“Em yek” banga ji bo yekitîyê ye

Newroza: “Em kurd hemî yek in û ji yek perçe ne. Ku wiha be, dinya li me bibe yek jî nikare hêza me bişkîne.”

Strana “Em yek” ya ji alîyê hunermend Newroza hatîye çêkirin, rastî eleqeyeke mezin hat.

Strana du hefte berê li ser Youtubeê hat weşandin ji alîyê 26,000 kesan ve hat temaşekirin.

Hêza kurdan temaya sereke ya stranê ye û forma wê ya muzîkal,  tevlî gotinan stranê dike wekî sirûdeke (marş) neteweyî.

Xwendina pirdeng a di forma sirûdê de hestên welatparêzîyê vedijîne û banga berxwedanê dike.

Bikaranîna hespê boz û baz di vîdyoyê de daxwaza azadî, wêrekî û serbilindiyê ya kurdan temsîl dike.

Stran di dema êrişên dawî ya bi ser Rojavayê de hatîye nivîsandin û di vê kontekstê yekitîyê pêşnîyazê kurdan dike.

Ligel nivîsandina gotinan, muzîka stranê jî ji alîyê Newroza ve hatîye çêkirin.

Aranjeya stranê ji alîyê muzîkjen Ciwan Ayaz ve hatîye çêkirin.

 

Newroza di derbarê amadekirina vê berhema xwe de van agahîyan da Berwarnewsê:

“Ev stran, bi bêrî û baweriya hêza netewî derket holê. Di vê serdemê de ku pêwistiya bi yekbûna gelê kurd re ayan û eşkere bû; weke hunermendeke kurd min jî nedikarî pêşî li hestên xwe û helwesta xwe bigirim. Di encam de ev marş derket holê.  Ez û birayê xwe yê hunermend Ciwan Ayaz, bi van hestan di vê xebatê de hatin ba hev. Berhema “Em Yek” bi aranjeya Ciwan û şîroveya me herduyan gihaşt ber destê guhdaran.. Weke du hunermendên kurd, em piştgiriya gelê Rojava û tekoşîna wan a azadiyê dikin. Me xwest bi vê xebatê em bibin dengê yekîtiya kurdan, bi taybet dengê gelê Rojava. Lewma, min di helbesta xwe de girîngî bi yekîtîya netewa kurd daye û gotiye; “Em kurd hemî yek in û ji yek perçe ne. Ku wiha be, dunya li me bibe yek jî nikare hêza me bişkîne.”

EM YEK

Desthilatdarên dîktatorî

Hilweşîyan bi hêza medîyan

Xweperestî û nîjadperestî

Ji bin ve wê birize heta hestî

*   *   *

Me got em yek

Hemî ji parçeyek

Bi hêztirin

Dunya li me bibe yek

*   *   *

Ji Bakûr bigire

Heta Rojava

Başûr û Rojhilat

Bihuştên welat

*   *   *

Me got em yek

Hemî ji parçeyek

Bi hêztirin

Dunya li me bibe yek

————————————–

Nûçe ji Berwanewsê hatîye girtin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Namzetê Partîya Sosyalîst bû serokê Portûgalê

Antonio Jose Seguro di hilbijartina serokatîyê ya Portûgalê de bi ser ket. Namzeyê Partîya Sosyalîst …