Lêkolînekê nîşan dide, di 18 mehên dawî de di 23 alozîyên li çaralîyê cîhanê zêdetirî 100,000 kes jîyana xwe ji dest dan. Lêkolîn ji alîyê Akademîya Genevê ya Hiqûa Humanîter a Navneteweyî û Mafên Mirov ve hat kirin.
Cîhan her ku diçe ji bo jîyana mirovên sivîl dibe cuyekî ne ewle. Di 18 mehên dawî de di 23 alozîyên li cîhanê zêdetirî 100,000 kes jîyana xwe ji dest dan. Ev daneyên janbar di lêkolîneke berfireh a Akademîya Genevê ya Hiqûa Humanîter a Navneteweyî û Mafên Mirov de cî girt.
Stuart Casey-Maslen ku akademîsyenê sereke yê vê lêkolînê kirîye derbarê encamên lêkolînê de wiha diaxive:
Sûcên şer tên dûbarekirin, ji ber ku li hemberê wan tedbîr nayên girtin. Kiryarên me -an jî tunebûna kiryarên me – wê nîşan bide ka wê qanûna humanîter a navneteweyî ji holê rabe an na.
Lêkolîn nîşan dide, qanûnên alozîyên çekdarî bi piranî piştî bidawîbûna şerê duyemîn ê cîhanê hatine pêşxistin ku di nava wan de konvansîyona Cenevê jî heye. Armanca yekemîn parastina sivîlan ji encamên şerên navxweyî û alozîyên di navbera dewletan de ne.

JI lêkolîna şopandina alozîyan dîyar dibe, berevajîya Trump ku îdîa dike wî heşt şeran bi dawî kirîye, di salên 2024-2025an de li seranserê cîhanê 23 alozîyên çekdarî pêk hatine.
Lêkolîn digihîje wê encamê, sûcên şer “di asteke pir bilind de û bêyî ku faîl bên darizandin, pêk hatine.”
Hin encamên derbarê alozîyan de di lêkolîna Akademîya Cenevê de wiha cî girtine:
XEZE: Nifûsa Xezeyê piştî şer 254,000 kêm bû ku ev jî kêmbûna % 10.6ê nifûsa berîya şer. Heta dawîya 2025an 18,592 zarok û 12,400 jin hatin kuştin.
ÛKRAYNA: Hejmara sivîlên di sala 2025an de hatin kuştin (5,514) ji hejmara yên du salên dawî de hatine kuştin zêdetir e. Êrişên dronan ên Rûsyayê bû sebeba bi milyonan welatî bû elektrîk û xizmetên din ên sereke bimînin.
KOMARA DEMOKRATÎK A KONGOYÊ: Şîdeta seksuel û zayendî li vî welatî ji alîyê hemû alîyên şer ve hatin kirin. Piranîya qurbanîyan jin û keç bûn di navbera temenê zarokatîyê û 75 salan de bûn.
SÛDAN: Şîdeta seksuel a giran piştî ku El Faşer di çirîya pêşîn (cotmeh) ket destên serhildêran pêk hat. Hat ragihandin gelek qurbanî ji alîyê çekdarên Hêza Piştgirîya Lezgîn (RSF) ve hatin tecawizkirin.
Di dawîya lêkolînê de bang li alîyên li cîhanê tê kirin ku ji bo pêşîgirtina sûcên şer tedbîr bên girtin. Tedbîrên tên pêşnîyazkirin ev in:
- Çareserkirina bêcezehiştina binpêkirinên giran ên qanûna navneteweyî divê wekî armanceke girîng a polîtîkayê bê dîtin.
- Divêji bo pêşîgirtina vê hin tedbîr bên girtin. Tebîreke giring qedexekirina firtona çekan e ji alîyê hemû cîhanê ji bo welatên ku rîska bikaranîna çekan a bi armanca binpêkirinên cidî heye.
- Divê bikaranîna bombeyên bêhedef an jî çekên topavêj ên xwedî menzîlên dirêj ên rejeya wan a îsabetê kêm e, li nav qada niştewariyê bên qedexekirin
- Darizandina sîstematîk a sûcên şer û pêkanîna desteka polîtîk û fînansî ya ji bo Dadgeha Cezayê ya Navnetweyî (ICC)
Infowelat
Foto: Komeke jinên li Komara Demokratîk a Kongoyê rastî destavêtinê hatine
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat