ve tê avakirin. Hikumeta kantonê (Solothurner Regierungsrat) ya ji di parlamentoyê de tê avakirin, ji pênc endaman pêk tê. Hikumeta kantonê ji nava xwe ji bo salekê serokê kantonê (Landamman) hildibêjre. Niştecîyên kantonê dikarin bi rêya referandûmê doza jikardûrxistina hikumetê bikin. Ji bo referandûm bê lidarxistin pêdivî bi 6.000 daxwaznameyan heye.

Solothurn li ser bingeha hiqûqî ya destûra xwe ya bingehîn qanûnên xwe qebûl dike û tevlî avakirina polîtîkaya federal a Swîsreyê dibe. Erkên bi rêveberina kantonê re eleqedar ên wekî amadekirina budçeyê, plan û projeyeyên kantonê yên wekî binesazîyê li ser hikumeta kantonê ye.

Edalet, perwerdehî, çand, fînans, karûbarên navxweyî û aborî şeş wezaretên hikumetê ne ku erkên di van qadan de bi kar tînin.

Reforma Destûra Kantona Solothurnê di sala 1986an de bi referandûmê hat pejirandin û di 1987an de ket merîyetê. Bi vê reformê, naveroka destûra nêzîkî sed sal di merîyetê de bû, hat pêşxistin û mafên demokratîk ên welatîyan hat berfirehkirin. Hin guherînên di vê reformê de cî girtin ev in:

  • Însîyatîfa welatîyan a ji bo pêşnîyazkirina referandûman
  • Referandûmên dilxwazîyê li hemberî biryarên hikumetê
  • Însîyatîfa beledîyeyan a ji bo lidarxistina referandûman
  • Mafê her welatîyekî/ê ya beşdarîya prosesesa şêwra li ser biryarên kantonê

Mafên di warê demokrasîya rasterast de di sala 1998an de hîn bêtir hatin berfirehkirin. Ji vê salê û bi şûn ve guhertinên qanûnî tenê bi daxwaza 1500 welatîyan an pênc şaredariyan mimkun e. Her wiha, Înîsiyatîfa gel bi 3,000 îmzeyan dikarin bi xwe pêşniyara guhertineke destûrî bikin.

Qada polîtîk a kantonê ji partîyên cihêreng pêk tê ku di nava wan de yên herî mezin bi rêjeya ji % 28.7 SVP (Partîya Gel a Swîsreyê) a rastgir e. Partîyê bi gelemperî tevlî Solothurnê bûye hêza yekemîn a li kantonên almanîaxêv. Partîya duyemîn SP (Partîya Sosyalîst) ye ku rêjeya dengên wê li derdora ji % 17 ye. FDPê hêzeke din a vê kantonê ye ku demeke dirêj partîya serdest a li vê kantonê bû.

Fotoyê sereke: Paytext Solothurn û ala kantonê 

Amadekar: Necat Ayaz – Fatoş Demirtaş 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Nûçe TV dest bi weşanê kir

Nûçe TVya ku navenda wê li Rojavayê Kurdistanê ye îro dest bi weşanê kir. Kanal …