Kaja Kallas: Mafên perwerdehiya kurdî parçeyê nîqaşên YE yên li ser Sûrîyeyê ye

Wezîrên Karên Derve yên YE’yê dema hevdîtina li Brukselê ya ku Wezîrê Karên Derve Feysel Mekdad jî beşdar bû, Sûriyê û mafên kêmaran nîqaş kirin. Nûnera Payebilind A Polîtîkaya Karên Derve û Ewlekariyê ya YE Kaja Kallasê ji Rudawê re got, gelê Kurd û perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî di nav de, wê li ser mafên kêmaran nîqaşê bikin.

Wezîrên Karên Derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê mafên komên etnîk û olî yên li welat jî di nav de, ji bo pêşdeçûnên li Sûriyê nîqaş bikin, roja Duşemê li Brukselê hatin gel hev. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Mekdad jî beşdarî hin beşên hevdîtinan bû.

Di navbera hevdîtinê de, Rudawê ji Nûnera Payebilind A Polîtîkaya Karên Derve û Ewlekariyê ya YE Kaja Kallasê pirsa ku bê wê mijara perwerdehiya kurdî bînin rojeva rayedarên Sûriyê ya na.

Rudawê pirsî:

“Li ser meseleya perwerdehiya bi kurdî hûnê bi Esad Şeybanî re biaxivin?”

Kallasê weha bersiv da:

“Belê, emê van mijaran hildin dest, çimkî li Sûriyê hîna pirsgirêka kêmaran û mafên wan ên perwerdehiya bi zimanê xwe çareser nebûye. Helbetê di maneya berfireh de, ji bo hemû piraniyên, hemû komên li Sûriyê dijiyin, bes helbetê, meseleya kurdan pêşdetir e.”

Gotina xwe weha dewam kir, got meseleyên kurdan parçeyê diyaloga berfireh e û tevî vê yekê dema hevdîtinan mafên hemû civakên li Sûriyê dijiyin wê bên nîqaşkirin.

Mijar di navbera dema muzakareyên li ser întegrasyona pêşerojê ya saziyên li herêmê yên di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser a li Rojava hate rojevê.

Yek ji mijarên sereke yên nîqaş li ser tê kirin, statuya zimanê kurdî ya li dibistan û saziyên gel a li seranserê herêmên piraniya wan kurd, ên ku zêdetirê wekî Rojava tên zanîn e. Rayedarên kurd ji demeke dirêj ve ye daxwaz dikin ku perwerdehî û rêveberiya zimanê kurdî bi awayê fermî bê qebûlkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Berhemên Suzan Samanciyê belavî qada navneteweyî dibin

Ajansa Wêjeyê ya Eulama dê Suzan Samanciyê di qada navneteweyî de temsîl bike û dê …