Trump: “Em ji bo parastina cîhanê perçeyeke erdên qeşayê dixwazin lê ew (ewrûpî) wê ew nedin. Tercîheke wan heye: Hûn dikarin bêjin erê û em û pir spasdar bibin û hûn dikarin bêjin na û em û em ê vê ji bîr nekin.”
Serokê Amerîkayê Trump di axaftina xwe ya dawî de di mijara Greenlandê de tansîyonê kêm kir. Trump di axaftina xwe ya li Davosa Swîsreyê got, ew ê ji bo kontrolkirina Greenlandê hêza leşkerî bi kar neyne. Herwiha Trump dîyar kir, ew ê li ser heşt welatên Ewrûpayê bacê gumrigê zêde neke.
Trump van gotinên xwe yên balkêş di Forûma Aborîyê ya Cîhanê ya li Swîsreyê kir. Forûm bernameyeke navneteweyî ye ku salê carekê li Swîsreyê tê lidarxistin. Lîderên cîhanê û nûnerên sektora kar tevlî vê bernameyê dibin. Ji ber alozîya li dora Greenlandê, herkes li bende bû ku ka wê Trump di vê mijarê de çi bêje.
Trump çend roj berê gotibû, ji ber meseleyên ewlehîyê Amerîka wê bi darê zorê Greenlandê kontrol bike. Ev jî rastî reaksîyonên welatên mezin ên Ewrûpayê û Kanadayê hatibû. Heşt welatên ewrûpî bi daxuyanîyekê reaksîyon nîşanî Trump dabûn destek dabûn Denmarkê ku li Greenlandê serwer e. Trump ji vê hêrs bûbû û û gefa zêdekirina bacên gumrigê bi qasî % 10 li welatên mijara gotinê xwaribû.
Lêbelê Trump li Davosê xeta xwe nerm kir û got, naxwaze bi rêbazên leşkerî Greenlandê tevlî Amerîkayê bike. Çav li rê ye, Trump vê meseleyê bi Denmark û Ewrûpayê re muzakere bike.
Hêjayî gotinê ye, berîya vê axaftinê Trump bi Sekreterê-Gişyî yê NATOyê Mark Rutte re hevdîrinekê kir. Tê ragihandin, di vê hevdîtinê de Rutte di warê dawîanîna gefên leşkerî de Trump qanih kirîye.
Trump di axaftina xwe ya Davosê de van gotinên balkêş kirin:
- “Tu netewe an koma neteweyan nikarin ji Amerîkayê baştir Greenlandê biparêzin.”
- “Em ji bo parastina cîhanê perçeyeke erdên qeşayê dixwazin lê ew (ewrûpî) wê ew nedin. Tercîheke wan heye: Hûn dikarin bêjin erê û em û pir spasdar bibin û hûn dikarin bêjin na û em û em ê vê ji bîr nekin.”
- “Em ji % 100 NATOyê fînanse dikin lê di berdêla vê de tiştekî bi dest naxin. Em di berdêla vê de jê daxwaz dikin Greenlandê bide me.”
- “Ez ji Ewrûpayê hez dikim, ez dixwazim ew karên baş bike lê ew di rêyeke rast de nameşe.”
Foto: Donald Trump û Ursula von der Leyen di hevdîtina xwe ya 2020an a li Davosê
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat