Nuqteyên giring
Yekitîya Ewrûpayê ji bo pêşî li şerê hîbrîd ê Rûsyayê bigire li çareyan digere
Komîsyona Ewrûpayê ji bo vê meseleyê plana bi navê Mertalê Demokrasîyê amade kir
Komîsyon wê Navenda Ewrûpî ya Xurtbûna Demokratîk ava bike
Komîsyona Ewrûpayê planeke ji bo parastina demokrasîyê ragihand. Plana bi navê Mertalê Demokrasîyê ji nexşerîyekê pêk tê. Armanca sereke ya nexşerîyê parastina demokrasîya welatên endam in. Pêşîgirtina midaxaleyên hilbijartinan û manîpulasyona înformasyonê xalên giring ên planê ne.Komîsyon radigihîne, vê planê ji bo pêkanîna ewlehî, serxwebûn, azadî û halxweşîya Ewrûpayê pêwîst e.
Komîsyonê wê bi vê mebestê Navenda Ewrûpî ya Xurtbûna Demokratîk ava bike. Karê navendê wê tesbîtkirina operasyonên bêîstikrarkirina welatên endam be. Tevî ku nehatîye binavkirin, hedefa vê navendê pêşîgirtina midaxeleyên Rûsyayê ye. Bruksel Rûsyayê bi midaxaleya hilbijartinên Romanya û Moldovayê sûcbar kiribû. Herwiha, Rûsya bi belavkirina dezenformasyona derbarê endamên Yekitîya Ewrûpayê û Moldovayê de, tê sûcdarkirin.
Kêmasîya sereke ya vê planê nezelalîya rê û rêbazên fînansmana wê ye. Di belgeya ji 30 rûpelan pêk tê de ev yek cî nagire.
Infowelat
Foto: Logoya Komîsyona Ewrûpayê
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat