Kovara Kewarê li Amedê dest bi weşanê kir

Kovara nû ya çand, huner û wêjeyê bi navê “Kewar” bi hejmara xwe ya yekemîn (Zivistan 2026) derket pêşberî xwîneran.

Ev kovar di bin sîwana Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER) de hatiye weşandin û wek platformeke nû ya çandî û wêjeyî hatiye amadekirin. Komeleya SOZ-DER’ê di Kanûna Paşîn a 2026’an de hejmara ewil a Kovara Kewarê gihand destê hezkiriyên ziman û wêjeya Kurdî. Ev hejmar û hejmarên ji nûha û pê de jî dê bê pere wek diyariya komeleyê were belavkirin.

Kovara Kewar her sê mehan carekê were weşandin û di her hejmarê de dê bibe qada nivîsên wêjeyî, çandî, hunerî û rexneyî. Di hejmara yekem de mijara sereke çand, wêjeya devkî û dîrok e. Di vê hejmarê de dosyeyeke têr û tijî hatiye amadekirin. Hemû amadekar, endamên redaksiyon û edîtor ji endamên komeleyê û nivîskarên wê pêk tên. Xwediyê weşanê Şêxmûs Erol e. Lijneya weşanê ji van kesan pêk tê: Gulîzar Seyhan, Şêxmûs Erol, Bîrgul Ozgul, Îsmaîl Erdem, Ahmet Çelîk, Muharrem Yasîn û Kerem Tekoglu. Lijneya Redaksiyonê jî ev in: Hogir Berbir, Eyup Guven, Bahattin Robar, Ahmet Çelîk û Mevlût Aykoç. Lijneya Înformatîk û Teknîkî: Karên teknîkî û dîjîtal ên kovarê ji aliyê Yasemîn Demîrkaya, Berhûdan Erdem, Velî Bîngoltekîn û Mahmût Eşît ve hatine meşandin.  Mîzanpaj û berg jî ji hêla Mevlûd Aykoç ve hatiye amadekirin.

Di kovara Kewarê de gelek cure nivîs cih digirin; helbest, çîrok, werger, nirxandinên li ser şêwaz, berhem û helbestvanan, nivîsên rexneyî û teorîk. Taybetmendiyeke girîng a kovarê ew e ku cih dide nivîsên cuda û cihêreng. Nivîskarên ku di hejmara ewil de nivîsên wan hene ev in: Bahadîn Robar, Yasemîn Demîrkaya, Ahmet Çelîk, Serdar Komurcu, Mevlûd Aykoç, Bîrgul Ozgul, Nezîr Oçek, Eyyup Guven, Ziya Şeker, Siyaroj Rebet, M. Ebdulhemîd/Remezan Mendanî, Berham Mîrzo, Dilbizarê Bêkes, Hasbeg Koksal, Dildar Botî, Zînet Dîncer, Receb Dildar, Hogir Berbir, Faysal Ozdemîr, Mehmet Oncu, Herdem Mervanî, Mordem Zel, Arslan Ozdemîr, Qadir Egîd, Ahmet Tamîr, Dildar Ektîren û Kubra Ozdemîr. Ev lîste bi awayekî zelal dewlemendiya kovarê nîşan dide û qada nivîsandinê ji her cure nivîsan re vedike.

Armanca sereke ya rêvebirên kovarê ev e; geşkirina ziman û wêjeya devkî ya Kurdî û afirandina platformeke azad ji bo nivîskar û xwîneran. Di nivîsa pêşgotinê de tê gotin ku Kewar dê bibe cihê ku dengê çand û wêjeya Kurdî bi awayekî azad û dewlemend were bihîstin.

Di pêşgotina kovarê de hevserokê SOZ-DER’ê Eyup Guven nivîsiye û wiha dibêje:

“Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER) bi xebatên xwe yên wêjeyî û rêxistinî ketiye sala xwe ya duyemîn. Armanca komeleya me ev e ku roj bi roj agirê çand, dîrok û wêjeya devkî li hawirdora Kurdistanê û cîhanê gur bike û di warê çand, dîrok û wêjeyê de bi zimanê zikmakî (Kurdî) berhemên nû biafirîne û belav bike.

Di dîroka Mezopotamyayê de bi zimanê Kurdî gelek kovar hatine çapkirin. Gava mirov li dîroka kovarên Kurdî dinêre, dikare bêje ku di serî de di sala 1913’an de kovara “Rojî Kurd” û di sala 1932’yan de kovara “Hawar” bûne mînakên kovarên Kurdî yên herî bi bandor û binavûdeng. Ji wê dîrokê û vir ve weşana kovarên Kurdî berdewam kiriye. Tevî ku car caran ji ber zordarî û zextan rawestiyabe jî, qet bi temamî nesekiniye û her tim li cihekî serê xwe bilind kiriye û weşanên xwe domandiye.

Di salên dawî de, bi vekirina enstîtûyên zimanê Kurdî re, kovarên akademîk jî dest bi weşanê kirine.”

Guven di pêşgotinê de ragihand ku wê van beşan di kovara nû de cî bigirin:

– Lêkolîn û Wêje: Nivîsên ku ji bo kovarê têne şandin.

– Jin: Beşa jinan e; nivîsên jinan wê li vir bên weşandin.

– Helbest: Her hejmarê pirtûkek ku bi Kurdî hatiye nivîsandin wê bê nasîn.

– Çîrok: Çîrokên hatine berhevkirin.

– Pênûsên Nû: Kesên ku nû dest bi nivîsandinê kirine wê li vir cih bigirin.

Kovara Kewatê dikare bê pere li navenda SOZ-DERê û gelek ciyên din bê peydekirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Namzetê Partîya Sosyalîst bû serokê Portûgalê

Antonio Jose Seguro di hilbijartina serokatîyê ya Portûgalê de bi ser ket. Namzeyê Partîya Sosyalîst …