Cengîz Demirtaş
Meseleya referansgirtina qanûna Şerîetê tevlî mijara sergirtna keçên ku temenê wan di bin 14an de ye, di civîna hefteya borî ya hikûmeta Viyanayê de hat rojevê. Niha li Awistiryayê 12,000 keçên zarok serê xwe dinuxumînin. Hikûmet sergirtina keçan wekî binpêkirina mafên zarokan dibîne û plan dike ku ji sala xwendinê ya bê pê ve bi qanûnê vê yekê qedexe bike.
Awistirya plan dike ku referansên Şerîetê yên hiqûqê û perwerdehîyê de qedexe bike. Dadgeheke Viyanayê destûr da şerîet heta havîna 2025an wekî bingehek ji bo biryarên hakemtiyê were bikaranîn. 6 meh piştî vê, siyasetmedar li hember biryarê bertek nîşan didin.
Serokwezîrê Awistiryayê Christian Stocker ê ji Partiya Gel a Awistiryayê (ÖVP) dibêje, divê li dijî sepandina qanûna îslamî tedbîr bên girtin. Stocker got, “Li Awisturyayê xelîfetî nabe.” Gelek kesên din ku vê rewşê rexne dikin, biryarê wekî “skandal” pênase dikin.
Nîqaşên li ser mijara qanûna îslamî biryara dadgehekê ket rojeva welêt. Dadgeha Karûbarên Sivîl a Herêmî ya Viyanayê biryar da ku qanûna Şerîetê dikare wekî bingehek di nakokiyên li ser milkan de referans bê girtin.
Qedexeya sergirtina keçan
Meseleya referansgirtina qanûna Şerîetê tevlî mijara sergirtna keçên ku temenê wan di bin 14an de ye di civîna hefteya borî ya hikûmeta Viyanayê de hatibû rojevê. Di heman civînê de her du mijar ligel têkoşîna li dijî enflasyonê, mijarên koçberî û penaberiyê hatibû nîqaşkirin. Koalîsyona sê partîyan a di bin lîderîya Christian Stocker de di civînê de qedexekirina sergirtina keçên di bin 14 salî de gotûbêj kirin.
Niha li Awistiryayê 12,000 keçên zarok serê xwe dinuxumînin. Hikûmet sergirtina keçan wekî binpêkirina mafên zarokan dibîne û plan dike ku ji sala xwendinê ya bê pê ve bi qanûnê vê yekê qedexe bike. Eger biryara li ser vê mijarê di parlamentoyê re derbas bibe, wê di sala akademîk a 2026/2027an de bikeve meriyetê. Wezîra muhafezekar a Awistiryayê dibêje, “Keç bi sergirtina xwe hestên şermê” pêş dixin bawerîya wan a bixwe kêm dibe.
Hikumeta Awistiryayê di çarçoveya vê reformê de giliyê xwendekarên keç ên rêziknameyan neşopînin bi dêbavê wan bike. Eger sergirtin berdewam bibe wê wekî çareya dawîn, cezayek di navbera 150 û 800 Euro de were birîn.
Hikûmeta ÖVP-FPÖ di sala 2019an de ji bo qedexeya di heman mijarê de ketibû nava hewldanek bi vî rengî. Lêbelê Dadgeha Destûra Bingehîn pêşî li hikumetê girtibû.
Foto: Sembola dewleta Awistiryayê
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat